Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Têkoşîna li dijî dagirkeran erkê her kurdekî xwedî wijdan e’

29/11/2022
in ROJEV
A A
’Têkoşîna li dijî dagirkeran erkê her kurdekî xwedî wijdan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Şaho Gabar/Qamişlo

Ezher Ehmed diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk bi erêkirina Rûsya, Amrîka û hikumeta Şamê tên kirin û got, îro ji her kurdekî xwedî wijdan tê xwestin ku li dijî êrişan têkoşînê bikin.

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya sûcên rojane, plankirî yên domdar de, ji şeva 19ʹê Mijdara 2022ʹyan ve êriş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin û heya niha ev êriş dewam dikin. Dagirkerî bi tang, tpo û balafirên şer êrişan li dijî herêmên ji Dêrik û heta Şehbayê pêk tîne. Di encamê de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne. Her wiha malên sivîlan, nexweşxane, dibistan, binsazî û cihên xizmetguzarî wekî stasyonên sotemenî, kehrebe, embarên genim û rêyên giştî jî tên bombekirin.

Derbarê êrişên dewleta Tirk ya dagirker yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamê Desteya Rêveber Ya Meclisa Sûriya Demokratîk Ezher Ehmed ji me re axivî.

Ezher Ehmed diyar kir ku armanca êrişên dagirkeriya Tirk yên ser qadên gerîla û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkbirina fikrê azad e û wiha got: “Li Bakur û rojhilatê Sûriyê Projeya Biratiya Gelan pêş ketiye, li ser bingeha demokratiyê û avakirina civakeke azad, gelên herêmê xwe bi rêve dibin. Li van herêman fikrên demokratîk û azad pêşketin e, ji ber ku ev fikr ne li gor berjewendiyên dagirkeran e, ew hewil didin bi her şêwazî êrişî herêmê û gelên wê yên berxwedêr bikin.”

’Dagirker ji fikrên azad ditirsin ’

Ehmed da xuyakirin ku hikumeta AKP-MHP’ê ya faşîst hebûna projeyeke demokratîk li herêmê, li ser desthilatdariya xwe xeter dibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk ya dagirker û tevayiya hêzên ku Kurdistan dagir kirine ji projeya Rêveberiya Xweser ya Domkratîk ditirsin û vê projeyê li ser desthiltdariya xwe ya ku li ser qirkirina gelan avabûye, xeter dibînin. Hêzên dagirker dizanin ku projeya Biratiya Gelan wê tevayiya planên wan yên dagirkirinê têk bibe, ji ber wê bi dijwarî êriş dikin.”

Ehmed da zanîn ku êrişên dagirkeriya Tirk yên ser herêmê bi erêkirina hêzên navneteweyî pêk tên û wiha dewam kir: “Êrişên dagirkeriya Tirk yên ser qadên Gerîla bi erêkirina  hikumeta Iraqî û alîkariya hin aliyên qaşo dibêjin em kurdin, tên kirin. Herwiha êrişên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi erêkirina Rûsya, Amrîka û hikumeta Şamê tên kirin. Tevayiya van hêzan ji bo berjewendiyên xwe, li dijî Rêveberiya Xweser planên qirêj dimeşînin. Her hêzek ji van hêzan dixwaze li gorî berjewendiyên xwe nexşeya Sûriyê bugherîne û xaka Sûriyê parçe bike.”

’Armanca êrişên dagirkeriya Tirk qirkirina gelan e’

Ehmed balkişand ser armanca hedfgrtina binsaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Dagirkeriya Tirk û wiha got: “Bi şoreşa Rojava re, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê aboriyê de pêş ket. Gelek projeyên ji bo xizmeta gelên herêmê hatin çêkirin û bingeheke aboriya civakê çêbû. Di êrişên dagirkeriya Tirk yên dawî de, nexweşxane, navendên betrolê, cihên belavkirina enerjiya, kargeha gazê û embarên genim bûn bûn armanca. Dagirkeriya Tirk bi êrişên ser binsaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewil dide ku Rêvberiya Xweser lawaz bike û gelên herêmê bi kirîzeke aborî pir zehmet re rûbirû bihêle, da ku gel koçber bibe û herêm were valakirin.”

 

 

’Rûsya û Amrîka hevkarên dagirkeran in’

Ehmed diyar kir ku Rûsya û Amrîka di qirkirina gelên herêmê de hevkarin û wiha got: “Rûsya û Amrîka qaşo li Sûriyê garentorin, lê bi erkê xwe yên exlaqî ranabin û çavên xwe ji kiryarên dijmirovî yên dewleta Tirk ya dagirker, digrin. Li pêş çavên wan dagirkeriya Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û bi sedan mirovan qetil dike. lê herdem ew xwe bêdeng dikin. Dewleta Tirk ya dagirker di êrişên xwe yên dawî de, hin deverên nêzî navendên Koalsyona Navneteweyî jî kir armanc, ev diyar dike ku êriş bi erêkirina van hêzan pêk hatiye.”

’Piştgiriya Rêveberiya Xweser erkê her kurdekî xwedî wijdan e.’

Endamê Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk Ezher Ehmed bang li gelê Kurd kir ku li dijî êrişên dagirkeriya tirk asta berxwedanê bilind bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Herkes gihiştiye baweriyeke ku hêzên li ser axa Sûriyê, tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin û baweriya tu kesî bi van hêzan nemaye. Ji gelê Kurd yên li Kurdistan û her aliyekî cîhanê tê xwestin ku bi erkê xwe yê exlaqî rabin, li gorî hêviya şehîdên azadiyê bin û li gor derfeta xwe li dijî van êrîşan bisekinin. Ji her kurdekî xwedî wijdan tê xwestin ku di vê pêvajoya xeter de piştgiriya Rêveberiya Xweser bike. Têkoşîna li dijî dagirkeran erkê her kurdekî xwedî wijdan e”

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.