Rojnameya Ronahî

Bertekên jinan yên li dijî Balafir û planên Tirkiyê

 

Darîn Silê/Qamişlo

Li hember êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê jinên bajarê Qamişlo diyar kirin ku êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê ti carî îradeya wan naşikîne û gotin, eger rewş astengtir bibe, wê berxwedaneke mezintir li hemberî dagîrkeran bê kirin. 

Ji destpêka şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê ve, êriş û bombebaranên dewleta Tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê berdewamin. Tirkiyê rojane bi balafirên xwe yên bê mirov welatiyên herêmê, bi taybet jin û zarokan hedef digre û hewl dide kesayetên pêşengiya şoreşa civakê dikin, tine bike. Rojane bajar û gundewarên li herêmê bê serûber bombebaran dike.

Ji 19’ê Mijdarê ve, ji aliyê dewleta tirk ya dagirker ve bi awayekî hovane li ser herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş pêk tên. Ev êrişên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ne êrişên nû ne, lê êrişên vê dawiyê teybet binesaziya herêmê armanc digire û tirs û tevlîheviyê di nav gelên herêmê de çê dike.

Lêbelê li dijî van êrişên dagirkeriyê gelê herêmê amadekariyên xwe dike; bi îrade û hêza gelê şoreşgerî li kêleka hêzên leşkerî disekine û banga xurtkirina têkoşînê dike.

Derbarê rewşa dawî ya li bakur û rojhilatê Sûriyê û girîngiya xurtkirina têkoşînê li dijî dagîrkeriyê, jinên bajarê Qamişlo ji me re axivîn û dan zanîn ku ew amadene ku li dijî êrişên dagîrkeriyê bisekinin.

`Armanca Tirkiyê qirkirina gelên Sûriyeyê bi giştî ye`

Jina bi navê Fatma Hesen Casim bal kişand ser cihên ku ji aliyê dagîrkeriya Tirkî ve tên hedef girtin û wiha got: “Armanca Tirkiyê qirkirina gelên Sûriyeyê bi giştî ye. Lewra ne kurd tenê li ser vê xakê dijîn. Li kêleka kurdan bi hezaran gelê ereb, ermen, suryan û tirkman hene. Tirkiyê bi riya êrişên xwe yên hovane hewl dide sivîlan tine bike û navendên xizmetê yên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê xirab bike. Ji bo wê jî di êrişên xwe yên vê dawiyê de gelek cihên ku xizmeta gelê herêmê dikin hedef girt, wek embarên genim, rawestgeha elektrîkê, nexweşxane û dibistanên perwerdeyê. Ev yek zagonên navdewletî binpê dike. Herwiha hêzên garantor jî li hember vê rewşê helwesta xwe diyar nakin. Ev yek nîşan dide ku, dibe ku di demên pêş de êriş bi rengekî  zêdetir berdewam bikin.”

‘Em dizanin ku Rûsya û Emerîka jî alikarin!’

Fatma diyar kir ku Balafirên bêmirov yên Tirkiyê yên ku ji roja destpêkê ve derbasî esmanê Sûriyê bûne, tev bi erêkirina hêzên derve ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev balafir bêyî agahdarî û erêkirina Rusya Emerika derbasî asîmanê Sûriyê nabin. Lewra pêwîste Rûsya û Emerîka derbarê çima erêkirina pêkanîna êrişan de xwe zelal bikin. Divê ev hêze li hember hêza herêmê û gel cîdî bin.”

`Em bi hêza xwe ya cevherî û ya leşkerî tinê bawer in`

Fatma di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de divê hemû pêkhate û gelên bakur û rojhilatê Sûriyê helwesta xwe ya bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî nîşan bidin û wiha got: “Divê gel Şerê Gelê Şoreşgerî weke stratejiyeke ku pê hebûna xwe û destkeftiyên xwe biparêze, bibînin. Em bi gel û hêza xwe ya leşkerî pir bawer in. Ji bo wê jî eger rewş astengtir bibe, wê berxwedaneke mezin li hemberî dagîrkeran bê kirin.

Fatma Hesen Casim di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li dijî êrişên Tirkiyê divê em erkê xwe yê nîştimanî û şoreşgerî yê parastina xak û destkeftiyên xwe pêk bînin, da ku herêm nekeve nav aloziyek mezintir de.”

`Pêwîste gelê me li gorî rewşa heyî tev bigere`

Welatiya bi navê Qesîda Hacî jî got, divê gelên me yên bakur û rojhilatê Sûriyê li gorî rewşê tedbîran bistînin û axaftina xwe wiha domand: “Pêwîste gelê me xwe bi rêxistin bike û li gorî vê rewşê tev bigere. Da ku dema şerek çêbû gel bizane parastina xwe bike û berê xwe nede koçberiyê. Divê em di demek nêz de dawî li dagîrkeriyê bînin û rê nedin dagîrkeran ku li şûna me bi cih bibin. Çiqas em têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin ewqas emê bi ser bikevin û rê li ber xewîn û xeyalên Tirkiyê bigirin.”

`Balafirên û planên Tirkiyê dawî li hebûna me nayne`

Qesîda destnîşan kir ku piştî şikandina dagirkeriyê û pûçkirina hemû planên wê yên li dijî gelrîlayên azadiyê, êrîşên xwe li ser herêmên Rojava zêde kiriye û axaftina xwe wiha domand: “Bi saya hêza gerîlayên azadiyê û berxwedana gelê şoreşgerî me xeyalên Tirkiyê yên zindîkirina DAIŞ’ê şikandin û me di her carê de armancên wê têk birin. Ji ber ku dagîrkeriya Tirk nikare rû bi rû şerê me bike. Wê tenê bawerî bi balafirên xwe heye lê, balafirên û planên wê jî dawî li hebûna me nayne.”

‘Kesê li hember sucên Tirkiyê bêdeng dimînin şirîkên kujerên zarokên me ne’

Qesîda li ser bêdengiya dewletên Navneteweyî wiha got, “Dewletên Navneteweyî û saziyên qaşo mafê mirovan diparêzin, li hember sûc û kiryarên Tirkiyê yên hovane bêdeng dimînin. Herwiha naxwazin gelê kurd bibin xwedî maf. Ji bo wê jî em dibêjin; ‘kesê li hember kiryarên Tirkiyê bêdeng dimîne, şirîkên kuştina zarokên me  e.’ Lewra ev dewlet piştgiriya Tirkiyê dikin û hewl didin bi riya Tirkiyê kurdan bê çare bihêlin. Herwiha naxwazin projeya Netewa Demokratîk ya ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêş ketî, bi ser bikeve. Ji bo wê jî alîkariyê didin Tirkan ku me tine bikin.”

‘Kesê parastina xwe bixwe neke dibe koleyê hêzek din’

Qesîda Hacî di dawiyê de got, çawa ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi navê jinên Kurd mezin û berfireh bû, em jî soza parastina destkeftî û nirxên şoreşê didin. Heta ku em çar parçeyên Kurdistanê azad nebînin emê li qadan bin û doza mafê xwe bikin. Kes ji ber kesekî din parastinê nake. Eger yek bixwe parastinê neke wê ji wateya mirovatiyê dûr bikeve û bibe koleyê kesên din.