Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

JI SIWÊDA HETA ŞÊXMEQSÛD ÇARESERÎ XWESERI YE!

07/12/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Divê gêrîla tenê nemîne
Share on FacebookShare on Twitter

 

DILYAR CIZÎRÎ

Di demekê de hevdîtinên istixbaratî di navbera hikûmeta Şamê û dewleta Tirk de têne aşkerekirin û behsa civînên siyasî di asta herî jor de di navbera herdû aliyan tê kirin. Dewleta Tirk bi her rê û rêbazan serweriya xaka Sûrî binpê dike. Beşek jê dagirkiri ye û bê navber bi balafiran, bi hemû cûreyên çekên pêşketî û xazên qedexekirî êrişî herêmên aram dike. Vê care jî navendên xizmetguzariyê, dibistan, nexweşxane û cihên jiyanî dirûxîne.

 

Di rewşeke wiha de li Parêzgeha Siwêda ya başûrê Sûriyayê jî geşedanên mezin têne jiyankirin. Xelkên Siwêda li dijî gendelî, bêçareserî û xeniqîna siyasî û civakî serî hildan û çalakî lidar xistin. Hikûmeta Şamê xwe li tevgera gel ranegirt û bi guleyan bersiva êrişan da. Di êrişa hêzên hikûmeta Şamê de mirin û birîndarî jî çêbûn.

Di heman demê de ev çend roj in hêzên hikûmeta Şamê li dijî herêma Şahba ya nêzî 150 hezar koçberên Efrînê û xelkên herêmê tê de jiyan dikin. Herwiha taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç kirin e. Rê nadin sotemenî û hemû cûreyên madeyên bi jiyana xelkê ve girêdayî, derbasî wan deveran bibin. Ev jî bû sedema rewşeke jiyanî ya dijwar li Şehba û herdû taxan rû bide. Bi taybet bi hezaran zarok û xelkên sivîl ên di konên koçberiyê de li benda vegera Efrînê ne.

Me behsa çend bûyeran kir. Dibe hin kes bêjin ma çi têkiliya dorpêçê, bi rewşa li Siwêda û êrişên dewleta Tirk ve heye! Têkilî heye û hemû siyaset û rewşên derdikevin bi civîna Astana ya 19’an ve girêdayî ne. Êrişên dewleta Tirk bi erêkirina Rûsiya, Îran û hikûmeta Şamê têne kirin. Ji ber wê jî vê carê dewleta Tirk binesaziya herêmê û xelkên sivîl rehet rehet bi balafirên şer bombebaran kirin.

Dorpêça li Şehba û taxên Helebê jî di çarçoveya heman konseptê de tê kirin. Em binerin li vir jî armanc têkbirina sîstema heyî ya Rêveberiya Xweser e. Di êrişên dewleta Tirk jî armanc têkbirina Rêveberiya Xweser û sîstema heyî ya herêmê ye.

Êrişên hikûmeta Şamê ya li ser welatiyên durzî yên li Siwêdayê jî di heman çarçoveyê de tê kirin. Hikûmeta Şamê ditirse sîstema Rêveberiya Xweser ji Rojava-Bakurê Sûriyê ve ber bi Siwêda û wiha herêmên din ên Sûriyayê ve fireh bibe. Îcar bi êriş û komkujiyan dixwazin xeta xetimînê ya ji ber siyasetên desthiladaran li hemû aliyan serwer bûye, zindî bihêlin. Ji ber mayîna wan bi bê çareseriyê û xetimînê ve girêdayî ye.

Hikûmeta Şamê, Dewleta Tirk, Îran, Rûsiya û hemû aliyên din ên destê wan di dosyaya Sûriyê de, dizanin tekane riya çareseriya aloziya tevahî Sûriyayê, sîstema Rêveberiya Xweser e. Pêkanîna wan jî berjewendiya gel bi hemû pêkhateyên xwe diparêze. Ji ber wê jî ew naxwazin çareserî pêş bikeve. Lê çi dikin bila bikin herî dawî  wê xeta çareseriya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahî Sûriyayê serwer bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.