Rojnameya Ronahî

DUYEMÎN KONFERANSA BEXDA Û GIRÎNGIYA NASNAMEYA GELAN

ZOZAN CIZÎRÎ

Em di pêvajoyekê re derbas dibin ku, her kes hesabên xwe yên li ser Kurdistanê û giştî herêmên Rojhilata Navîn di ber çavan re derbas dikin, hewl didin di sed saliya Civîna Lozanê de qezencên nû bidest bixin. Li ser vê yekê ev çend roj in hewldanên Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ên ji bo komkirina Konferansa Bexda ya Duyemîn ketiye rojevê. Êrîşa terorî ya çeteyên Erdogan li Caddeya Îstiklalê ya Stenbolê, ji bo êrîş û komkujiyên xwe yên derveyî huqûqa însanî li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û kîmyabaranên xwe yên li çiyayên Zap, Metîna û Avaşînê rewa nîşan bidin pêk anîn û bûn sedema qetilkirina însanên sivîl, wek planeke komployî pêk anîn û bêy ku tu lêkolînekê bikin yekser avêtin stûyê hêzên PKK’ê û QSD’ê. Lê ji şêwazê teqînê û kirdara bûyerê yekser eşkere bû ku berpirsê wê teqîna li Caddeya Îstiklalê çeteyên Erdogan bi xwe ne.

Vêca, ev Konferansa Bexda ya Duyemîn ku tê plankirin lidar bikeve, hinek nivîskar diyar dikin ku, Konferansa Bexda li hemberî operasyonên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê pêk tîne, wê bê lidarxistin. Wekî vana hinek şîroveyên cur bi cur tên kirin. Di vir de rastiyeke dîrokî heye ku, bi hilweşîna Dewleta Osmanî re yek ji dewletên ku xwestin li Rojhilata Navîn bibin xwedî gotin, Fransa bû. Lewre di Konferansa San Remo (18-26 Nîsan 1920 li bajarê San Remo yê Îtalya) de Sûriye û Lûbnan bûn para Fransa. Wekî din jî bi Peymana Sewrê re Bakurê Kurdistanê, li gel dewletên din ên Îtilafê jî Stenbol û Boxazên wê xistibû bin kontrola xwe. Armanca Fransa ew bû ku, cihên girtî biparêze, heta hîn firehtir jî bike…

Bêy ku em pir bikevin nav aliyê kronolojîkî, wekî roja îro diyar dibe ku Fransa li gor berjewendiyên xwe hewl dide di dîzaynkirina herêmên Rojhilata Navîn, taybet jî herêmên Kurdistanê de giraniya xwe dane û cihê xwe çêbike.

Rêber APO ku bi pêşdîtina dîrokî-civakî di cîldê pêncem ê parêznameya xwe ya bi navê ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK de balê dikêşe ser van pêşketinan, bi tespîteke objektîf wiha destnîşan dike: “Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de yek ji dewletên Îtilafê Fransa, berjewendiyên xwe li ber çavan girt, hîn di destpêka Şerê Rizgariya Netewî de, meha Çile ya sala 1921’ê Peymana Ankara mohr kir. Kurdên ku di nava sînorên dewleta ku paşê bi navê Komara Ereb a Sûriyê hat îlankirin de hiştin, tevî Tirkmenan hebûna wana qet li ber çavan negirtin. Tenê hevsengiya hêzên siyasî û leşkerî hesab kirin û wisa bilez û bez qedandin. Jixwe cihê Ereban jî bi tu zagonekê ve girê nedan, tenê berjewendiyên dewleta mandater (Fransa) li ber çavan girtin…”

Ev siyaseta ku sed sal zêdetir e herêma me ya Kurdistanê û giştî Rojhilata Navîn fetilandiye navenda şer û komkujiyan, ji ber nirxên çandî û nasnameyî yên gelan li ber çavan negirtin, ne desthilatên saz bûyîn ji tirsa hilweşînê rizgar bûn, ne jî berxwedan û serhildana gelan a ji bo jiyaneke azad û birûmet rawestiya. Lewre ev Konferansa Bexda ya Duyemîn ku tê payîn rojên pêş me lidar bikeve, ger vê carê li hemberî siyaseta qirkirin û jenosîdên dewleta Tirk a dagirker helwestek zelal nîşan nede, sînorekê jê re nedane; ji bo parastin û jiyandina nirxên civakî, çandî û nasnameyî yên gelan huqûqê însanî destnîşan neke, wê tu encamekê bi dest nexe.