Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

GELÊ BI AZADIYÊ VEJIYA YÎ

14/12/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Divê gelê Kurd bikeve tevgerê
Share on FacebookShare on Twitter

Zozan CIZÎRÎ

 Di dîrokê de her gelekî gava têkoşîna ji bo serxwebûna xwe meşandî, berdêlên giran dane, gelek şer, koçberî û malwêranî jiyan kirine. Û di encama têkoşîn û berxwedana salan de serxwebûna xwe bi dest xistine. Îro gel û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê jî qonaxeke wisa, lê ji ya gelên cîhanê hîn girantir jiyan dikin. Ji ber dijminê tu gelekî wekî dewleta Tirk a dagirker ji hestên mirovahiyê bêpar nebûye. Li gel dewleta Tirk a dagirker bi gotina herî rast xwediyê cewhereke şovenîst û barbariyeke bênimûne mijara gotinê ye. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û serkêşê wê yê dîktator Erdogan-Bahçelî terora herî mezin li ser gel û pêkhateyên vê herêma me ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê dimeşînin, lê hêzên NATO, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpa ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatê bi awayê ku tevahî zagon û pîvanên mafê mirov binpê bikin, rojane çekên nû yên pêşketî difroşin vê dewleta dagirker û faşîst. Lewre bêdeng mayîna van hêzan a li hemberî êrîşên terorî û sixtekariyên dewleta Tirk tê fêmkirin. Lê divê em vê jî bînin bîra wan ku, ew di nezera gelê Kurd, Ereb û giştî pêkhateyên herêmê de berpirsên hemû malwêranî, komkujî, dagirkerî, talankirina erdên me yên bi destê çeteyên dewleta Tirk û çekên ku wana difroşin vê dewleta dagirker û qirker in.

Roja 5’ê Kanûnê ango berî hefteyekê dewleta Tirk a dagirker a li hemberî têkoşîna gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Sûryan ên Bakur-Rojhilatê Sûriyê têk çûyî, vê carê erebeya karmendên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê kir hedef. Di vê bûyerê de dewleta Tirk dîsa çete û sîxurên xwe yên kirêgirtî xiste dewrê, wisa mayîn bi seyareya ku karmendên perwerdê dibir û dianî ve kiribûn û ev seyare di saeta kombûna karmendan de bi awayek hovane hate teqandin. Dîsa îro li Kobanê û gundê Ûm El-Kêf a girêdayî navçeya Tiltemir dibistanên zarokan kir hedef û bombe li ser wan barandin. Diyar e, serfermandarê artêşa dagirker Hulûsî Akar ê kîmyayî û şefê dîktator Erdogan wê dîsa derkevin pêş kamerayan û wekî her car gotinên xwe yên derew ku dibêjin, “artêşa me tu caran zarokan, sivîlan, cihên medeniyan nake hedef!” dubare bikin. Lê êdî derewên wan jî genî bûne. Encex wekî li ser lewheya dibistanê mayî, zarokên vî gelî wê bi fikra “ZAFERA RAST, ZAFERA LI HEMBERÎ CEHALETÊ TÊ QEZENÇKIRIN E” her tim li ber xwe bidin û cehaleta bermayên EBÛ CEHÎL bi tîrên zanista azadî, wekhevî, demokrasî û serfiraziyê têk bibin.

Di vir de heqîqetek heye ku, gel û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê tevî zarok, jin, zilam tevahî însanên xwe di encama serkeftina Şoreşa 19’ê Tîrmehê de bi hesta azadiyê vejiyan. Cara yekê rêveberiyek bi îradeya xwe saz kirin, pişta xwe bi ciwan û cengawerên xwe rast kirin. Tevî hinek kêmasiyên pratîk jî, gel rojane bi keda xwe, bi zanist û perwerdeya xwe pêşve diçe, serkeftina xwe misoger dike. Sekna vî gelî remza aştî, azadî û aramiyê ye. Lewre îro dengê vî gelî yê dibêje “tu hêz nikare îradeya me bişkîne û pêşeroja me tarî bike” li asoyên cîhanê deng vedide.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.