Rojnameya Ronahî

Dûran Kalkan: Modernîtiya Demokratîk alternatîfa  çareseriyê ye

 

Dûran Kalkan di beşekê ji gotara xwe ya li ser malpera PKK Online nivîsî de bal kişand ser girîngiya avakirina ferasetê û Modernîtiya demokratîk û got: Ger em Modernîteya Demokratîk weke çareseriya alternatîf bi nav bikin, wê demê em ê xeta Şaristaniya Demokratîk rast fêm bikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di beşekê ji gotara xwe ya li ser malpera PKK Online nivîsî de bal kişand ser girîngiya avakirina ferasetê, herwiha diyar kir ku Modernîtiya Demokratîk alternatîfa çareseriyê ye.

 

Dûran Kalkan di gotara xwe de diyar kir ku ger ew Modernîteya Demokratîk weke çareseriya alternatîf bi nav bikin, wê demê ew ê xeta Şaristaniya Demokratîk rast fêm bikin û wiha dewam kir: “Şaristaniya Demokratîk û Modernîteya Demokratîk ji şaristaniya yekdest û Modernîteya Kapîtalîst re dibe alternatîf. Rêbertî bi vî rengî pergala alternatîf derxistiye holê. Rêbertî li vir bi giranî civaknasên ku ji hevketina Sosyalîzma Reel de xebat meşandî, rexne kir. Rêbertiyê got, ‘Yek alî man, di yek alî de kûr bûn û encamên girîng derxistin, lê yekalîbûna wan mijara rexneyê ye, diviyabû piralî bûna.’ Bi vî awayî gelek zanyarên civakî rexne dike. Ya duyemîn, Rêbertî got, ‘Ew bi ser neketin ku pergalek alternatîf a hevgirtî peyda bikin.’ Aliyê Rêber Apo yê ku ji wan derbas dibe û tevkariyê dide wan çi ye? Yek ne nêrînek yekalî ye, nêrînek giştî ye. Ya duyemîn, ew alternatîfekê pêşkêş dike. Alternatîf pergala Şaristaniya Demokratîk e. Ev alternatîfên pergala şaristaniya yekdest û modernîteya kapîtalîst in. Ji ber vê yekê Rêber Apo îspat kiriye ku ew dikarin bi ser bikevin, alternatîf pêş bikevin û ji bilî wan jiyanek mirovî û civakî dikare pêk were. Her wiha rêgez û pîvanên xwe jî eşkere kiriye. Ya mayî jî fêmkirin û pratîkkirina wan e.”

 

Dûran kalkan wiha domand: “Eleqeya civaknasên din ên li hemberî Rêber Apo ji vê yekê tê. Yek ji wan vê yekê red nake, me bi ramaneke ku li hemberî rexneyên Rêbertî bertek nîşan bide, nêzîkatiyên Rêbertî bi awayekî şênber rexne bike, nedîtiye. Berevajî wan hemûyan eleqeyek mezin nîşan dane, bi xurtî hembêz kirine û li ser Rêbertî lêkolînan dikin. Li dijî pergala Îmraliyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna cîhanê bi rê ve dibin. Derbarê Rêber Apo de dibêjin, ‘Ew zanayê civakî ye, pêwîstiya mirovatiyê bi wî heye, divê derfet û derdoreke wî ya nîqaşekê azad hebe.’ Li ser parêznameyên Rêbertiyê gotar û nivîs nivîsandin e. Hemû jî rastiya Rêbertiyê weke hêza sentez dibînin û xwedî lê derdikevin.”

Kalkan da zanîn ku pîvanên welatparêziyê bi ferasetê girêdayî ne û wiha got: “Pîvanên welatparêziyê yên ku ne li ser feraseta neteweyî ya azad in, pîvanên berevajî ne. Tu eleqeya wan bi welatparêziyê re nîne. Rêbertî pîvanên welatparêziyê bilind kir, civak ewqasî kir yek û ber bi têkoşînê ve bir. Ev hemû bi afirandina feraseta rast û pêşxistina hêza ramanê pêk tên. Em ji vê re dibêjin ‘helwest’. Di bingeha helwestê de diyardeya ferasetê heye. Wateya helwesta rast çi ye? Helwest bi çi dibe? Bêguman bi ferasetê dibe. Wekî din ew tiştek îfade nake. Di vî warî de têkoşîna ferasetê girîng e. Pêwîst e şoreşa ferasetê di destpêka her tiştî de bê danîn, li ser vê bingehê şoreşa şexsiyetan bê meşandin, li ser bingeha şoreşa ferasetê têkoşîna şoreşgerî ya li dijî qirkirinê esas were girtin, li ser bingeha şoreşa ferasetê hemû pêvajoyên partîbûyîn, gelkirin û gerîlatiyê werin pêşxistin. Ger em wiha bin em ê Rêbertî rast fêm bikin û rast tevlî Rêbertiyê bibin û em ê bi ser bikevin.”

 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku divê ew di vî warî de ne tenê hin tiştan qebûl bikin, di heman demê de pêşî, hewldan, nêzîkatî, têgihiştin û rastiyên xwe jî biguherînin û wiha domand: “Bi vê baweriyê, divê em pîvan, pêşanî, tevger û şêwaza xwe ya heyî biguherînin. Ger ev yek bibe, em dikarin behsa şoreşa ferasetê bikin. Eger ne wisa be, tenê hin heqîqet tên nîqaşkirin, lê li cihê ku lê tê nîqaşkirin dimînin, nabin pratîk. Di kesayetiyê de nayê temsîlkirin. Lê belê, ya ku tê xwestin ew e ku di kesayetiyê de were temsîl kirin. Yanî vediguhere şoreşa kesayetiyê.”