Rojnameya Ronahî

Rûken û rûgeş a çiyayan

 

Nasnav: Mîzgîn Garzan
Nav û Paşnav: Şükran İmaç
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1991/Sêrt
Navê Dayikê: Kadriye
Navê Bav: Hasan
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 14.5.2008/Sêrt
Dîrok û Cihê Şehadetê: 8’ê Gulana 2012’an li Bedlîs

 

Ji bo bîranîna Mîzgîn Garzan (Şükran İmaç)

 

Hevala Mîzgîn ji Koçerên Sêrtê ye. Ew di sala 2008’an de beşdarî nava refên gerîla dibe. Tevlîbûna hevala Mîzgîn li eyaletê pir bi nirx bû û pir bi wate dihat dîtin. Ji ber ku li Eyaleta Xerzanê ji sala 1995’an ve hevala jin a destpêkê bû ku tevlî dibû. Vê rewşê dihişt ku heval ji wê hez bikin û wê li ser destan bigirin. Wê jî ji hevalên xwe pir hez dikir. Rexmê ku hevalek nû bû, taybetmendiyên li gel xwe dayî avakirin pir binirx bûn; ew yeke bicoş, bimoral, biwêrek û ew li hemberî hemû hevalên xwe pir bi rêzdar bû.

Piştî hatina hevala Mîzgîn a çiyayên azad ku min ew cardin dît, ez pir şaş mabûm. Qet nedişibiya yeke nû tevlîbûyî. Min ev yek ji wê re jî gotibû. Ew pir bihêz dihat dîtin. Êdî dikarî xebatên pratîkî jî bike, dikarî li hemberî mercên xwezayê têkoşîn bike. Dema ev taybetmendiyên erênî dihatin gel hev, bi awayekî xwezayî pir zahmetbû ku tu hevala Mîzgîn weke şervaneke nû bibînî. Bi rastî jî tevlîbûna wê ya mehekê mîna sekneke hevaleke ya çend salan dihat dîtin.

Qet dibistan nexwendibû. Pir dixwast xwendin û nivîsê fêr bibe, digot divê ez mutlaqa fêr bibin. Piştî vê daxwaziya wê hemû hevalan dît, ji bo xwendin û nivîsê fêr bibe çi ji destên wan dihat dikirin. Piştî demeke kin hevala Mîzgîn hem fêrî nivîsê bû û hem jî fêrî xwendinê bû.

Hevala Mîzgîn demeke dirêj li qada Şêx Cuma mabû. Demekê li gel hevala şehîd Arjîn dimîne, vê yekê di pêşketina wê de ristekî girîng lîstibû. Hevala şehîd Arjîn gelek tişt bi wê dabû fêrkirin. Hevala Arjîn wê çawa di pîvanên rêxistinî de tarzê têkoşînê bingeh bigire dabû nîşandin, weke din jî ew ji her alî ve dabû perwerdekirin. Hêzbûyîna wê ya di wateya vînê de ristekî girîng a hevala Arjîn hebû.

Piştî demeke din hevala Mîzgîn dibe Fermandara Tîmê û derbasî qada Tatwanê dibe. Ew fermandara ciwan tevlîbûna xwe ya mîlîtanî li wê qadê jî dide berdewamkirin. Li wir jî bi tevlîbûna xwe ya bihêz ve ew di nava hevalan de tê hezkirin.

Li qada Şêx Cuma di bin pêşengtiya rêhevala Arjîn de şehadeta 15 hevalên jin, hevala Şehîd Mîzgîn pir bandor dike, li gel wê atmosfereke hestiyariya pir giran dide afirandin. Ew wan şehadetan nikare tehamûl bike. Ji wê re rewşekî mirov nikaribe li ber xwe bide tê. Hevala Mîzgîn dibêje divê mirov bersiva vê rewşê bide, bi vê boneyê hevalên li gel xwe jî bi awayeke leztirîn derbasî tevgerê dike. Ew hêrsa wê ya divê em tola rêhevalên xwe yên şehîd rabikin, bi vê hîsê ve hevalên li kêleka xwe jî dide pejirandin. Hevalên di wê pêvajoyê de bi hevala Mîzgîn re mabûn digotin, hevala Mîzgîn digot; “Ger ez tevayî leşkerên Tatvanê jî bikujim ji bona min nebes in” min ev yek bihîstibû.

Dema ji bo tola rêhevalên xwe diçin keşfa qerekolekî, hevala Mîzgîn û hevalên wê diçin gundekî, ew dibin qurbana kevneşopiya îxaneta ya koka xwe dispêre pir kevin. Giliya wan dikin. Dijmin wan dorpêç dikin û di encama pevçûnê de hevala Mîzgîn û çar rêhevalên wê şehîd dikevin.

Ez ê qet rêhevala Mîzgîn jibîr nekim. Wê bîranîna wê di têkoşîna rêhevalên wê de bê jiyankirin.

Hevrêyên Wê Yên Têkoşînê