Rojnameya Ronahî

Bi hatina zivistanê re êş û zehmetiyên welatiyan zêde dibe

 

Darîn Silê/Qamişlo

Ji ber bihabûna sobeyên germkirinê, bi hatina zivistanê û bilindbûna rêjeya sermayê re, êş û zehmetiyên gelek malbatan dest pê dike. Taybet malbatên xizan ji ber ku nikarin sobeya germkirinê bi bihayekî bilind ji mala xwe re bikirin, gelek zehmetiyan dikşînin. 

Di van salên dawî de ji ber daketina nirxê lîreya Sûrî li hember dolarê Emerîkî, bihayê tevayiya pêdiviyên jiyanê bilind bûye. Ji ber wê gelek malbatên ku rewşa wan ya aborî lewaze, êdî nikarin debara jiyana xwe bikin. Gelek pêwîstiyên jiyanê hene, yek ji wan jî sobeya germkirinê ye ku di dema zivistanê de mirovan ji sermayê diparêze.

Îsal ji ber bilindbûna bihayê sobeyan, gelek malbat berê xwe didin bikaranîna amûrên germkirinê yên ne ewle û zehmetiyan ji ber vê yekê dikşînin. Ji bo wê jî di zivistanê de, gelek jê li şûna mazotê madeyên plastik bi kar tînin, ev jî bandorê hem li tenduristiya wan, hem jî li jîngehê dike.

Derbarê bilindbûna bihayê sobeyên mazotê welatiyên bajarê Qamişlo û xwediyên dikana sobeyan ji me re axivîn.

`Derfetên min nînin sobeyek nû bikirim`

Welatiyê bi navê Xidir El Hisên yê ji gundê Şermûxê yê girêdayî bajarê Qamişlo, ku berê xwe dabû dikana sobeyan da ku sobeya mala xwe ya kevin tamîr bike, behsa bilindbûna bihayê sobeyan kir û wiha got: “Îsal bihayê sobeyan pir bilind bûye. Kesê ku sobeya wî nîne, edî nikare sobeyek ji xwe re peyda bike. Ji ber bilindbûna bihayê sobeyan min nikarîbû sobeyek ji mala xwe re bikirim. Tevî ku sobeya min ya malê pir kevin bûye û xerabeye, lê ez neçarim wê bi kar bînim. Lewra derfetên min nînin ku sobeyek nû bikirim.”

`Peydekirina sobeyên germkirinê bûye pirsgirêkeke cidî`

Xidir da zanîn ku peydekirina sobeya germkirinê bûye pirsgirêka gelek welatiyan û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku gelek welatî nikarin sobeya germkirinê bikirin, berê xwe didin hin awayên germkirinê yên ne ewle, wek şewtandina madeyên plastic. Lê nizanin ku bikaranîna van tiştan bandoreke neyînî hem li wan, hem jî li derdorê dike. Bi taybetî bandorê li tenduristiya zarokan dike.”

Xidir di berdewamiya axaftina xwe de got, ji bilî mazotê bikaranîna madeyên ji bo germkirinê ji mirovan re pir bi xeter in. Lewra ev made nexweşiyên pîs bi mirovan re çêdikin, herwiha di dema bikaranînê de agir bi gelek malan ketiye û gelek mirov ji ber van madeyan jiyana xwe ji dest dane.

Xidir bal kişand ser bihayê sobeyan û wiha pê da çû: “Bihayê Sobeyan îsal pir zêdeye. Sobeya herî biçûk bê lûlikan, zêdetirî 200 hezar e. Xwediyên dikanan jî dibêjin bihayê sobeyan girêdayî dolar e, ji ber wê roj bi roj bihayê wan bilintir dibe. Jixwe kirîna lûlikan bi tenê zêdetirî 50 hezar lê diçe. Her cûreyek sobe li gorî qalîteya wê tê firotin. Hin cûreyên sobeyan bihayê wan zêdetirî milyonekî sûrî ne.”

`Kêmbûna nirxê lîreya Sûriyê li hember dolar dibe sedema bilindbûna bihayan`

Xwediyê dikana firotina alavên germkirinê li bajarê Qamişlo Salih El Şêx jî diyar kir ku îsal ji ber bilindbûna bihayê alavên germkirinê çûnûhatina welatiyan li dikanê, ji sala çûyî pir kêmtir e û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Eger mirov baş hesab bike, ti cûdahî di navbera bihayê sobeyên îsal û salên çûyî nîne. Lewra nirxê dolar di sala çûyî ji îsal kêmtir bû. Lê kêmbûna nirxê lîreya Sûriyê li hember dolar dibe sedema bilindbûna bihayê alavan. Ji bo wê jî cûdahî li gorî nirxê dolar diyar dibe.”

Salih El Şêx di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bilindbûna bihayê alavên germkirinê ne di destê me de ye, lewra em jî alavan bi dolar dikirin û li gorî nirxê dolar difroşin. Ji bo wê jî nirxê dolar bandorê ne li welatiyan tenê li tevayiya firoşkaran dike. Em bihêvîne ku nirxê dolar li hember pereyên me yên sûrî kêm bibe. Lewra eger bi vî rengî dewam bike dê zirarên mezin bighêje aboriya herêmê û ya welatiyan.”