Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Li hemberî êrîşan em ê asata têkoşînê mezin bikin’

04/12/2022
in ROJEV
A A
’Li hemberî êrîşan em ê asata têkoşînê mezin bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

 

Endamê rûsipiyên eşîran yên herêma Efrînê Hecî Mistefa diyar kir ku êrîşen dewleta Tirk ya dagirker tevayiya gelên herêmê dike armanc û got, li hemberî êrîş û planên qirkirina gelan emê asat têkoşînê mezin bikin û dagirkeran têk bibin.  

Navenda Nûçeyan/ Şehba

Dewleta Tirk ya dagirker di 19’ê Mijdarê de êrîşî herêmên seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, di van êrîşan de bi awayekî plankirî navendên betrolê, kargeha gazê, embarên genim, dibistan û herî dawî jî mezgeft hatin hedef girtin. Di encamê de bi dehan wwelatî birîndar û şehîd bûn, gargeha gazê û navendên sotemeniyê ji kar derketin, hin dibistan û gelek malê welatiyan hatin rûxandin. Li hember van pilan û êrîşan, helwesta hêzên QSD û tavahî gelêN herêmê zelal derket holê. Gelên herêmê bi biryadarî diyar kirin ku li hemberî her êrîşekî ew ê bi hemû hêza xwe persîvdayînên xurt bidin, lewra bi hezaran gelê herêmê ji Şehba ta Dêrîkê gel li pişta hêza xwe daketin qadan.

Derbarê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên ser herêmê ku rojane dewam dikin, Hecî Mistefa ku yek ji rûsipiyên eşîran yên herêma Efrînê ye ji rojnameya me re axivî.

’Erdogan jêdara tevlihevî û terorê ye’

Hecî Mistefa diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê dixwaze kebmberkê ji çeteyên radîkal yên Islamî li ser axa Sûriyê ava bike û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyê ve, bi her awayî destrdirêjî li xaka Sûriyê kir û alozî kurtir kir. Dewleta Tirk ya dagirker bi avakirina komên çeteye û destikdayîna çeteyên DAIŞ’ê ji her kesî re isbat kir ku hikumeta AKP-MHP jêdera tevlihevî û terorê di cîhanê de ye. Ji ber ku hêzên YPJ’ê û YPG’ê çeteyên DAIŞ’ê li ser axa Sûriyê têk birin, dagirkeriya Tirk dixwaze tola çeteyan rake û êrîşê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike.dagirkerî  di êrîşên dawî de bi awayekî eşkere êrşîşî kampa Holê kir û xwest çeteyan ji kampê derxîne. Kiryarên dewleta Tirk ya dagirker siyaseta wê ya destkdayîna çeteyan eşkere dike.”.

’Ev êrîş tavahî pêkhateyên herêmê dike hedef’

Hecî diyar kir ku êrîşên ku li ser herêmê tên kirin tavahî pêkhateyan dike armanc û wiha domand: “Dagirkerî bi salane şerê qirkirnê li ser Kurdan dide meşandin, di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne tenê Kurd rastî van kiryaran tên, bi awayekî rasterast gelê Suryan, Ereb, Îzîdî, Çerkez û Turkmen jî, tavahî pêkhateyên ku jiyan dikin dibin hedef, di heman demê de di van êrîşên dawiyê de gelek leşkerên Sûriyê jiyana xwe ji dest dan,  li beramberî wê tu helwest ji aliyê hikumeta Şamê ve nehat nîşan dan, li ser vî esasî divê li hember van êrîşên hovane û suçên şer, hêzên navnetewî û herêmî bêdeng nemînin ”.

’Em ê li hemberî êrîşan têkoşînê bilind bikin’

Rûsipiyê Eşîran yên Efrînê Hecî Mihemed tekez kir ku wê li hember van kiryaran dev ji têkoşîn û berxwedaniyê bernedin û wiha got: “Ne ji Îro de, ji beriya 45 salan me biryara têkoşîn û bilindkirina asta berxwdaniyê daye, ev erka me ya welatparêziyê ye. Ji ber wê jî em piştgiriya hêzên QSD û Rêveberiya Xweser dikin, li ser wî esasî derveyî pilanên siyasî yên ku li ser me tên kirin û nêzîkatiyên navneteweyî  û yên hikumeta Şamê bi taybet, me xeta xwe a hebûn û nebûnê li ser esasê li dijî dagirkeriyê şerkirin hilbijartiye, wê sekna me li hember pêvajoyê cidî û serbixwe be”.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.