Rojnameya Ronahî

Rêber Apo û KNK

 

Farûk Sakik

 

Di 2 mijdarê li Hollandayê li bajarokê Venlo kongreya KNK’ê ya asayê ya 21’emîn destpê kir û 4 mijdarê bi dawî bû. Bi sedan nûner û endamên sazî, rêxistin û partiyên cur be cûr tevlî bibûn. Min jî wek rojnamevanek şopand. Gelek hevpeyvîn û bername hatin çêkirin. Di van program û hevpeyvînan de bûm şahidê gelek nêrînên cuda jî.

Di sala 1999’an de Rêber Apo di hevdîtineke xwe ya bi parêzeren re, daxwaza ku demildest kongreyek neteweyî, sîwanek neteweyî were avakirin kir.

Li ser vê daxwazê Kurdan, ji bo yekîtiya neteweyî mîsoger bikin û pêş bixin, pêwistî bi vî projeyî dîtin. Li ser vê yekê di sala 1999’an de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hat avakirin. Di demekî kurt de gelek partî û rêxistin tevlî xebatên KNK’ê bûn.

KNK’ê ji bo yêkitiya neteweyî saz bike, dest bi xebatan kir. Ev yek hêdî hêdî ber bi encam girtinê ve diçû. Di sala 2013’an de li Hewlêr konferansek dîrokî hat lidarxistin. Vê konferansê wê amadekariya  kombûna Kongreya Neteweyî bikira. Ev yek gaveke beriya kombûna Kongreya Neteweyî bû.

 

Rêber Apo wê demê gelek caran bi nameyan bal kişand ser xeteriya li ser gelê Kurd giştî û dixwest Kongreya Neteweyî demildest bê li darxistin. Di demek wiha de dagirkerên Kurdistanê jî di nav hewldanen de bûn ku pêşî li vê kongreyê bigirin. Konferansa ku 2 caran hat paş xistin di encamê de hat ji bîrkirin. Astengiyên ji aliyê PDK’ê ve derketin pêş, di heman demê de pêşî li yekîtiya kurdan jî girt.

Lê israra KNK’ê ya yekîtiya neteweyî, bê navber dewam di xebatên xwe de dewam kir. Di van salan de gelek pêngav jî hatin avêtin.  Kongreya dawîn jî ji van encaman yek bû.

Em bawerin delegeyên ku tevlî kongrê bûbûn, enerjî û cesareta ji vê salonê girtin, wê ji bo têkoşîna wan ya azadiya Kurdistanê bibe moraleke mezin. Di van kongreyan de motîvasyona hest û rihê neteweyî tê afirandin. Perspektîfên yekîtiyê tên pêşkêşkirin.

Neyê ji bîrkirin, Rêber Apo nebûya KNK nedihat avakirin, KNK nebûya tu hêzek din nikaribû evqas sazî, rêxistin û partiyan bîne cem hev. Tu kes nikare Rêber Apo tine wek serokê PKK’ê pênase bike. ji berk u wî mîsyona xwe ya rêberê gelê Kurd dayiye îspatkirin.

Konferansa 2013’an a Hewlêr jî encamê xebatên KNK û Rêber Apo bûn.

Di van kongreyan de pirsgirêk yek bi yek tên destnîşankirin û her alî perspektîfên xwe yên çareseriyê tîne ziman.

Di vê kongreyê de mijarek herî balkêş ji bo azadiya Rêber Apo perspektîf û riyên têkoşînê hatin nîqaşkirin.

Di kongreyê de hat destnîşankirin ku ji bo azadiya wî helwestek neteweyî were nîşandan.

Çima Rêber Apo li grava Îmrali dîl hatî girtin? Sedemek jî; heger Rêber Apo azad be wê hin saziyên wek KNK’ê ku ji doza Kurdistan re xizmet dikin, ava bike. Bi fikr û ramanên xwe wê yekitiya netewî ava bike.

Ji ber van sedeman divê hemû delege û mêvanên tevlî kongrê bûne, piştî ji salonê derketin, tevlî pêngava ‘dem dema azadiya Ocalan e’ bibin.

Li her deverên cîhanê dostên kurdan li qadane. Rêber Apo naskirine bi bandor bûne û ji bo azadiya wî têdikoşin. Heger Kurdek tevlî vê pêngavê nebe, ji bo wî eyb û şermek mezine.