Rojnameya Ronahî

Panorama ya Aboriya jin

 

Darîn Silê/Qamişlo

Tevî dorpêç, şer, gef û êrîşên dagîkeriya Tirk yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, herwiha şert û mercên aborî yên zehmet, aboriya jin bi armanca pêşxistina aboriya civakê ya li herêmê, di 2022`an de bi encam gelek gavên mezin avêtin.

Aboriya Jin ya bakur rojhilatê Sûriyê piştî Şoreşa Rojava, ji aliyê rêxistina jin ve hat pêşxistin û gavên mezin avêtin. Jinê mîna tovê jiyanê, di nava xebatên şoreşê de her tişt li derdora xwe ji nûve şîn kir. Jinên li bakur û rojhilatê Sûrî ne ambargo nas kir ne jî êrişên dagirkeriyê yên bê dawî. Wek hemû aliyên jiyanê ji aliyê aborî jî pêşengiya pêşxistina aboriya civakê jî kir. Yek ji wan berhemên ku roleke avaker di nava civakê de dilîze, Aboriya Jinê ya girêdayî Kongreya Star ya bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Digel derfetên kêm, zihniyeta desthilatdar û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê, îsal jî jinan di warê aboriyê de roleke girîng di sivikkirina aloziya aborî de lîstin.

Avakirina Komîteya Aboriya jinê bû bingehê guhartin û veguhartin a

Li ser bingeha pêşxistina aboriya jinê li bakur û rojhilatê Sûriyê, Komîteya Aboriya Jinê di sala 2015`an di şert û mercên herî zehmet de, hat avakirin. Ji wê demê heta niha komîteyê aboriya jinê kar û xebatê xwe didomîne. Bi awayekî sîstematîk rojbiroj aboriya jinê pêş dixe; gelek projeyên girêdayî jinê pêk anîn û bandoreke erênî li aboriya herêmê, taybet ya jinan kiriye.

Li gorî aboriya Jin rûbarê erdên çandiniyê yên girêdayî komîteya jinê, nêzî 45 hezar donim e. Herwiha gelek projeyên cûda weke, projeyên pîşesazî û bazirganî jî hebûn. Jixwe armanca Aboriya jinê ya sereke pêşxistina rol û çanda jinê di nava aboriyê de ye. Da ku jin bixwe aboriyê bi rê ve bibe û di jiyanê de xwe nespêre ti kesî. Herwiha di warê aboriya civakî de jî, jîngeheke hevseng tê avakirin.

Rol û giringiya aboriya jinê û peydekirina derfetên kar ji jinan re

Bi baweriya serkeftina civakê ya bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, bû kilîta serkeftina jinê ya di hemû aliyê jiyanê de. Pêşxistina aboriya jinê jî, rola şkandina hişmendiya zilamê serdest û feodal heya astekê jor list. Lewra Aboriya Jinan roleke girîng û mezin di alîkarî û piştgiriya civakê girt ser xwe û pêk anî. Herwiha piştî avakirina Aboriya Jinê di demeke kurt de, proje û komênên jinan hatin çêkirin û rojbiroj ev kom berfireh bûn. Ji bo wê jî jimara jinên di nava xebatên Aboriyê de zêdetir bû û wek qadên zeviyên çandiniyê jî berfirehtir bûn.

Niha jî projeyên jinan li tevayiya herêm û navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê belav bûne, li herêma Cizîrê û herêma Firatê jî pirojeyên domdar hatine çêkirin.

Di her salê de aboriya jinê xwe berfirehtir dike 

Aboriya jinê her sal projeyên nû ji jinan re vedike û aboriya herêmê bi pêş dixe. Di vê salê de jî gelek kar û xebatên cûda kir, xebata herî girîng jî kolandina bîran li gelek deveran bû. Ji ber ku îsal baran kêm bû, aboriyê jinê 2 bîr li Hesekê, 1 li Dirbêsiyê û 1 li TirbeSpiyê jî kola. Da ku zeviyên çandiniyên yên girêdayî aboriya jinê ji van bîran werin avdan. Herwiha di vê salê de koperatîfên jinan jî hatin zêdekirin.

Herwiha di nava xebatên aboriya jinê yên îsal de, zeviyên çandiniyê yên li Şehbayê jî hatin sererastkirin û bi rêya koperatîfên jinan sebze hatin çandin.

Li navçeya TirbeSpiyê jî gelek komên jinan ji bo çêkirina tenûrê hatin avakirin.

Projeyên aboriya jinê yên li herêma Cizîrê

Li Dêrikê Xwaringeha Sêmalka ya ku xwarinê amade dike û difiroşe, heye. Herwiha Projeya Jiyan ya ku her cure sebzeyan û di her demsalê (zivistan, bihar, payîz û havîn) de diçîne heye, di vê projeyê de du bîr hene ku zeviyan av didin, di pêşerojê de jî dê bîrek din were kolandin û wê projeya Jiyan berfirehtir bibe. Ji bilî wê jî li kampa Roj ya girêdayî Dêrikê dikanên jinan yên firotina cilan hene.

