Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK: Bi politîkaya şer xwezaya Kurdistanê tê talankirin

18/12/2022
in ROJEV
A A
KCK: Bi politîkaya şer xwezaya Kurdistanê tê talankirin
Share on FacebookShare on Twitter

 

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê bal kişand ser Bexçeyên Hewselê yê ku di bin gefa tunekirinê de ye û got, bi pergala tecrîd û êşkence ya Îmraliyê re, dewleta dagirker şerê xwe yê qirkirinê geş kiriye û ev şer pêl bi pêl belavî her derê kiriye.

 

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand Baxçeyên Hewselê û ragihand ku pergala ku li îmraliyê tê meşandin, li dijî hemû hebûn û nirxên kurd û Kurdistanê tê meşandin û bang kir ku tinekirina Baxçeyên Hewselê jî sucê li dijî ekolojî û civakê ye û eger neyê parastin wê dijberiya şer pêk neyê.

Herwiha da zanîn ku Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê, polîtîkaya înkar dema dimeşîne, tenê êrîşî hebûna civakî ya civaka Kurd nake, xweza û nirxên wê yên çandî yên ku bi dîroka Kurdistanê re yek in ji holê radike û da diyarkirin ku nahêle tiştekî aîdê xweza û çanda Kurdistanê bimîne û got, bi pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê re, şerê xwe yê qirkirinê geş kiriye û ev şer pêl bi pêl belavî her derê kiriye. Ne hiqûqa navneteweyî nas dike û ne jî pergala hiqûqa wan heye. Di bin koordînasyona tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê de li dijî hemû bingehên civakî û jiyanî yên Kurdîtiyê vî şerî dikin.

Dewleta dagirker dewlemendiya xwezayê tune dike

Komîteya KCK’ê diyar kir ku dewleta tirk bi hemû cureyên çekên kîmyewî û biyolojîk, ku li gorî pîvanên hiqûqî yên navneteweyî qedexe ne, li Kurdistanê bi kar tînin û wiha ragihand: “Heta ava gelê Kurd jî kirine parçeyek ji vî şerê bêexlaqî. Bi şewb û birçîbûnê plan dike ku gelên Rojava tine bike. Ji ber wê her roj tenduristiya civakê, dibistan û qadên hilberînê yên jiyanê bombe dikin.”

‘Hovîtiya bê sînor cenazeyên leşkerên xwe jî di şewitîne’

Komîteyê bal kişand ser sucên şer yên dewleta tirk û got, Şerê qirkirinê yê ku Başurê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveya tevgera dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê didome. Li ser navê “şopê li pey xwe nehêle” ew qas hovane tevdigerin ku heta cenazeyên leşkerên xwe jî dişewitîne. Di barbariyeke hovane her roj bi dehan caran çekên kîmyewî bi kar tîne da ku li erdnîgariya Kurdistanê şopa jiyanê nemîne. Bi îlankirina her cihê ku gelê Kurd lê dijîn bikin qada şer, bi pozîsyona xwe ya şerê topyekûn xwezayê qir dike. Li herêmên Botan, Behdînan, Besta û Munzûrê xweza û daristanan qir dikin.

Amed divê xwezeya xwe ji qirkirinê biparêz e

Komîteya KCK’ê bal kişand ser armanca talankirina xweza û wiha got: “Dixwaze mirov li ser xwezaya Kurdistanê nemînin. Ji ber vê yekê divê em nehêlin Geliyê Dîcle bibe beton. Baxçeyên Hewselê bi hezaran salan wekî geliyê bereketê yê gelê Amedê hebû û divê hebe jî. Heta ku baxçeyên Hewselê neyê parastin, dijberiya şer wê pêk neyê. Heta ku mirov dijberiya şer neke, wê pergala ekolojîk a xerabûyî jî dîsa ava nebe”.

Pêşî li talan û dagirkeriyê bigrin

Ji bo vê jî divê hemû tevgerên li dijî şer, hawirdor û ekolojiyê bibin yek û bi têkoşîna yekbûyî ya gelan dawî li talankirin û qetlîama xwezaya Kurdistanê bînin. Divê em destûrê nedin Santralên Enerjiya Rojê û hilweşandina mîrateya me ya dîrokî.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.