Rojnameya Ronahî

KCK: Divê gelê Kurd helwesteke xurt nîşan bide

Navenda Nûçeyan

KCK’ê bang li  gelê Kurdistanê yê welatparêz, dostên gelê Kurd, her kesên alîgirê azadî, demokrasî û nirxên mirovahiyê kir ku li hemberî sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê rabin, li her derê li hev kom bibin û çalakiyên xurt bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku parêzerên Rêber Apo ragihandine ku li gorî agahiyên gihîştine wan, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) di serdana Îmraliyê ya Îlona 2022’an de bi Rêber Apo re hevdîtin nekiriye û wiha dewam kir: “Daxuyaniya parêzerên Rêber Apo nîşan dide ku CPT bi Rêber Apo re ti hevdîtin nekiriye, tevî vê yekê jî weke ku hevdîtin hatiye kirin pêşkêşî raya giştî kiriye. Ji ber vê yekê jî fikar zêde bûne.”

 

KCK’ê da xuyakirin ku helwesta CPT asta sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê û nêzîkatiya li Rêber Apo nîşan dide  û wiha got: “Tevî ku yekemcar bi Rêber Apo re hevdîtin nehatiye kirin jî, weke ku hevdîtin hatiye kirin hewl dane nîşan bidin û gelê Kurd û raya giştî bixapînin. Ev rewş nabe ku ji rêzê bê dîtin û divê ji rêzê neyê dîtin. Tevî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê giran bûye û agahîwernegirtina ji Rêber Apo, ev helwesta CPT bûye sedem ku mijara tenduristî û jiyana Rêber Apo gihîştiye qonaxeke metirsîdar. Ev yek rewşeke nû ye ku gihîştiye asta tehlûkeyê .”

’CPT bi helwesta xwe êşkence û tecrîdê erê dike, rewa dike’

KCK’ê da zanîn ku CPT li şûna ku bi berpirsyariya xwe rabe ya ku pêşî li êşkenceyê digire û mafên bingehîn diparêze; berevajî vê yekê tevdigere û bi helwesta xwe êşkence û tecrîdê erê dike, rewa dike.

’Dewlet û saziyên Ewropayê  exlaq û siyasetê dikin qurbanê berjewendiyan’

KCK’ê Wiha dewam kir: “Ji aliyê gelê me û her kesî ve tê zanîn ku dema mijar Kurd û Rêber Apo be, CPT jî di nav de dewlet û saziyên Ewropayê bi durûtî û bêpîvan tevdigerin, exlaq û siyasetê dikin qurbanê berjewendiyan. Ev nêzîkatiya CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û hemû saziyên Ewropayê yên pêwendîdar, tê wê wateyê ku bûne hevparê qirkirina Kurdan.”

’Li her derê li hev kom bibin û çalakiyên xurt bikin’

KCK’ê diyar kir ku divê CPT li ser rewşa Rêber Apo tavilê daxuyaniyê bide, serlêdana parêzerên Rêber Apo ya ji bo çûyîna Îmraliyê tavilê bi cih bê anîn û parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li  gelê Kurdistanê yê welatparêz, dostên gelê Kurd, her kesên alîgirê azadî, demokrasî û nirxên mirovahiyê  kir ku li ber sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê rabin, li her derê li hev kom bibin û çalakiyên xurt bikin.