Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ʹTirkiyê bi hevkariya hikumeta Hewlêrê xeyalên xwe li Iraqê pêk tîneʹ

11/12/2022
in ROJEV
A A
ʹTirkiyê bi hevkariya hikumeta Hewlêrê xeyalên xwe li Iraqê pêk tîneʹ
Share on FacebookShare on Twitter

 

Lêkolîner û rojnamevanên Iraqê diyar kirin ku dewleta Tirkî ya dagîrker bi rêya nakokiyên navneteweyî, hewl dide planên xwe yên dagirkirinê li Iraqê pêk bîne. Herwiha gotin, hikumeta Başûrê Kurdistanê xizmeta dewleta Tirk dike û berxwedana gel ya li hemberî dagirkeriyê asteng dike.

Lêkolîner û rojnamevanên ji Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê ji Ajansa ANHAʹyê re axivîn.

Lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr. Cewad El Beydanî da zanîn ku dewleta Tirk ya dagirker her carê êrişî herêmên cuda yên parêzgeha Dihokê, derdora Hewlêr û Silêmaniyê dike û axaftina xwe wiha domand: “Rewşa cîhanê ya ji ber aloziya li Ukraynayê, nakokiyên dijwar yên di navbera Washington û NATO û Moskova, derfet da Tirkiyê ku bi vî rengî tevbigere û êrişên xwe zêde bike. Emerîka jî naxwaze di vê demê de têkiliyên xwe bi Tirkiyê û Rûsyayê re xirab bike. Tirkiyê niha xeleka gihandinê ya di navbera Washington û Moskova de ye. Herwiha xeleka pevguhestina agahiyan ya di navbera Rûsya û Ewropayê de, taybet di mijara Ukraynayê de ye.”

Dr. Cewad destnîşan kir ku rewşa navneteweyî rê li ber Tirkiyê vekir, ji ber vê yekê wiha nêzîk dibe da ku xeyalên rayedaran bi cih bîne. Herwiha got, dewleta Tirk gelek caran eşkere kir ku dixwaze bakurê Iraqê dagir bike.

`Iraq ne amadeye li hember Tirkiyê bisekine`

Dr. Cewad têkildarî asta cidiyeta hikumeta Iraqê ya rawestandina binpêkirinên dewleta Tirkî ya dagîrker wiha got: “Iraq ne xwedî ewqas çek e ku li hemberî Tirkiyê bisekine. Herwiha artêşa Iraq ne amade ye. Tevayiya derfetên wê 32 balafirînê F16 ne, beşek mezin jê naxebitin, ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka parçeyên van balafiran naşîne. Heman demê du refên balafirên Sukhoi li gel wê hene û baregehên wan eşkere ne, kî bide dikare bi hêsanî êrişê wan bike. Cudahiyeke mezin di navbera budceya leşkerî yê artêşa Iraq û budceya dagîkeriya Tirkî de heye.”

Cewad El Beydanî di dawiya axaftina xwe de got, eger hikumeteke Iraqê ya hevgirtî hebe dikare artêşa Iraqê xurt bike û di encamê de dikare li hemberî dagîrkeriya Tirk bisekine.

ʹDesthilata hewlêrê xizmeta dagirkeriyê dikeʹ

Rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê Iraqê Amir El Mewsewî jî anî ziman ku helwesta Bexdayê ya ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê cidî ye, lê hêza wê partiyek têrê nake, ji ber ku nêrînên siyasî yên li ser vê mijarê ji hev cuda ne.

Amir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hin jê daxwaza avakirina hêzên şerker yên federal li ser sînorê Tirkiyê dikin, lê hin jê jî vê yekê red dikin û vekişandina dosyayê ji destê rêveberiya herêma Kurdistanê dikin hincet. Dibe ku ev yek desthilata Hewlêrê li ser mijara sînor lawaz bike, ku di esas de helwesta wê ya li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yên di xaka Iraqê de ne zelal e.”

Amir got, metirsî hene ku ev mijar derbasî qada navneteweyî bibe, lewra ev yek deriyan li ber destwerdanên berfireh yên dewletên din vedike.

Rojnamevan Amir El Mewsewî di dawiyê de got: “Lidarxistina berxwedana gelê Iraqê ya li hemberî dagîrkeriya Tirkî ne pêşbênî kiriye, ji ber ku daxwaza gel ya vê yekê nîne, lê sedem tunebûna daxwaza Hêwlêrê ye, ji ber ku têkiliyên wê bi Tirkiyê re fireh in.

ANHA

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.