Rojnameya Ronahî

’Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser her kurdekî ye’

 

Şaho Gabar/Qamişlo

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Eseed Menan diyar kir ku planên dewleta Tirk ya dagirker ji her kesî re eşker bûye û got, dagirkeriya Tirk hebûna gelê Kurd qebûl nake û ji bo qirkirina Kurdan planên qirêj saz dike.

Ji 19`ê Mijdarê ve û heta îro êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê  bi dijwarî dewam dikin. Dagirkeriyê di van êrîşên xwe yên dawiyê de, bi awayekî plankirî binesaziya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir armanc. Di encamê de Kargeha Gazê ya Siwêdiyê, navendên betrolê yên Tirbisipiyê, embarên genim yên Dirbêsiyê û Kobanê, gelek dibistan û malên welatiyan ziyanên mezin dîtin. Herwiha bi dehan welatî şehîd û birîndar bûn. Tevî ku hedefgirtina bisaziyê di êrîşan li gorî zagonên navneteweyî sûcê şere jî, lê gdema ku êrîş liser Rojava bin tevayiya hêzan ker , kur û lal dibin. Ji ber hedfgirtina binesaziya Ukraniya yê ji aliyê Rûsya yê ve, hêzên rojavaiyî qiyamet rakirin. Lê dema binesaziya Rojava tê hedef girtin, van hêzan xwe bêdeng kirin û dirûtiya wan eşkere bû.

Derbarê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û hedfgirtina binesaziya herêmê Endamê Miclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eseed Menan ji me re axivî.

Eseed diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên ser Rojava bi şoreşa gelan re dest kiriye, ti kêliyê ranewestiyan e û wiha dewam kir: “Êrîşên dewleta Tirk yên dawiyê armanca wê eşkere ye. Destpêkê MÎTA Tirkiyê teqîn li Stanbolê çêkir û paş re bi riya şanoyekê sexte QSD’ê tewambar kir. AKP’ê ji ber kirîzên aborî Siyasî, civakî û binpêkirina hiqûqan li Tirkiyê ketiye nava tenqasiyeke mezin de. Li gorî şopdêran ew ê nikarebe di hilbijartinên sala bê de tu dengan bidest bixe, ji bo ku propgandayê ji xwe re çêke û dengên faşîstan bi dest bixe şanoya teqîna Teksîmê pêk anî, herwiha ew şano kir hincet û êrîşî Rojava kir. Hemwextî xwest bi riya şanoya Teqînê şikandina leşkerên xwe ya li qadên gerîla û bikaranîna çekên Kîmyawî veşêre, Herwiha bala raya giştî ji tecrîda giran ya li ser Rêber Apo dûrbixe. Beriya çend salan Hakan Fîdan gotibû`kengî em bixwazin êrşî bakur û Rojhilatê  bikin em dikarin çend endamên istxabaratê bişînin Rojava û ji wir çend mûşekan biavêjin aliyê Tirkiyê, emê vê bûyerê bikin hincet û êrîşî Rojava bikin. Êdî Şanoyên dagirkeriya Tirk ji her kesî re eşker bûye û ne hewceyê şîrovekirinê ye.”

’Dagirkeriya Tirk li hemberî Rojava sîxur û partiyên ENKS’ê bikar tîne’

Eseed derbarê hedfgrtina binesaziya herêmê wiha got: “Di salên dawî de li herêmên Rêveberiya Xweser pêşketinên ber bi çav di milê aborî, civakî, xizmetguzariyê û ewlehiyê de çêbûn. Rewşa aborî ya û xizmetguzariyê ya herêmên Rêveberiya Xweser ji ya herêmên  di bin kontrola hikumeta Şamê û yên dibin dagirkeriya Tirkiyê de, baştir bû. Ji ber wê dagirkreiyê xwest bi riya hedefgirtina binesaaziya herêmê, abûrî û xizmetguzariya herêmê têk bibe û gelên herêmê koçber bike. Dewleta Tirk ya dagirker ji bo têkbirina Rêveberiya xweser serî li tevayiya rebazan dide. Dagirkerî ji armanca xwe bi cih bîne  êrîş dike, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, sixur û partiyên ENKS’ê jî  li dijî Rêveberiya Xweser bikar tîne. Hima çi ji destê wê dike”

’Hêzên navneteweyî hevalên berjewendiyên xwe ne’

Eseed da xuyakirin ku hêzên navneteweyî ti caran piştgiriya gelan nekirin û ji bo berjewendiyên xwe kar dikin û wiha got: “Hêzên navneteweyî, di serî de Amrîka û Rûsiya tu caran tiştek ji bo gelan nekirine, devra ku derbasê wê dibin helbet berjewendiyên wan lê hene. Hatina van hêzan ji bo Sûriyê jî, ji bo berjewendiyan bû. Ji destpêka avbûna Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, tevayiya van hêzên dibînin ku dewleta Tirk destekê dide çeteyên DAIŞ’ê, lê ew ji ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimînin. Rûsya qaşo dibêje ezê yekperçebûna xaka Sûriyê biparêzim, lê destûrê dide Tirkiyê ku xaka Sûriyê dagir bike. hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe, çi ji dstên wan tê dikin.”

’Sekina li dijî dagirkeran Erkê her Kurdekî xwedî wijdan e’

Eseed balkişand ser bêdengiya Şamê û wiha got: “Di êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên dawiyê de zêdeyî 30 leşkerên hikumeta Şamê canê xwe ji dest dan. Bêdengiya hikumeta Şamê şermeke mezin û neexlaqî ye. Pêwîste hikumeta Şamê danûstendinan bi Rêvenberiya Xweser re bike û bi hev re herêmên Sûriyê ji dagirkeran biparêze. Eger hikumeta Şamê Rêveberiya Xweser qebûl neke, wê tevayiya Sûriyê di xeterê de bimîne.”

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eseed Menan bang li gelê Kurd kir ku li himberî êrîşan helwesteke xurt nîşan bidin û axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta Tirk ya dagirker hebûna kurdekî tenê jî qebûl nake, şerê wê li dijî tevayiya gelê Kurd e. Ji her kurdekî xwedî wijdan tê xwestin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker bêdeng nemîne û asta têkoşînê mezin bike.”