Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Gelê ku ji kaniya fikrên Rêber Apo av vexwaribe ti çaran teslîm nabe’

11/12/2022
in ROJEV
A A
’Gelê ku ji kaniya fikrên Rêber Apo av vexwaribe ti çaran teslîm nabe’
Share on FacebookShare on Twitter

 

Koçberên Efrînê yên ku li herêma Şehbayê diyar kirin ku ew ê li hemberî dijwariya êrîş û dorpêça dagîrkeriyê têkoşînê mezin bikin û gotin, li vir êrişê me hemûyan tê kirin ji bo wê çareseriya serkeftin tenê bi Stratîjiya Şerê Gelê Şoreşgerî wê mîsoger bibe.

Zana Roj/ Şehba

Demeke dirêje ku dagairkerên Kurdistanê û hêzên navneteweyî siyaseta qirkirinê li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê didin meşandin. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve û heta vê kêliyê êrîş û dorpêça li ser herêmên Rêveberiya Xweser bênavber dewam dikin. Li hemberî êrîşên hovane û dorbêçê jî, gelên herêmê berxwedanê dikin, her çiqas êrîş û dorpêç dijwar dibe, gelên herêmê jî asta têkoşînê mezintir dikin. Îro li herêma Şehbayê tevî hemû êrîşên dewleta Tirk ya dagirker û dorpêça hikumeta Şamê jî, gel li ber xwe dide û bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî tevdigere.

Derbarê girîngiya pêkanîna stertejiya Şerê Gelê Şoregerî di pêvajoya heyî de, welatiyên Efrînê ji me re axivîn û diyar kirin ku rêya serketinê Şerê Gelê Şoreşgerî ye.

’Em ê bi paş ve gavan neavêjin’

Welatiya bi navê Fatme Mistefa diyar kir ku planên qirkirinê yên li dijî gelên herêmê ji her kesî re eşkere bûye û wiha got: “Dagirkerên Kurdistanê ji sedê salan ve û heta niha li hemberî gelê Kurd komkujiyan  pêk tînin. Rastiya dijminên Kurdan ji her kesî re zelal bûye û êdî nema ti kes bi planên wan yên qirêj tê xapandin. Dagirker bi riya êrîş û dorpêçê hewil didin ku tevayiya herêmê ji Kurdan vala bikin û projeyên xwe yên dagirkirina herêmê û guhertina demografîk pêk bînin. Hêzên serdest dixwazin gelê Kurd dest bi projeya Neteweya Demokratîk ya rizgarkirina xaka xwe berde û bê vîn (îrade) bimîne. Ev doz ji bo me ne dozeke ji rêzê ye, bûye rêbazê jiyana me. Di oxira vê dozê de me can û zarokên xwe feda kirin. Êdî ti caran em gavan bi paş ve naavêjin û emê têkoşîna azadiyê dewam bikin.”

’Me teslîmbûyîn ji ferhenga xwe rakiriye’

Fatme tekez kir ku ew amede ne bê nan, bê av jiyan bikin û teslîmkariyê qebûl nakin û wiha domand: “Ji roja derketina me ji Efrînê me her tişt da ber çavên xwe, êdî em ne tenê weke gel li vir jiyan dikin, em li vir şervanin. Divê tavahî cîhan jî vê yekê bibîne. Tevî hemû zehmetiyan em li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî tevdigerin û jiyan dikin. Bela dijimin ti carî hevî neke ku wê karibe bi riya êrîş û dorpêçê îradeya me bişkîne. Gelê ku ji kaniya fikrên azad yê Rêber Apo av vexwaribe ti çaran teslîm nabe.”

’Li hemberî planan emê bi rihê Şerê Gelê Şoreşger tevbigerin’

Welatiyê bi navê Elî Xelîl jî da xuyakirin ku li gorî pêvajoya ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyê tê de derbas dibin, pêwîstiya tevgera li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî pir girînge û wiha got: “Em dizanin ku pêvajoya ku em tê re derbas dibin ne pêvajoyekî hêsan e, ji me gelek berxwdanî û têkoşînkirin tê xwestin, ev berxwedanî li ser bingeha rastiya tevgera gelê şoreşger tê temsîlkirin. Ji bo wê yekê jî divê tevahî gelên herêmê xwe di rastiya Şerê Gelê Şoreşger de kûr bikin û bizanibin ku dijmin bi şev û roj kar dike ku gelên herênê qir bike.”

’Li ser xeta heqîqetê emê têbikoşin’

Elî Xelîl diyar kir ku ewê heyanî dawiyê li ser xeta Rêber Apo û ya şehîdan têbikoşin û wiha got: “Xeta ku Rêber Ocalan û Şehîdan ji me re diyar kirine pir zelal in, çawa ku Rêber Ocalan ji bo serkeftina vê dozê têkoşîneke mezin dike, Herwiha şervanên heqîqetê canê xwe bê teredud feda kirin, em ê jî li hember tavahî cûreyên êrîş û dorpêçê berxwedanê bikin, asta têkoşînê bilind bikin û dagirkeran têk bibin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.