Rojnameya Ronahî

Rewşa Cîhanê Ya Roja Me Ya Îro Rewşa Emperyalîzmê Ye

Rêber Apo

Ji bo fêmkirina vê tevgera antî-şoreşgerî ku bi pêşengiya DYE’ê, divê rewşa ku emperyalîzmê di nav de bû hê ji nêz ve were dîtin.

 

Sîstema emperyalîst, ji bo ku nakokiyên xwe çareser bike û hilweşîna xwe dereng bixe, serî li şer dabû. Lê di encamê şer de, birînên hê mezintir derketin. Li dijî emperyalîzma ku di dema şer de û piştî şer dema xwe ya herî zeîf dijiya, gelên cîhanê, ketin nav têkoşîneke mezin a berxwedan û şoreşê. Dema ku avakirina sosyalîzmê pêş diket, tevgerên rizgariya neteweyî û çîna karker jî serkeftinên mezin bi dest xistin. Ji ber van sedeman, dewletên emperyalîst dema fêm kirin ku bi tinebûneke bêsînor re rû bi rû ne, nakokiyên di navbera xwe de xistin planê duyemîn. Ji bo ku şoreşa cîhanê asteng bikin, bi pêşengiya DYE ya ku ji şer herî zêde bi feyde derketibû, ji bo demekê bi hev re îtifaq
pêş xistin.

Ji bo fêmkirina vê tevgera antî-şoreşgerî ku bi pêşengiya DYE’ê, divê rewşa ku emperyalîzmê di nav de bû hê ji nêz ve were dîtin.

Emperyalîzma Almanya, Îtalya û Japonya faşîst ku bibû sedema bingeha şer, bi binkeftineke mezin re rû bi rû ma. Ekonomiya wan a ku hê bêhtir bi armanca şer hatibû birêxistinkirin, bi temamî hilweşiya. Beşeke mezin û aktîf a hêza mirov, hin miribû hin jî seqet mabû. Kargeh bi temamî xirab bibûn. Îngilîz û Fransa jî, ji şer serkeftî derketibûn û rewşa welatên din yên Ewrûpayê jî, ji vê ne cuda bû. Eger ji nûve rêxistinbûnek avanekiriban e, ne gengaz bû ku kapîtalîzmê jiyana xwe berdewam bikira.

Emperyalîzma DYE’ê ku di kêliya dawî de tevlî şer bibû, ji ber cihê xwe yê coxrafîk zêde zerer nedît. Herwiha talana ku di şer de kiribû, hişt ku bibe dewleteke pir bi hêz. Dema DYE’ê kontrola emperyalîzmê dixist destê xwe, diviyabû li aliyekî ekonomiyên ku bibûn xirabe, ji nûve ava bike û li aliyê din jî weke berdêla vê, li mîrateya kapîtalîzmê ya li mêtingehan xwedî derkeve. Dema ku rewşa bêhêz û bêquwet a Îngilîzîstan û Franseyê bi berxwedana mêtingehan re bû yek, şiklê nû yê mêtingeriya DYE’ê bû neçariyek. Li beranberê tevgerên sosyalîst û rizgariya neteweyî, diviyabû bêyî ku bi derengî bikeve ev erk hatiba pêkanîn.

Li gorî doktrînên Marshall û Truman, di navbera pêşketin û mezinbûna welatên kapîtalîst û hêzên ekonomîk û leşkerî yên van welatan de îtifaqek weke neçarî hat dîtin. Rêxistinên weke NATO, CENTO, RCD, SEATO ku li gorî vê hatibûn avakirin, xwe dispêrin bingeha krîzên siyasî û leşkerî yên di nav sîstemên kapîtalîst de bi hev re pêşwazî kirin, li dijî welatên sosyalîst û tevgerên rizgariya neteweyî, helwesteke şîrîk girtin. CEA’ê (AET) ku rêxistina ekonomîk a emperyalîstên Ewrûpayê ye, tevî ku di qada ekonomîk de li dijî Emerîkayê derdiket jî, di bingeha xwe de li dijî tevgerên sosyalîst û rizgariya neteweyî li gel emperyalîstên din tevdigeriya. DYE’ê, li gorî doxtrîna Monroe, xwe weke hakimê xwezayî yê parzemîna Emerîkayê dihesiband û bi pêşengiya xwe paktên (yekitiyên) cur bi cur ên aborî û leşkerî ava kirin.

Dema kuhê di navbera du şerên cîhanê de weke înkara demokrasiya burjuwa şiklên dewletê (faşîst, olîgarşîk) yên ji aliyê grupên tekdest (tekel) ve dihatin ferzkirin derketine holê, hem li metropolan û hem jî li navçeyên pêve girêdayî de, hikumetên bi hevkariya faşîst, sosyal û demokratan çêbûn û cuntayên leşkerî li pey hev hatine ser desthilatê.

Di qadên çandê yên weke felsefe, wêje û sînema de heya asta dawî, meyîlên ji rê derketî hatine pêşxistin. Bi navgîniya amûrên biquwet, mirov ji pirsgirêkên xwe yên herî jiyanî hatin qutkirin û neçarî kesayetiyên bêhelwest hatin kirin. Hewl hat dan ku nirxên mirovahiyê yên di seranserê dîrokê de hatîn bilind kirin, werin xistin û bikevin bin lingan.

Pêşketinên di zanist û têknolojiyê de bi qasî ku xizmeta berjewendiya tekdestan dike, hatin pratîzekirin. Enerjiya atomê ku serkeftina zanist û teknolojiyê ye, hat xistin û bû amûrekî ku timî gef li mirovahiyê dixwe.

Burjuwayên welatên emperyalîst, dema kozmopolîtîzm li aliyekî weke şiklekî jiyanê digirtin dest, li aliyê din ji bo ku di navbera kedkaran de nakokî biafrînin, ji pêşxistina şovenîzmê paşde neman. Arîstokrasiya karkeran ku di encama kirîna beşeke karkeran de pêk hatibû, bû bîngeha madî ya şovenîzm, revîzyonîzm û reformîzmê. Hewl hat dayin ku çîna karker bixin bin tesîra van meylên ku xizmeta emperyalîzmê dikirin. Di vê armancêde jî di asteke pêş de bi serkeftin.

Sîstema kapîtalîst-emperyalîst, tevî vê tevgera ji nû ve bi rêxistinbûn û avabûnê ku bi pêşengiya DYE’ê hatibû destpêkirin, di nav xwe de diderizî û li beranberê welatên sosyalîst, çîna proletarya û tevgerên rizgariya neteweyî, nedikarî serkeftinê bidest xwe ve bîne.

Ma ev rewş, ku emperyalîzma DYE’ê ji bo rizgarkirina kapîtalîzma li ber sikratê ye û her roj parçeyekî xwe wenda dike ketibû nav, naşibe rewşa împaratoriya Romayê ku dixwest koletiyê rizgar bike an jî naşibe împaratoriyên Çartiya Rûs û OsmaniyênTirk ku dixwestin feodalîzmê rizgar bikin? Ma ew jî di dema xwe de pir bihêz û biheybet xuya nedibûn?

Rêber Apo

Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”