Rojnameya Ronahî

Gerîla û Peymana Mirovahiyê

 

Farûk Sakik

 

Şer; daxwaza dewletan a parvekirina cîhanê ye.  Di şerê cîhanê yê yekem de, Bêrîtanya û Almanya  dixwestin cîhanê parvekin û Şer dan destpêkirin.  Şerê Duyemîn ê Cîhanê jî navend li Almanya bû, lê li her deverî eniyên şer çêbûn.

 

Şerê Sêyemîn ê Cîhanê jî ji Iraqê dest pêkir û heya îroj li gelek eniyan dewam dike. Dewlet di vî şerê dawî de, li dijî hev şer nakin.  Ji bo civakek û dewlemendiyên wan bi dest bixin, li ser civakê stratejiyên cuda pêk tînin. Civakê bi hev didin kuştin. Kijan dewlet ger zêdetir civak xistibe bin desthilata xwe, di wî şerî de ew serketîtir e.

 

Li Kurdistanê êrişên dewletên dagirker bi salan e dewam dikin. Dema Kurdan jî bi berxwedanê bersiv da, bûn aliyek şer. Di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de eniyek jî li Kurdistanê ye û kurd dibêjin, ‘wek civakên din hûn nikarin me di vî şerî de bikar bînin’ û bi xeta sêyem li ber xwe didin.

 

Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê wan aliyên şerxwaz yên xwedê giravî ji bo aştiyek mayînde xebat dimeşandin! Li aliyek peymanên parastina mafê mirovan îmze dikirin û li aliyek jî êrişî her deverên cîhanê dikirin. Hin herêm bi çek hin herêm jî bi îktisadî dagir dikirin. Wan peymanên xwe wek amûrek dixapandina civakê de bi kar dianîn.

 

Dîsa şerm nekirin, rabûn peymana Cenevê ya hiqûqa şer îmze kirin.  Xwedê giravî gotin bila hiqûqa şer jî hebe! Şer kuştin, talan, êş, koçberî û tunebûn e. Tu carî hiqûqa van têgehan jî nabe. Bila bi peymanekê, şer qedexe bikin. Bi peymanekê aştiya cîhanê mîsoger bikin. Bi peymanekê li dijî dewletên şer dane destpêkirin, rawestin. Bi peymanek, bazirganî û hilberandina hemû çekan qedexe bikin. Bi tenê qedexekirina çekên kîmyewî,  biyolojîk û nukleerî qîm nake. Divê her tiştên zirar dide mirovahiyê werin qedexekirin û cezakirin.

 

Em vegerin şerê li Kurdistanê. Di şerê Zapê de çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Dewletên peyman îmze kiribûn, bêdeng man. Dewleta dagirker cesaret girt û karanîna kîmyasal zêde kir. Herwiha dewleta dagirker cenazeyên gerîlayên Kurdistanê ji malbatan veşart û li hember cenazeyan bêrûmetî kirin, cesedên leşkerê xwe şewitandin û gelek sûcên şer pêk anîn. Lê, me nedît dewletên ku îmzeya sexta avêtibûn, di bin wan xalên peymanan ketin nav tevgerekê de.

 

Lêbelê dema ku ev yek pêkdihatin peymanek din jî hebû; Peymana Mirovahiyê. Di vê peymanê de îmze kirin tune bû; Bawerî û pêk anîn hebû. Gerîlayên Kurdistanê, li aliyek ji bo parastina Kurdistan û mirovahiyê şer dikirin, li aliyekê jî ji bo rûmeta mirovahiyê bin pê nebe, tevdigeriyan.

 

Mînak: Di vî şerî de aliyê Kurdan ji bo bikaranîna belgeyên çekên kîmyewî îspat bikin, bang li saziyên serbixwe û rêxistinên mafê mirovan kirin. Çima? Heger ew kîmyasala dewleta Tirk a dagirker li Kurdistan bi kar aniye, neyê îspatkirin û midaxele neyê kirin, wê hin dewlet ji vî cesaret bigirin û li hin deverên din jî bi kar bînin.

 

Mînakek din; Her çiqas dewleta dagirker li hember cesedên gerîla bê rûmetî bike jî gerîla tucarî li hemberî cesedên leşkerên dagirkeran ku van leşkeran sûcên mirovahiyê kirine, kujer in lê dîsa jî bêhurmetî nekirin. Ji bo malbat werin cesedên zarokên xwe birin, gerîla bang dikin.

 

Herî dawî cesedekî leşkerên dagirker ku nasnameya wî li ser hebû, dîmenên wî nîşandan ku malbata wî bikeve nav tevgerê da û cenazeyê bigire. Ango hûrmeta gerilla ya li hember cenazeyên leşkerên dewleta dagîrker nişan dayîn, wan ji bo leşkerên xwe nişan nedan û dijberê wê ji bo ku windahiya xwe û têkçûna xwe ji raya giştî re veşêre, cenazeyên leşkerên xwe şewitandin.