Rojnameya Ronahî

Her kes serêxwe ji qûmê derxin

 

Memed Serdar

Dîroka dewleta dagirker ya Tirkan bi gîştî dîrokek qirkirina gelan, asîmîle kirin, helandin, tûne hesibandin û bi siyasetên derveyî mirovayî înkar û îmha, hatiye derbaskirin. Salên dirêj rêveberên xwedî hişmendiya faşîst û qirker li ser gelê Tirk wiha teşe dayîne; niha beşek ji gelê Tirk xwe li ser hemû gelan dibîne û bawer dike ku gelên din mafê wan ê jîyanê nîne.

Ragihandina azad a ku hêjmara wan pir kêm maye carna li kolanan ji gelê Tirk dipirsin. Pirsa ku “li gor we gelê Kurd bi zimanê dayîkê perwerde bibîne an na“, an jî “gelê Kurd jî welatekî wan cûda hebe an na“, bê îstîsna hemû jî dibêjin “na bila nebe“. Dema tê pirskirin çima nebe? bersiv hîn balkêştir e. Dibêjin “nizanim lê gereke nebe“. Hikûmeta koalîsyona faşîst AKP-MHP her roj qanûnên sansûr ê ku derdixe, gel û saziyên civakî aniye asteke wisa ku ji derveyî hişmendiya hikûmetê hema bêje kes nikare şîroveyek ji rêzê jî bike.

Hikûmeta faşîst ya AKP-MHP piştî bidest xistina hemû sazî û dezgehên ragihandinê sansûreke gîştî ya hişk dide meşandin. Li cîhanê çi çêdibe, li derve û li hûndir siyaseta dewleta dagirker ya Tirkan çawa dimeşe û encamên wan yê xirabker çine, gel bi gîştî bê agahiye. Li hûndir û derve cihan tevlîhev bûye li Tirkiyê agahiyê kesî nîne. Welatên ku bi sîstema dîktatorî tên îdarekirin hemû wiha ne. weke Koreya bakûr, hemen sîstem û rewşa gel e. Ew wiha dizanin ku derveyî dîwarê sînorê wan hemû cîhan birçîna dimirin.

Hikûmetên faşîst û dîktatorên desthilatdar çima vê sansûrê li ser gel disepînin? Sedemê yekê ji bo domandina desthilata xwe ku kesek ji rewşa xirab ya welat agahdar nebe û gel ji derewên wan bawer bikin. Ji bo nimûne dîktatorî ya faşîst û qirker ya Tirkiyê, ev 7 mehe bi hemû derfetên xwe êrîşê başûrê Kurdistanê kiriye û şereke pir mezin didome. Encamên şer her meh ji aliyê HPG tên eşkerekirin. Li gor encamên fermî heta niha herî kêm 3 hezar zêdetir leşkerê dewleta dagirker ya Tirkan mirine. Lê em fermî daxwûyaniyên artêşa dagirker ya Tirkan û ragihandinê wan binerin, windayiyên wan herî zêde 20 an jî 25’in. Yanî dewleta dagirker ya Tirkan li gor keyfa xwe çawa bê hesabê wê, wisa tevdigere û piraniya gelê wê jî jê bawer dikin. Bi vê şêwazê gelê Tirk weke ku çûkê neamê (çûkê deve) serê xwe xistiye nava qûmê û dibêje ‘qey kes wî nabîne’.

Ne tenê ji bo encamên şer gelê Tirkiyê xwe dixapîne, gelek mijarên din de hikûmeta faşîst ya Tirkan gel dixapîne, rastiyan ji gel re nabêjin. Ji wan mijaran yek jî mijara aborî ye. Li Tirkiyê rewşa aborî gelek xirabe. Saziyên ku aborî dişopînin û encamê wê ji raya gîştî re radigîhînin ne serbixwe ne. Ev sazî li gor talîmatê hikûmetê xwe eyar dikin û encaman eşkere dikin. Bi encamên fermî her meh enflasyon yanî rêjeya bihabûnê tê eşkerekirin. Her meh di navbera reqemên sazîya fermî ya hikûmî û saziyên serbixwe de ferqeke pir mezin heye. Yanî wate hikûmet encamê aborî ji gel vedişêre û derewan dike. Enflasyona te îlankirin li dora ji sedê 70 ye. Lê di rastîde enflasyona rast sedê 400 e.

Mijareke din jî dewleta dagirker ya Tirkan, di serîde ji gelê Kurd re û ji hemû gelen re rast nabêje rewşa Rêber Apo ye. Weke tê zanîn roja ku bi komployeke navnetewî 15`ê Sibatê sala 1999’an girtina Rêber Apo heta rojame, di nava tecrîdeke pir girande tê girtin. Ev tecrîd sûcê dij mirovayî ye. Dewleta dagirker ya Tirkan û rêveberê wî şefê faşîst Erdogan newêrin eşkere bêjin “Em ji fikrê Rêber Apo ditirsin“ her carê bi hinceteke din cezayê hûcre didin Rêber Apo. Ji ber ku Rêber Apo rihê wan naskiriye, eger derfetê wî hebe hemû siyaset û hemleyê wan bi çend gotinan dikare vala derxe.

Dewleta dagirker ya Tirkan li başûrê Kurdistan, li Rojava û Sûrî, li Lîbya û her wiha li hûndir û derveyê Tirkiyê di hemû cepheyan de şerekî man û namanê yê pir giran dimeşîne. Van hemû tekoşîna dewleta dagirker ya Tirkan û şefê wî yê faşîst Erdogan li ser dengeyek pir hessas sekiniye. Di merheleya qederê wan diyar bibe jiyan dikin. Ji ber vê merheleya pir hessas û qederê wan diyar bibe de naxwazin ji Rêber Apo midaxeleyek pir di rêzê de jî çê bibe. Tecrîda sedê 100 niha ji ber wî tê meşandin.

Di mijara nîzîkatiya Rêber Apo de me Kurdan jî weke gelê Tirk serê xwe xistiye nava qûmê û em li bendê ne ku yan dijmin li me bê rehmê Rêber Apo azad bike, yan jî hinek din bên Rêberê me azad bikin. Divê em weke gelê Kurd vê yekê sedê 100 zanibin ku bi hêz û çalakiya xwe em Rêberê xwe azad nekin kesek din nake û tenê bi xwastinê jî nabe, divê em jî serê xwe ji qûmê derxin û bikevin tevgerekê hê xurttir.