Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwendekarên Şehbayê ambargoya hikumeta Şamê şermezar kirin.

21/12/2022
in NÛÇE
A A
Xwendekarên Şehbayê ambargoya hikumeta Şamê şermezar kirin.
Share on FacebookShare on Twitter

 

Xwêndekarên herêma Şehbayê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê ku bûye sedema girtina dibistanan bi tundî şermezar kirin û gotin, rêxistinên navneteweyî û yên mafên zarokan xwedî li zagon û pîvanên xwe dernakevin

Zana Roj/ Şehba

Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê roj bi roj girantir dibe û herêmê ber bi encamên xerabtir ve dibe. Di encama ampargoyê û qedexekirina derbaskirina madeya sotemeniyê  ji bo herêma Şehabyê, ji beriya 3’ê hefteyan ve û heta niha tavahî dibistanên herêmê hatine girtin û şagirt ji xwendina xwe dûr ketine. Tevî hikumeta vŞamê bi embargoya li ser herêma Şehbayê zagonên navneteweyî û yên mafê zarokan binpê dike jî, lê teviyiya rêxistinên navneteweyî bêdeng mane û ti helwestê nîşan nadin.

 

Bi armanca şermezarkirina dorpêça Hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê, îro li herêma Şehbayê bi serpereştiya Destya Perwerde û fêrkirinê rêzeçalakî ji aliyê xwendekaran li dibistanên  gundê Maratê, Ehdas, kampa berxwedan û Babinês  hatin li dar xistin û daxuyanî hatin dayîn.

Xwendekaran di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku li herêma Şerhbayê bi hezaran xwendekar bi hemû pêkhateyan ji xwendina xwe bê par mane û wiha gotin: “Ji ber doroêçkirina  herêma Şehbayê ji aliYê hikumeta Şamê ve û nebûna sotemeniya germkirinê li dibistanan û gelek pêdiviyên jiyanî, bi hezaran xwendekar ji perwerdeyê dûr ketine.Ev dorpêçkirin binpêkirineke ji mafên mirovan re, herwiha mafê zarokan.  Eger dorpêç neyê rakirin wê bibe sedema qewimandina gelek kerasetên mirovahî .”

Xwendekaran dan xuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk yên ser herêmê bênavber dewam dikin û dibistan jî tên hedefgirtin û wiha dewam kirin: “Di encama êrîşên dewleta Tirk de gelek dibistan hatin wêrankirin  gelek zarok jî hatin kûştin mînaka wê jî komkûjiya zarokênTil Rifetê ye.”

Xwendekaran dorpêç û êrîşên ser herêmê, herwiha bêdengiya rêxistinên navneteweyî bi tundî şermezar kirin ûgotin: “Em bang li hemû cîhan, rêxistinên navneteweyî û mafê zarokan dikin ku bi pîvan û zagonên xwe binpênekin û li hemberî ambargoya hikumeta Şamê bêdeng nemînin.”

Di dawiyê de bi siloganên Şerm ji bo dorpêçê, şerm ji bo bêdengiya rêxistinên mafê zarokan û mirovan çalakî bidawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.