Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bişîjka alîkariya birîndarên serhildanê dikir hat qetilkirin

20/12/2022
in NÛÇE
A A
Bişîjka alîkariya birîndarên serhildanê dikir hat qetilkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Bijîşka bi navê Ayda Rûstemî ya ku birîndarên serhildanên Îranê derman dikirin, 12’ê Kanûnê winda bibû û piştî rojekê jî cenazeyê wê îşkencekirîji aliyê polisên rejima îranê ve ji malbatê re hat radeskirin.
Bijîşka bi navê Ayda Rûstemî ku di serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de alîkariya birîndaran dikir, 12’ê Kanûnê winda bibû. Piştî rojekê cenazeyê hatibû dîtin. Polîsên Îranê agahî dabû malbatê û îdîa kiribûn ku Ayda Rustemî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.
Polîsan ev agahî dabû malbatê, lê derket holê ku Ayda bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.
Li gorî nûçeya malpera bi navê İranWire, Ayda Rustemî 12’ê Kanûnê li herêma Ekbatan alîkariya gelek birîndarên serhildanê dikir. Lê ferq kiriye ku dermanên wê kêm bûne. Lewma ji bo ku dermanan peyda bike, ji mala birîndarek derketiye û careke agahî jê nehatiye girtin.
Di heman nûçeyê de tê gotin ku rojek piştî windabûnê, polîsên herêmê li malbata Aydan geriyane û jê re gotine, “Cenazeyê keça we li morgê ye, werin bigirin”. Dema ku malbat çuye navenda polîsan jî, jê re hatiye gotin ku Aydan di qezayek tirafîkê de jiyana xwe ji dest daye.
Li ser vê yekê malbatê xwest ku cihê keça wan qeza lê kiriye bibînin, lê polîsan nîşan nedaye, her wiha malbat tehdît kiriye û gotine, “Dengê xwe nekin, bêjin keça me di qezayê de jiyana xwe ji dest daye.”
Di berdewama nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku malbata Aydan Rustemî gefa polîsan red kiriye û li cenazeyê keça xwe nêriye. Endamên malbatê piştre jî diyar kirine ku îşkence li keça wan hatiye kirin. Kesekî nêzî malbatê destnîşan kiriye ku herdu destên Aydanê hatine şikandin, çavekê wê hatiye derxistin û wesleyên wê yên hundir hatine derxistin.
Cenazeyê Ayda Rûstemî li herêma Gurgan a girêdayî Eyaleta Gulistan a li Bakûr-Rojhilatê Îranê spartin axê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.