Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Tîrêjên Rojê çalakiyên bibanor kirin

21/12/2022
in NÛÇE
A A
Jinên Tîrêjên Rojê çalakiyên bibanor kirin
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyekê ragehan ku hêzên wan  li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî polîs û bazirganên tiryakê çalakiyên bibando li dar xistine.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Geverê li dijî bazirganên tiryakê, wesayiteke dewriyeyê, nuqteya kontrolê, mobesse û xefikên wênekêşan çalakî li dar xistine û got: “Şeva 11’ê Kanûnê de li dijî wesayîta bi tîpa Toyota Hilux a polîsên dagirker ên li ser rêya Şemzînan a Geverê digeriyan, bi teqemenî û çekên ferdî çalakiyek hate lidarxistin. Camên wesayîtê bi temamî hatin rûxandin, ziyana madî çêbû, dagirker birîndar bûn, lê hejmarên zelal nehatin bidestxistin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyê me Tahîr Gûrdal ê di 9’ê Kanûnê de li girtîgeha Amedê hat qetilkirin, hat lidarxistin. Agirê me yê tolhildanê wê her roj bi hêztir bibe!”

 

Jinên Tîrêjên Rojê  da xuyakirin ku yekîneyên wan şeva 11’ê Kanûnê li dijî wesayîta bi plaqeya ’30 AD’ ya sercerdevanê xayîn S.Ç ku li taxa Yenî bi cih bûbû, çalakiyeke molotof li dar xistin. Di vê çalakiya yekîneyên me de wesayît bi tevahî şewitî û bêkêr hat hiştin.

Jinên Tîrêjên Rojê  wiha got : “Di 13’ê Kanûnê de yekîneyên me li Navçeya Esentepe ya Geverê li dijî 3 bazirganê tiryakê çalakiyeke bombeyî û molotofî pêk anîn. Ev 3 kesên ku em ê piştre navên wan bi gelê xwe re parve bikin, 4 meh in ji aliyê yekîneyên me ve tên şopandin, ji aliyê yekîneyên me ve hatiye tespîtkirin ku bi polîsên dagirker re di nava hevkariyê de ne û her tim bazirganiya tiryakê dikin.”

Jinên Tîrêjên Rojê  da xuyakirin ku di 18’ê Kanûnê de yekîneyên wan bi bombeyên destan û çekên ferdî li dijî nuqteya polîsên Tirk ên faşîst ên li navçeya Arnavutkoyê ya Stenbolê çalakiyek pêk anîn û wiha dewam kir: “Piştî noqteya kontrolê hate hedefgirtin, di navbera yekîneyên me û polîsên Tirk ên faşîst de demekê şer derket. Polîsên ku derb xwarin, neçar man xwe vekişînin û birîndar û miriyê xwe bi ambûlansan ji cihê bûyerê derxînin. Ev çalakiya yekîneyên me bi serketî bû û ji aliyê yekîneyên me ve ji çavkaniyên herêmî hate tespîtkirin ku polîsekî Tirk li cihê çalakiyê miriye û 2 ji wan jî birîndar bûne.”

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê  da zanîn ku ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo hatiye lidarxistin û got: “Heta ku pêkanînên faşîzan ên li ser hevrêyên me yên di tecrîd û girtîgehan de berdewam bikin, em wek jinên ciwan ên Însyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê em ê çalakiyên bi vî rengî bi awayekî hê xurtir bidomînin. Sûleymanê faşîst divê baş bizanibe ku em ê bi dawî nebin û her ciwan wê tola van kiryaran ji we hilîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.