Rojnameya Ronahî

Pêkane Bindest Zalim Be?

Fener….

 

Idrîs Henan

Hemû cureyên nirxan, hîmên bingehîn ên nêzîkatiyên etîkal in ku hevsengiyên cuda cuda pêk tînin û civakên hevgirtî yên berxwedêr diafirînin û xisletên mirovatiyê bilind dikin. Bi vî rengî jî cudahiya navbera candaran de xwe dide der. Hest û hişê mirov jî, komek nirxên hawîrdorê, sîstemên giranbuha yên bi fêrbûn û perwerdê hatine wergirtin. Lewra eger nirxên kesayetî, civakî, pîşeyî, neteweyî û yên din, li gorî prensîp û têgihaştinên birdozî ên ekolojiyê û azadiyê diparêzin bin, wê çaxê em dikarin qala avakirina civakeke saxlem û sîstemeke mirovî ya rast bikin.

Têkoşîna navbera qencî û xirabî de berdewam dike. Qencî li ser bingeha avakirin û ji nûve zindîkirina nirxan têkoşîna xwe didomîne. Aliyê dîtir jî, xirabî li ser bingeha telankirin, hilweşandin û tinekirina komên nirxan, perensîbên xwe yên şer didomîne.

Hêzên tarî û alavên wan ên şerê teybet, yekem hêza mirov a nirxan armanc digire û berê xwe dide nirxên takekesî û malbatî; di nava jiyana civakê de bê istikrariyê ava dike. Têkîliya di navberê dîrok, cografya, etîk û estetîkê re radike, ezeziyê pêş dixe û têgihaştinên çewt der barê azadiyê de belav dike. Mirovatiyê diperçiqîne û wisa lê dike ku di asta herî jor de zexta li ser xweza û nirxan zêde bibe. Hişê mirovan ewqas bê mane û tune dike ku her destwerdaneke exlaqî weke êrişekê dihesibîne û li hemberî wî jî şer dike. Bi gotinek din; bi kurt û kêmasiyên rêveberiya ne haydar re dibin yek û li dijî armancên têkoşîna gelan ên azadî, demokrasî û edaletê bolka otoparamîlîter a hundirîn ava dike. Ev jî xeteriya herî mezin a ku pêşerojê şîlo dike ye.

Hilweşînerên nirxan serketina xwe bi vî rengî dibînin ku pêwîste civakê parçe û ji hev bikin. Heta ku serweriya xwe ferz bikin, endamên civakê îzole dikin û pêşengên wan, bi zirçîrokan, bê mane dikin. Her tişta baweriya mirovatiyê ava dike, weke kevneperestî dihesibînin û hêza diyaliktîka avakirina welat a dualîteya mirov – ax, têk dibe. Ev yek mirovan durû dike û ji xwezaya wan dûr dixe. Ango ji zindiyekî bihiş vediguherîne zindiyekî bêhiş ê tenê ji bo ajoyên xwe dixebite.

Çawa dikare kesayeta bindest veguhere kesayetek zalimane? Gelek girîng e vê aliyê pirsgirêkê bête zanîn ku hinek têgihaştinên bilez li ser êrişa mirovê çandyar ji xwezayê re were fêmkirin. Derveyî tesbîteke wisa ancax wehşiyeta dagirker û çeteyan be. Aliyek din ve, seynala hekarkirina êrişên neyar û dagirkeran e ku feraseta (adîbûn) û normalîzekirinê bi ser xistiye. Nêzîkatiyên wisa yên mirov û ekolojiyê dike dijminê hev, civakê parçe dike û mirovan bê şexsiyet dihêle.

Çareseriya bingehîn a radîkal a derketineke wisa, destgirtina orjînal a têkîliya aîdiya navbera dualîteya xweza û mirov de ye. Bi vî şêvazî rehên mirovê ku ji bo azadiya xwe têdikoşe ji nûve bên avdan. Li ser koka xwe şîn bibe û li xwezaya dayîk vegere, lêborîna xwe bixwaze, bandor bibe û bandor bike. Wê çaxê em dikarin qala koma nirxên edalet, wekhavî, azadî û demokrasiyê bikin. Her wekî din, derketinek dermirovî ya dirindeyî ya koma kêmasiyên bikok e.