Rojnameya Ronahî

Her ku faşîzma tirk tengezar dibe êrîşên xwe zêde dike

 

Rustem Başûr

Em di pêvajoyeke pir girîng û hesas re derbas dibin. Beriya her tiştî pîwîstî heye ku em, pêvajoya heyî baş analîz bikin bi heman awayî derxin hêza zanebûnê. Ji ber ku serdemeke di asta gerdûnî de kirîz, qaos dide destnîşan kirin. Bêguman modernîteya kapîtalîst ya bi asîmîlasyonê bawer dike, mîna levîathaneke li ser rûyê erde,  dixwaze ku civaka me ji xwezaya xwe bide dûrxistin. Lewma kesê ku ji Kurdatiyê bawer dike, deriyên xwe ji azadiyê û demokrasiyê re vekiribe hewil tê dayîn ku wî ji holê rakin. Yanî, pergala modernîteya Kapîtalîst bi şêwazên taktîkên xwe yên nû şer li ser parzemînên cîhanê belev dike re, dixwaze bi her şêweyî xitimandina pergala xwe derbas bike û şer li her deverên cîhanê belav bike, ku ev jî ji bona mirovahiyê xeteriyan dide pênasekirin. Ji ber ku sîstema moderin wer bawer dike ku wê bi şer bikaribe vîna gelan bişkîne. Lewra  li ku derê cihê pilanekî qirêj hebe li serî de li ser herêma Rojhilata Navîn re dide ceribandin.  Bi taybetî wekî niha em dibînin bi şerê ku em niha lê rast tên re bi tevahî hêzên moderin ya Kapîtalîst li ser karin, da ku hewildanên xwe ya dizayinkirina bi cîbînin. Bi heman awayî armanc dikin ku berjewendiyên xwe serwer bikin, da ku hegemoniya xwe berfirehtir bikin. lewma baş tê zanîn ku di şerê cihanê yê seyem yê ku li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê dimeşe, kete qunexekî nû.  Yanî di wateyekî kurt de navenda şerê esasî Rojhilata Navîn û Kurdistan e. Ji ber ku ermanca hezên nûker ew e ku li gor berjewendiyên xwe dîzayîna herêma Rojhilata Navîn bikin û vê erdnîgariyê ji nirxên wê yên kevneşop biyanî bike.

Bêguman dewleta Tirk bi her awayî dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan û destkeftiyên wan israr dike û ji her gavî zêdetir êrîşên xwe girantir dike. Ji lewra hate dîtin ku di 18’ê mihê de êrîşên xwe li ser erdnîgariyekê berfireh ji şehbayî tanî Kobanê û bi her awayî hate heya Dêrik û hin deverên din bombebaran kir. Dewleta Tirk dizane ku parestina Kurd ya hewayî nîne. Ji lewra di vê hêlê de qet texsîr nake û wekî ku çi kes ji vî şerî zerer nabîne, dihesbîne. Ji xwe rastiyekî domdare ku dewleta Tirk ji dewletbûnê derketiye û ji bilî terorîzêmê cudatir tiştek nake.

Li milekî din jî  qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera DYA û Rûsyayê de tê parvekirin. Dewleta Tirk bêyî destûra van her du dewletan nikare êriş bike. ji bona wê dikare bê gotin ku hem Rûsiya, hem jî DYA ê ji bona vê êrîşê lembeya kesk ji bo dewleta Tirk pêxistiye. Her wiha mirov dikare bêje ku  Erdogan ji bo Rûsyayê amûreke bikêrhatî ye ku li dijî DYA û NATO’yê bi kar bîne û ji ber vê yekê Pûtîn bi awayekî vekirî piştgiriya wî dike da ku were hilbijartin. Mezintirîn karta Erdogan a ji bo serketina di hilbijartinan de jî şerê li dijî Kurdan e. Ji ber ku dijminatî û înkarkirina Kurdan, opozîsyon û burokrasiya dewletê ya li Tirkiyê bi yekcarî kor dike.

Bêguman dewleta Tirk bi ti awayî hisabên van êrîşan nake, ya rast di dema bohrî de hewl da ku êrîşî herêma Rojava bi bejayî jî bike. Lê baş dizane ji bo ku vê jî bike, pêwîste di serî de hin qaxizên xapandinê di destên wî de hebe. Ji lewra Teqîna li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê kirin hincet. Bawer dikir ku bi vî rêbazî wê bikaribe vîna kurdan bişkîne, lê rastiyekî domdare ku êdî ropoşka wî kete xarê û wê nikaribe bi vî awayî encaman li hemberî Kurdan bidestbixwe.