Rojnameya Ronahî

Hêviya xwe bir sêdarê!

 

Rejîma Îranê li hember serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê berê xwe dide bidarvekirina bêhtir mirovan. Ji bo çavên gel bişikîne, xelkê çavtirsandî bike, bi tirsê pêla serhildanê sar bike, êşkence û bidarvekirinan zêde dike. 

Rejîma Îranê ji bo çavên gel bişikîne. xelkê çavtirsandî bike û bi tirsê pêla serhildanê sar bike, ciwanekî din bi dar ve kir. Dezgeha edlî ya Îranê ragihand ku rejîmê doh, yanî duşemê kesekî din, bi tohmetên cihgirtina di raperînê de hate bidarvekirin.

Malpera dezgeha edlçî ya Îranê Mizanê diyar kir ku ciwanê bi navê Mecîdreza Rehneverd ji ber ku du karmendên ewlekariyê bi kêrê kuştine û çar kes jî birîndar kirine, hatiye bidarvekirin. Mecîdreza Rehneverd di 17’ê Cotmehê de hatibû girtin.

 

Herî dawî hefteya bihurî, roja pêncşemê Mohsen Şekarî yê 23 salî bi hinceta ku endamekî Besîc birîndar kiriye, hatibû bidarvekirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, piştî derbasbûna 4 rojan di ser bidarvekirina yekem a xwepêşanderên Îranê, doh xwepêşanderê duyem ê bi navê Mecîdreza Rehneverd bi fermana deshilata dadwer û bi biryara Dadgeha Şoreşê ya bajarê Meşhedê ji bo xof û tirsê di gel de çêbikin li pêş çavê xelkê hat bidarvekirin.

Her wiha metirsiya bidarvekirinê li ser xwepêşanderê bi navê Mahan Sedrat jî heye. Li gorî agahiyan, dosyeya wî şandine beşa pêkanîna bidarvekirinê. Yek ji kesên hatine girtin, hunermendê Kirmaşanî Saman Yasîn (Seyid) e ku cezayê bidarvekirinên lê hatiye birrîn. Li gorî parêzerê Saman Yasîn, li ser dosyeyê biryara nepeniyê hatiye dayîn, lewre nikariye dosyeyê bibîne.

 

Bi êşkenceyê qetil kirin

Li aliyê din rejîma Îranê bi êşkenceyê şehîdkirina xelkê jî dewam dike. Ciwanê Kurd ê bi navê Şehriyar Adelî di nezareta rejîma Îranê de bi êşkenceyê hat şehîdkirin. Hêzên rejîma Îranê cenazeyê Şehriyar Adelî bêyî ku tiştekî ji malbata wî ya li bajarê Serdestê re bibêjin, dan malbatê. Wan ji malbatê re tenê got, kurê wan di nezaretê de miriye. Lê li ser bedana kurê ciwan Şehriyar Adelî şopa êşkenceyê hebû. Ev yek jî ji wêneyên ku hatîn belavkirin xuya dike. Li gorî agahiyan, li navenda nezaretê istîxbarata Îranê ya li Serdeştê êşkence li Şehriyar Adelê hatiye kirin.

 

Nikarin vîna gel bişikînin

Tevî pirsgirêkên ewlehiyê, girtin û serdegirtina malan, sepandina cezayên giran ên weke cezayên bidarvekirinê li ser xwepêşanderên girtî jî, xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ ya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi şêweyên cuda bênavber dewam dikin.

Pêr li navçeya Teawnî ya bajarê Kirmaşanê, komek ciwan kom bûn û li dijî sepandina cezayê bidarvekirinê û pêkanîna vî cezayî li ser xwepêşanderên hatine girtin, çalakî li dar xistin.

Li bajarê Sine, karkerên kargehên petrokîmyayê dest bi grevê kir û xwepêşandan li dar xistin.

Li ser asta Îranê jî xwepêşandan û çalakiyên li dijî dewletê û bi taybet li dijî sepandina cezayê bidarvekirinê li ser xwepêşanderan, dewam kir. Her wiha li Kerecê xelkê çalakî li dar xistin û nerazîbûnên xwe bi dirûşmeyan anîn ziman.

Di heman demê de li hinek zanîngehên Tehran, Îsfehan û Babolê xwepêşandanên xwendekaran dewam kirin. Di xwepêşandanan de daxwaza berdana xwendekaran û xwepêşanderên girtî hate kirin.

 

Nerazîbûna cîhanê

Piştî bidarvekirina xwepêşander Mohsen Şekarî, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û seranserê cîhanê nerazîbûnên tund li beramberî dewleta Îranê derketin pêş.

Ji derveyî Îranê, li gelek welatên Ewrûpayê, li Kanada, Awustralya û Zelandaya Nû, xwepêşandan û çalakî ji bo piştgiriya xwepêşandarên Îranê û li dijî sepandina cezayê bidarvekirinê li ser xwepêşanderên girtî, hatin li darxistin.

Di rojên bihurî de di encama biserdegirtinên malan de, hêzên rejîmê bi dehan kes kirin nezaretê.

Yenî Ozgur Polîtîka