Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Bakur û Rojhilatî Sûriyê Nameya Pêkve Jiyanê

04/12/2022
in ROJEV
A A
Dizên mirîşkên Efrînê û wantirên Zap û Avaşîn, yek in
Share on FacebookShare on Twitter

Fener…

 Idrîs Henan

Pêvajoyek wisa ye ku her tişt serûbin hev bûye, ewqas kirîzên civakî, leşkerî, siyasî, çandî û exlaqî kûrtir kirine ku mirov dibêje qey veguheriye girêka kor û êdî ji hev û din dernakeve. Roj bi roj, ev tabloya han zelaltir û baştir dibe. Sîstemên serdest ku bûne navenda kaosê, hewl didin vê rewşê bi şîdet û şerên dersînor derbas bikin. Fena miriyên kevir li sêrê wan dikeve lê hatiye ku hebûna wan, kirîz û kaos bi xwe ye. Çendîn dixwazin li ser vê yekê bigirin û zirşêweyek din li xwe bar bikin, lê binyada çêbûna wan vê yekê red dike û ji nû ve li ser kokên xwe yên zilm, zordarî û mêtingeriyê şîn dibin. Mirov tenê çavekî li biçimên wan bide, têrê dike ku rewşa heyî ya pergalê baş were fêmkirin.

Nûnerê kirîz û kaosa pergala serdest a cîhanî li Rojhilata Navîn û rojhilatê deryayê Spî, desthilatdariya faşîst a AKP – MHP ye. Desthilatek wisa ye ku bi rêya şer û bi sozên qirkirina Kurdan û bizavên şoreşgerî li herêmê xwe li ser lingan radigire. Di vê oxirê de jî, çi dahatû û derfetên dewletê û civakê hebin xerc dike. Lewre, tê dîtin welat gihaye kîjan keviya hilweşînê. Çendîn bi rêbazên destserkirina serdestiyan encam nagire jî, berê xwe dide sûcên şer û hewl dide bi vî awayî encaman bigire.

Di armanca hemû reftar û kiryarên Erdogan de, geşkirina rabirduya wî ya hilbijartinan heye. Li gorî wî, tenê şerekî dersînor li dijî Kurdan dê wî rizgar bike!. Ji ber vê jî em dibînin bi hemahengiya bi mêtingerên dîtir re, koordîneya qirkirina Kurdan dike û hewl dide hêza dînamîk a li herêmê, di kesayeta pêşengtiya Kurd de têk bibe.

Lewre; ne tesadûf e ku faşîst Receb Tayîp Erdogan çawa perdeya li ser hemleya xwe ya qirkirina Kurd hildide, wezîrê karê hundirîn ê Îranê rasterast qala koordîneya di navbera  herdu rejîman de dike. Li Sûriyê jî rejîma heyî bi perpektîfên Rûsya û Îranê û hewcedariyên desthilatdariyê, dest bi dorpêça herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û gopalan li defa nijadperest, qirker û faşîzane ya Erdogan dide. Ji bona vê jî, demek dirêj e di nav hewla bêdengkirina hawîrdorê de ye. Lê xuyaye berjewendiyên ceostratejîk ên welatên herêmê, rojava û hegemoniya navendî bi rêderketinên Erdogan re li hev nakin. Aliyek din ê girîng jî ew e ku; karakterê Tevgera Azadiya Kurd a pêşengtiya têkoşîna gelan li ser bingehên wekheviyê dike, êdî li herêmê bi kok bûye û tu hêzek nikare ji nav bibe. Di vê derbarê de, çendîn hewldan hatibin kirin jî, bê encam mane. Di bingeh de, sedema sereke ev e. Nikarin li ber têkoşîna gelan a li derveyî sînorên dewletdarî û navenda hegemoniyê mezin dibe, xwe rabigirin. Lewre; êrişên bêserûber li ser nirx, deskeftî û lîderan dikin. Ji îzoleya li Îmraliyê bigire û heya dorpêç û êrişa li ser bajarên Bakru û Rojhilatê Sûriyê were, hemû jî di coka yek konsepta pêvajoya serûbinbûyî de diherike. Hemû aliyên li ser erdê xwedî yek berjewendiya objektîf in.

Berxwedana îro li Zap, Metîna û Avaşînê têye raberkirin, têgehên klasîk ên li ser teknelojiya têkneçûyî çirandin. Helwesta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û civata li dora îradeya xweparastinê, nameya rasteras a israra li ser senteza pêkve jiyan û berxwedanê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.