Rojnameya Ronahî

’Hêzên navneteweyî berpirsyarê sûcên li Îmraliyê ne’

 

Endama Desteya Parêzerên Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Roşîn Hido da xuyakirin ku derbarê rewşa Rêber Ocelan de rêxistina CPT’ê berpirsyare û got, divê CPT raporên xwe yên derbarê rewşa Rêber Apo de eşkere bike û tevayiya hêzên navneteweyî berpirsyarên sûcê tecrîda li Îmraliyê ne.

Zana Roj/ Şehba 

Dewleta Tirk a faşîst li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de îradeya  gelê Kurd û tevayiya gelên azadîxwaz dike armanc. Lewma êrîşên wê yên qirkirinê li Bakur, Başûr û Rojava bênavber dewam dikin. Herwiha  Îmralî bûye navenda şerê qirêj û êrîşên qirkirinê. Di tecrîda giran a 24 salan ku li ser Rêber Apo tê kirin, tê xwestin ku pêşiya meşa azadiyê ya gelê Kurd were girtin. Ev 22 mehin ku ti agahî ji Rêber Apo nehatine wergirtin. Di 29’ê Mijdarê de Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanî da û derket holê ku heyeta CPT’ê bi Rêber Apo re hevdîtin nekiriye, bi vê daxuyaniyê re fikarên gelê Kurd û dostên wan yên azadîxwaz  yên li ser tendirustî û ewlekariya Rêber Apo zêdetir bûne. Gelê Kurd û dostên wan yên li cîhanê seferber bûn û daketin qadan.

Derbarê rewşa Rêber Apo û tecrîda girankirî ya li ser hatiye ferzkirin, helwesta CPT endama Desteya Parêzerên Parastina Rêber Abdullah Ocalan parêzer Roşîn Hido ji rojnameya me re axivî.

’Di kesayeta Rêber Apo de gelê Kurd dikin armanc’

Roşîn Hido diyar kir ku armanca tecrîda giran ya li ser Rêber Apo pêşîgirtina li belavbûna fikrên azad e û wiha got: “Rêber Ocalan ji bo xizmeta mirovahiyê  îdyolojiya jiyana azad  pêşkêşî cîhanê kiriye, ev îdeolojî dikeve xizmeta tavahiya gelên azadîxwaz, bindest û mirovahiyê bi giştî de. Li ser wê bingehê gelê Kurd, mirovên azadîxwaz yên enternasiyonal, mirovên ji ol û netewên cûda berê xwe dan çiyayên azad û tevlî nava refê gerîla bûn û ji azadiyê canê xw feda kirin. Herwiha pratîka felsefeya Rêber Apo di şoreşa Rojava de hat jiyan kirin û ji her kesî rfe isbat kir ku ev fikrên Rêbertî yên azad çareseriya tevayiya pirsgirêkên herêêmê û Rojhilata Nvaîn e. Ji ber ku felsefeya Rêbertî dikeve xizmeta gelan de û li dijî berjewendiyên desthilatdaran e, Rêber Apo bi komoloyekê navneteweyî hat girtin û ev 24 salin li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye.”

“tavahî dadgehên ku Rêber Ocalan tç re derbas bûne bê encam bûn”

Rûşîn da zanîn ku dewleta Tirk û hêzên kompiloger tavahî zagonên navnetewî binpêkirin e û wiha domand: “Tevayiya cîhanê dizane ku Rêber Ocalan di encama komployeke navneteweyî de û bi destên hêzên navnetewî yên kompirogr weke DYE, Rûsya û Israîl û tevayiya hêzên NATO yê ve hatiye dîlgirtin û radestî dagirkeriya Tirk hatiye kirin. Di dadgeha Rêber Abdullah Ocalan de tevaiyiya zagonên navneteweyî hatin binpêkirin. Mafê Rêbertî yên mirovî jî nehatin dayîn. Dadgehên ku Rêber Ocalan di wan re derbas bûye ji pêvanên mirovahioyê û hemû zagonên mafên mirovan dûrin, encamên wan jî li gor berjewendiyên hêzên navnetewî hatin derketin”.

’CPT li hemberî rewşa Îmraliyê bi erkê xwe ranabe”

Roşîn diyar kir ku rêxistina sereke a ku divê derbarê rewşa Îmraliyê bêdeng nemîne, rêxistina CPT ya Ewropa ye û wiha got: “Li cîhan gelek rêxistinên ku şopandina rewşa zîndan û  girtiyan dikin hene û li gorî sîstemên navneteweyî hatine damezrandin. Yek ji wan rêxistinên sereke ku perpirsa şopandina rewşa zindan û girtiyane, CPT ye. Ev rêxistin di 23’ê  salan de, tenê 9 caran derbasî Îmaraliyê bûye , lê belê ji ber ew jî yek ji rêxistinên girêdayî sîstem û dewletên Kompilogere, li gor berjewendiyên desthilatan tevdiger.

Di navbera 20 û 29 Îlona 2022’an de ji bo şopandina rewşa Rêber Ocalan,  rêxistina CPT derbasî girtîgeha Îmraliyê bû. Lê vê carê tu daxuyanî û rapor di derheqê hevdîtina dawiyê de neda, li gor gotinên wan wê di Adara 2023’an de daxuyanî were dayîn, lê ev yek divê neyê qebûl kirin û divê daxuyanî di dema hevdîtinê dce were dayîn.”.

’Ji bo têkbirina tecrîdê gelê Kurd li qada ye’

Endama Desteya Parêzarên Parastina Rêber Abdullah Ocalan Roşîn Hido di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku divê binpêkirinên mafên mirovan yên li Îmraliyê tên kirin bên tewsîqkirin û  ji raya gîştî re werin eşkere kirin  û got: “Rêber Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd û yên bindest hat girtin û tecrîdkirin. Li hemberî vê tecrîda ku di girtîgeha Îmraliyê de tê kirin, divê rêxistina Afû ya navnetewî û CPT xwe berpirsyar bibînin û bi erkên xwe yên exlaqî rabin. Eger rewşa Rêbertî neyê eşkere kirin wê gelê Kurd her û her liu qadan be, wê rewşa herêmê bi giştî serûbin bibe, bera hêzên navneteweyî hisabên şaş nekin, bi seed hezaran  mirov li ser fikrê Rêbertî kar dikin û ji bo azadiya wî xwe feda dikin.”