Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ÇIMA KUJERÊN ROJNAMEVAN ÎSAM EBDULAH MEHKÛM NAKIN?

21/12/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Divê gêrîla tenê nemîne
Share on FacebookShare on Twitter

 

DILYAR CIZÎRÎ

Di cîhanê de gelek sazî û dezgehên ji bo parastina rojnamevanan hatine avakirin. Ji wan jî Yekîtiya Jornalîstên Navdewletî (IFJ), Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas (RSF) û gelek navên din jî hene. Ew raporên xwe yên salane derdixin. Di van raporan de hejmara rojnamevanên di nava salê de hatine kuştin an jî girtin rêz dikin û van raporan wek belgeya sûc û tundiya li dijî rojnamevanan pêşkêşî raya giştî dikin.

Lê ji raporên wan ên sala derbasbûyî û îsal de diyar dibe ku rêjeya kuştina rojnamevanan, li seranserî cîhanê zêde bûye. IFJ’yê di rapora xwe ya sala derbasbûyî de ragihandi bû ku 47 rojnamevan hatine kuştin. Lê îsal hejmar gihaye 67’an.

Di vir de em gerek di serî de ji wan rêxistinên di bin navê parastina rojnamevanan tevdigerin de pirs bikin. Çima ev hejmar zêde bû ye? Kî êrişî rojnamevanan dike? û we, ji bo parastina rojnamevanan çi xebat daye meşandin?

Berî her tiştî em behsa rewşa Sûriyê bikin. Dewleta Tirk ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi sedan rojnamevan xistine zindanan û qetil kirîn, heta niha bi tu awayî ji aliyê wan rêxistinan ve ne hatiye mehkûmkirin. Di raporên wan de jî yan navê wê dewletê ne hatiye gotin, yan jî bi bi awayekî şermok behs kirin e.

Ji bo em helwesta wan zêdetir rave bikin, em ê bûyera şehadeta Rojnamevan Îsam Ebdulah yê di destpêka roja 20’ê Mijdarê de bi êrişa balafirên şer ên dewleta TIrk ya li gundê Teqil Beqil a Dêrikê, bibîr bixin. Dewleta Tirk, cara yekem stasyonek xizmetguzariyê ya sivîl bi balafirên şer bombebaran kir. Ev li gorî peymanên navdewletî sûcekî şere. Piştî komeke sivîl berê xwe dan cihê bûyerê da ku birîndarên li wir rizgar bikin, careke din balafirên şer heman cih bombebaran kir. Di encamê de Şehîd Îsam jî di nav de 11 sivîl şehîd bûn. Li gorî peymana Cinêv a 12’ê Tebaxa sala 1949’an de hedefgirtina sivîlan, sûcê şer hatibû diyarkirin. Ji xwe Rojnamevan Îsam ji bo şopandina bûyerê li wir bû û hat hedef girtin, ew jî sûcekî şere.

Li beranberî ewqas sûcên dewleta Tirk helwesteke cidî ya wan saziyan derneket. Me wekî hevalên Îsam nameyek bi navê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) nivîsand û ji wan saziyan û gelek saziyên din re şand.

Piştî nameya me, kêm be jî hin daxuyanî derketin û behsa bûyerê kirin. Lê tişta sosret di tu daxuyaniyan de behsa kujer û sûcên şer ên hatin kirin, nehate kirin. Ango wekî kujer ne diyare nêzî bûyerê bûn. Ya din IFJ’yê bi gotina ‘em bi vê agahiyê xemgîn bûn û em ê mijarê bişopînin’, bersiva peyama YRA’yê dan. Lê heta niha ne tu lêkolîn û ne şopandina ji bûyerê re hatiye kirin.

Wer xuya dike, ew rêxistin jî bi awayekî siyasî nêzî mijara dibin. Tişta diyar dibe, destê lobiyê dewletan li ser wan saziyan serwere. Ji ber wê jî, tevî daxuyanî û raporên wan naxwazin rastiyan bibînin. Kujeran mehkûm bikin.

Lewma di rewşeke wiha de ji hemû xebatkarên ragihandina azad tê xwestin ku ji bo eşkerekirin û mehkûmkirina kujeran bi hemû hêza xwe tevbigerin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.