Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hevokek û gelek peyam!

14/12/2022
in ROJEV
A A
Hevokek û gelek peyam!
Share on FacebookShare on Twitter

 

Dibistan û ambara genim a gundê Um El Kêf ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de hilweşiyane, gundî tengezar kirin, zarok bê perwerde hiştin. Li pey êrişan nivîsa li ser texteyê dibistana hilweşiyayî maye: “Serkeftina rasteqîn serkeftina li hember nezanînê ye.”

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Li navçeya Til Temir a girêdayî kantona Hesekê cihên xizmetgûzarî û perwerdeyê yên ku hatine topbaran û bombebarankirin, rastiya êrişên dewleta Tirk a dagirker radixe ber çavan.

Yek ji van deveran gundê Um El Kêf ê dikeve rojavayê navçeyê ye.

Dîmenên dibistana gund û ambarên genim ên bûne hedefa êrişan bersiva pirsa “hedefa dewleta Tirk çi ye?” didin.

Dibistana gund ku bi dehan zarokan tê de perwerde didît wêran bûye û êdî nayê bikaranîn.

Dîwar hilweşiyane, rûniştek û alavên din ên dibistanê şikestine, polên perwerdeyê serobino bûne, pencere û derî li erdê ne.

Ji hilweşandinê tenê hevokek li ser texteyê perwerdeyê ku bala mirov dikişîne û difikirîne maye. Di nava resmên gulan de nivîsa “Serkeftina rasteqîn serkeftina li hember nezanînê ye” hatiye nivîsandin.

Amberên genim ên li gund jî ku berhemên gundiyan lê dihatin komkirin, bi temamî xirab bûne, hin guleyên topan ên neteqiyayî jî li nava ambaran mane.

Mal û dikanên gundiyan jî ji ber êrişan zirareke mezin dîtine.

Welatiyek ji pêkhateya Ereb ku ji niştecihên gund e dibêje ku di dema topbaranê de ew ji lingê xwe birîndar bûye.

Dayikek jî zarokên wê li dorê kom bûne û nan çêdike, dibêje ku ji ber tirsê xew bi çavên zarokan nakeve, hesreta wan jiyanek asayî ye.

ANHA

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.