Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dîmenê termê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna hat weşandin

14/12/2022
in ROJEV
A A
Dîmenê termê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna hat weşandin
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

Gerîla TV dîmenê termê leşkerê dagirker yê bi navê Mûstafa Bazna weşand û bîr xist ku ev leşker li Qada Berxwedanê ya Girê Fm a Metînayê de hatibû cezakirin.

 

Hejayê bîrhistinê ye ku HPG’ê di 7’ê miha Kanûnê de bi daxuyaniyekê ragihan ku di çalakiya 3’ê Mijdarê de ya li Metînayê termê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna di destê wan de ye. Herwiha da zanîn  ku dewleta Tirk hejmara leşkerên xwe yên mirî vedişêre û HPG’ê di daxuyaniyê de wiga gotibû: “Me di daxuyaniya xwe ya 4’ê Mijdarê de diyar kiribû ku di 3’ê Mijdarê de saet di 12.20’an de di çalakiya li Qada Berxwedanê ya Girê FM a Metînayê ku nêzî navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê ye, me cenazeyê leşkerekî, alavên wî yên leşkerî û telefona wî ya destan desteser kiribû. Agahiyên termê leşkerê di destê me de wisa ne. Navê wî Mûstafa Bazna ye, navê dê û bavê wî Dondu û Ramazan e, di 14’ê Gulana 1996’an de li Duzceyê ji dayik bûye û nimreya nasnameya wî 13082287382 ye. Lêbelê hatiye zanîn ku mirina vî leşkerî ji raya giştî û ji gelên Tirkiyeyê hatiye veşartin. Her çiqas li hemberî me rastiya dijmin a ku mirovayetiya xwe ji dest daye heye em Hêzên Parastinê yên Gel ên Kurdistanê li gorî exlaqê mirovayetiyê, nirxên hevpar ên gelan û qanûnên şer tevdigerin û heke were xwestin em dikarin bi rêya sivîl an jî saziyên civakî yên sivîl termê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna teslîmî malbata wî bikin.”

Piştî vê daxuyaniyê, dîsa HPG’ê bi rêya Gerîla TV dîmenê termê leşkerê Tirkiyê yê bi navê Mûstafa Bazna weşand û bi vî dîmenî dîsa teqez kir ku termê leşker hê di destê wan de ye. Herwiha gerîlayên HPG û YJAStar’ê yên di dîmen de axiftîn diyar kirin ku ew di tekoşîna xwe de mafdarin û gotin: “Em ji bo mafê xwe yê azadiyê şer dikin û em li ser xaka xwe vê tekoşînê dimeşînin. Yê ne mafdar û êrişê hebûname dike dewleta tirk ya faşîst e. Emê heya dawî jî vê tekoşîna xwe ya azadiyê bimeşînin. lewma bangawazîya me ji bo malbat, dê û bavên van leşkeran ewe ku ji bo emelên faşîzma dewletê zarokên xwe neşînin mirinê. Her kî bê ser xaka me û êrişê me bike dawiya vî wê wek vîleşkerî be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.