Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Rojhuilatê Kurdistan û Îranê girtin dewam dike.

07/12/2022
in NÛÇE
A A
Li Rojhuilatê Kurdistan û Îranê girtin dewam dike.
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike. Li hemberî xwepêşanderan rêjîma Îranê  girtin, işkencekirin û kuştinê jî didomîne.

Serhildanên gel yên li Îran û Rojhilatê Kurdistan li beramberî hemû zext girtin û kuştinan berdewam dike. Di encama serdegirtinên malan yê li beramberî kesîmen cuda yên civakê de, gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

Bi qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, li tevayiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên Îranê agirê serhildanê vêket û ev serhildan heta roja îro jî bi awayekî berfireh dewam dikin. Rêjîma Îranê jî li hemberî xwepêşandanên gel xwe negire û li dijî xwepêşandanan   kuştin, şidet û binçavkirinê dike.

Gelek welatî bi sedema beşdarbûna xwepêşandanan , ji aliyê rêjîma Îranê ve bi ser malên wan de hat girtin û hatin binçavkirin.

Li Îranê serhildanên ku li seranserî welat destpêkirîn heta niha ji 50’an zêdetir rojnamevan hatin girtin. Li gora rapora federasyona rojnamevanên navnetewî (IFJ) tenê ji vana 20 rojnamevan bi kefaleta demkî hatin berdan û hîna jî gelek rojnamevan  tên darazandîn. Li gorî agahiyan ku li ser torên civakî hatine belavkirin rojnamevanê bi navê Nastern Farkhe bi kefaletê demkî hatiye berdan

Herwiha li gorî agahiyan li Kermanê du jînên bi navê Roha Îmanî û Firoza Sultan hatin girtin. Di serdegirtinên malên wan jinan de hat zanîn ku dest danîne li ser alavên wan yên şexsî yên weke leptop, telefon û pirtuk jî di navde.

Hat zanîn ku endamên lêjneya weqfa nivîskarên Îranê Rouzbeh Sohanî û Aida Omidi jî hatin girtin.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin di serdegirtinên malan yên Rebatê de ji 16’an zêdetir hemwelatî hatine girtin. Hat zanîn ku polîsên Îranê di ser gelek malan de girtine û ew malên ku serde girtine jî ziyan gihandine derî û pencerên malan û diwar xira kirin. Li gora zanyariyên di dema serdegirtina malan de û di bin navê lêgerinê de amurên di nava malê de parçe kirine û hêcetên wan yên girtinan ji ber di torên civakî de dimen parve kirin û beşdarî meşan bûne.

Hunermenda şêwekariyê Hîro Şêxîslam Jî ji bo piştgirîdayîna serhildanên gel pêşangehek ji bo jinan çêkir û di tora xwe ya dîjîtal de belav kir. Li gora rapora koma mafê mirovan ya Kurdistanê KMMK diyar kir ku di 5’ê Kanunê de hunermenda şêwekariyê Hîro Şêxîslam ya xelkê Sine piştî êrîşên hêzên emnî yên rejîma Îranê li ser mala wê de ew girtin û birin cihek ne diyar.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.