Li Girkê Legê, markêta Nûdem û dikanên bi navê `Lavîn` hene, ku cilûbergên kurdî tê de tên firotin. Herwiha li Tirbespiye jî, nangeha El Hilwa ya çêkirina nan, sê komên jinan yên çêkirina tenûrê, projeya çandina sebze û genim û Projeya Demsal ku tê de sebze û darên fêkiyan yê curbecur tên çandin, li derveyî wê jî nêzî hezar sewal tên xwedîkirin. Li gundê Dikir zeviyek ji bo çandina zebzeyan hatiye veqetandin û 7 jin tê de dixebitin. Ev projeyên heyî hemû îsal hatine dewlemend kirin û hejmara jinên tê de dixebitin hatine zêdekirin.

Li Qamişlo jî dikaneke Mobîlya Star, dikanên Lavîn û şûştingeha Qamişlo ya şûştina berikan heye. Li Amûdê jî komên kooperatîf yên sewaldariyê, kargeha şêranî ya Lara û zeviyên çandiniyê yên aboriya jinan hene. Ev îsal hatin dewlementkirin û komeke çandiniyê, ku 2 malbatên koçberên Efrînê tê de kar dikin hat avakirin.

Li Hesekê kargeha konserwa ya girêdayî projeya Dem Sal, ku derdorê 15 jin tê de kar dikin. Ji bilî wê kargeheke Lavîn ya dirûtina cilan û dikanên piçûk yên firotina xwarekên malê hene. Herwiha li herêmên girêdayî bajarê Hesekê wek, Şedadê û Til Temirê jî zeviyên çandiniyê û projeyên çêkirina tenûrê yên jinan hene. Li Dirbêsiyê jî dikana Lavîn ya firotina cilan, firûna Hîlala Zêrîn, zeviyên çandiniyê û du projeyên çandina sebzeyan hene. Disa ev proje jî hatîne pêşxistin.

Projeyên aboriya jinê li herêma Firatê

Li Şehba kargehek ava paqij, dikaneke ji bo pêdîviyên zarokan, zeviyên çandiniyê yên ji bo çandina sebzeyan û firpûna çêkirina Fetayiran heye.

Li Kobanî projeya sewaldarî, zeviyên çandiniyê, darên fisteqan, dikanên berikan hene.

Li Reqa, Minbic û Tebqayê jî çandiniya darên zeytûnan tê kirin. Herwiha nêzîkî 7 hezar darên zeytûnan li herêma Firatê hene ku zeyt û zeytûnê wê tên amedekirin. Ji bilî wê jî projeyek Mala Mûnetê ya `Zad El Xêr`, kargeheke çêkirina kîsên naylon û firûnên nan li Tebqayê hene.  Li Reqayê jî nêzî 4 firûnên nan di bin navê `Afiya û Awafî` de ne heye ku her cure nan çêdikin. Bi giştî ev xebate hatîne dewlementkirin.

Projeyên jinê li herêma Cizîrê yên ji kar hatine sekinandin

Ji bilî projeyên aboriya jinê yên aktîv, projeyên ku niha hatine rawestandin jî hene. Ev wek bazara jinê ya li Dêrik û Amûdê, kargeha dirûtinê ya li Rimêlan. Ji ber derketina hin pirsgirêkan, ev proje hetine rawestandin, lê aboriya jin hewl dide wan ji nûve bixe tevgerê.

Astengî û zehmetiyên di vê salê de

Tevî ku îsal gelek kar û xebat ji aliyê Aboriya Jinê ve hat kirin, lê gelek zehmetî jî di nav xebata jinan de hatin kişandin. Ji wan kêmbûna baranê di çend salên borî de, ku bû sedema hişkbûna zeviyên çandiniyê û bandorê li rewşa sewaldariyê jî kir. Dorpêça li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û bilindbûna nirxê dolar. Lê tevî hemû astengiyan jî îsal xebata Aboriya jinê berfirehtir bû.

Plan û projeyên dema pêş

Aboriya jinê armanê kiriye ku tevayiya projeyên çandiniyê berferehtir bike, bîrên ertiwazî zêde bike, proje û komên kooperatîfan yên sewaldariyê zêde bike. Di heman demê de plansaziya  zêdekirina çandina daran û xaniyan naylon(Sera), bikaranîna enerjiya alternatîf ya rojê û pêşxistina rêbazên avdanê. Herwiha hatiye plankirin ku li Minbicê kargehek tehînê û ya avê bê vekirin, projeya derxistina jehriya topişkan ku jehriya wan weke derman were bikaranîn. Ji bilî wê pêşxistina projeyên jinan di hundirê kampan de, da ku derfetên kar ji jinan re bê dîtin. Herwiha wê di dema pêş de li tevayiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê proje û kooperatîf bên avakirin.

Hêjayî gotinê ye ku her du salan carekê Konferansa Aboriya jinê ya bakur û rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin. Îsal jî di 6 Mijdara 2022`an de, bi amadebûna 350 endam û nûnerên saziyan konferansa Aboriya jin ya sisiyan hat lidarxistin. Yek ji ancamên konferansê yê herî girîng ew bû ku aboriyê herêmê bi rêya aboriya jinê were pêşxistin û pêwîstiya herêmê were peydekirin.