Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrîşa li ser Sûrî wê bi erêkirina Rusya û DYA bibe

14/12/2022
in ROJEV
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

 

Zekî Bedran

 

Dewleta Tirkan li hember bakûrê Sûrî, ji bo seferek nû ya dagirkirinê amadekariyek mezin dike. Bi taybet hewl dide ji Rusya alîkarî bigre û bi erêkirina wan vê yekê pek bîne. Gel hemû, civaka Sûrî dixwazin şer xelas bibe û birîn bên pêçandin. Tirkiyê berovajî vê yekê hewl dide birînên nû veke û bi sedhezaran kesan koçber bike û rewş xirabtir bibe. Ji bo Kurd tinebin, statûyeke wan nebe dixwaze hemû cîhanê rake ser piyan.

Kesên nizanibin ewê bêjin qey Kurd hember dewletê Tirkan pir xerabî kirine, hewldana dagirkeriyê kirine! Li Rojhilata Navîn herî zêde Kurd li nava sînorê Tirkiyê jiyan dikin, li wir jî Kurd heta niha Tirk tên hesibandin. Di destura bingehînde wiha hatiye pênase kirin. bi zimanê dayîka xwendin qedexe ye. Polîtîkayek asîmîlasyonê sîstematîk tê meşandin. Kurd ev sed salin bin polîtîkaya îmha û înkarêde jiyan dikin. Dixwazin di nava hebûn û netevbûna Tirk de bihelînin. Di nava penceya qirkirina çandîde ne. Lê li başûr û rojavayê Kurdistanê de Kurd bi zimanê dayîka xwe perwerde dibinin, çanda xwe jiyan dikin û bûn xwedî nasname. Tirkiyê vê yekê ji bo xwe xeterîyek mezin dibîne.

Di nava axa Sûrî herêmeke bi kûrayî 30 km. weke herêma ewlekarî îlan dike. Dibêje, ewlekariya sînorên Tirkiyê bi dagirkirina axa Sûrî û Irak`ê ezê pêk bînim. Her wiha dibêje, ‘başûrê Tirkiyê bûye koridora terorê, DYA 4-5 hezar TIR çek û cebilxane daye YPG,’ ev qêrînên wan hemû ji ber îhtîmala jiyankirina Kurdan li Sûrîyek demokratik e. Ew rastiye ku Tirkiyê weke xeteriyek mezin bi cîhanê dide nişandan. Ew 30 km. herêma ewlekarî jî herêmên Kurd jiyan dikin e.  Demên berê rêjîma baas bin navê ‘kembera ereban’ de li herêmên Kurdan gelê ereb bi cîh kiribûn. Dixwastin helandin bi lez bikin, hebûna Kurdan kêm bikin. Dewleta Tirkan jî dixwaze ‘kembera ereban’ jî derbas bike, herêmên bê Kurd ava bike. Di bin pênase û edebiyata Teror de qirkirina netewî û jenosîd heye.

Tirkiye Efrîn dagirkir. Qey li wir PKK û YPG ma ne? Na, ti rêxistineke Kurdan nehêştin e. Lê tû li dewleta Tirkan binerî, dibêjin “bi Kurdan re û dewletan re pirsgirêkê me nîne, hedefa me terorîstin“ Ger pirsgirêka we bi Kurdan re nîne, çima gelê Efrînê nikarin vegerin cîhê xwe? Yên ku li Efrin’ê mabûn jî mecbûr man reviyan. Hemû mal û milkê gel dest danîn ser û talan kirin. Heman tişt li Girê spî û Serêkanî jî hat dûbarekirin. Erdogan niha jî dibêje ‘ezê Rojava hemû paqij bikim divê Kurd li wir nemînin’. Rastiyê ku li meydanê tê jiyankirin eve. Divê ev yek baş bê fêmkirin û bi cîhanê re baş bê şîrovekirin.

Niha hikûmeta Tirkan ji bo operasyoneke bejayî şert û merc gûncav dibîne. Lê destek û erêkirina DYA û Rusya nebe nikare operasyoneke dagirkirinê pêk bîne. Ji bo şer berî hemûyan divê qada esmanî vekin. UN û hemû hêzên navnetewî yên din rûxmî hemû xwastek û hewldanan biryara ‘qedexeya esmanî’ negirt. Salên 1990’î de li hember êrîşên Saddam qada esmanî hate qedexe kirin. Kurdan wiha karîn vegerin li ser welatê xwe û hebûna xwe domandin. Niha êrîşên Tirkan çend kat Saddam derbas kirine. DYA, Ewropa û Rûsya naha li Sûrî ne û çawa bi dijminayîyek bê sînor êrîşê Kurdan tê kirin, dibînin. Lê hember van êrîşan nasekinin.

Pêşiya êrîşên li Girê Spî û Serêkaniyê Pûtîn û Ruhanî çobûn Enqerê. Erdogan alîkarî û destek ji van girt û pişt re êrîş kir. Her wiha Trump leşkerê DYA ji herêmê nekişanda cardin nedikarîn êrîş bikin. ji xwe li Efrîn`ê jî Rûsya qada esmanî vekir û ji bo Tirkiyê rê vebû. Niha jî rewş pir cûda nîne. Erdogan ji bo Putîn amûrekî hêsan yê bi karanînê ye. Di şerê Ukrayna ketîne tangasiyekê. Erdogan jî dixwaze vê firsendê binirxîne û ji bo şerê li dijî kurdan ji Rusaya yê destek bigre. Li bazar wer xwûyaye ku Putîn bi Erdogan re li hev kiriye. Wiha neba Erdogan nedikarî êrîşeke wiha bike. Erdogan axa Sûrî dagir dike, dagirkirinê jî bes nabîne, qirkirina netewî pêk tîne. Çi kare Erdogan li Sûrî heye? Kes wî venexwendiye. Sûrî dewletek endamê NY ye. Axa welateke din weke herêma ewlekarî îlankirin, li dijî hiqûqa navnetewî ye. NY, DYA û Rûsya tenê vê serweriya qanûnê ya di rêzê de jî deynin pêşiya Tirkiyê, ew nikare gavek tenê bavêje.

Rûsya hemû hesabên xwe li ser rêveberiya Şam`ê çêkiriye. Ji xwe polîtîkayeke wê li ser Kurdan nîne. Li Rojhilata  Navîn polîtîkayeke Rûsya ya çêker hebaye, wiha tevnedigeriya. Rûxmî ku Kurd û herêma xweser dizanin ku Rûsya dixwaze rêveberiya Şam`ê biserbixîne, cardin jî navbêynkarî û rol leyîstina Rûsya qebûl kirin. Rûsya li şûna ku vê rolê bileyîze, wekî ku li Sûrî çi pirsgirêk nîne, nakokî nehatine jiyan kirin hewl dide ku cardin herkes tevlî rrejîma Şam`ê bibin û pirsgirêkên gel neyên çareserkirin û dîtin. Kurd kêm mirine an zêde mirine, ji axa xwe hatine derxistin an na, ne girînge. Rûsya dixwaze, Erdogan`ê faşîst ê ku Sûrî hilweşandiye li ser piyan bigre. Dibêje, ‘Tirkiyê  beşek din ya Sûrî dagir bike û bi balafiran lê bixe û hilweşandin hinek din zêde bibe, ma ewê çi bibe’!

Dûbare dûbare em bêjin Rûsya, bi Erdogan re li hev neke, li hember Sûrî sefereke din ya dagirkerî çênabe. DYA jî bêje na, Tirkiyê nikare êrîş bike.

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.