Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çalakiyên li dijî Tecrîda li Îmraliyê dewam dikin

17/12/2022
in NÛÇE
A A
Çalakiyên li dijî Tecrîda li Îmraliyê dewam dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Li dijî tecrîda girangirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kobanê, Til Temir, Eyn Îsa û Qamişlo  çalakî hatin lidarxistin

Rêzeçalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.

Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ji bo protestokirina tecrîdê girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi dirûşmeya, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” komxebatek li dar xist. Di komxebatê de hat diyar kirin ku saziya CPT ku qaşo ji bo mafên bindestan hatiye avakirin, bûye MÎT’a dewleta Tirk û xwe ji van kiryaran re ker kiriy. Her wiha di komxebatê de hat destnîşan kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bê şikandin wê ciwan û gelên herêmê  li ber xwe bidin.

Herwiha bi heman armancê bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa bi xwepêşandanekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir. Xwepêşandan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ve hat organîzekirin û bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî beşdarê bûn. Di xwepêşandanê de pankertên bi nivîsên “Azadiya Rêber Ocalan misogeriya azadiya gelan û kilîta çareseriya aloziya li herêmê ye” û wêneyên Rêber Ocalan hatin bilindkirin. Di xwepêşandanê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herêma Feratê axaftin hatin kirin û xwepêşandan bi dirûşmeyên mîna “Bê serok jiyan naba”bi dawî bû.

Herwiha Îro ji aliyê Tevgera Xwendekarên Demokratîk  pêşangehek li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo hat vekirin. Di pêşangehê de pirtûkên Rêber Ocalan û yên girêdayî tevgera azadiyê ya Kurdistanê û tabloyên ku wêneyên Rêber Ocalan li ser hatine xêzkirin, hatin pêşandan.

Li Til Temrê jî Tevgera Hîlala Zêrîn û Tev-Çanda  çalakiyek li dar xist. Çalakî bi xwendina daxuyaniyê ji aliyê Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Til Temirê ve hat destpêkirin. Di daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Paş re ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stran û helbest hatin gotin,  herwiha şanoyek bi navê “Dem dema azadiyê ye” hat pêşkêşkirin. Çalakî bi dirûşmeya ’Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.