Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Esas dijminê gelan aqilmendê Tirkiyê NATO`ye

27/11/2022
in ROJEV
A A
Divê gelê Kurd bikeve tevgerê
Share on FacebookShare on Twitter

Memed Serdar

 

Hêzên navnetevî ên weke NATO pişt perdê de faşîstên Tirkan ji bo qetlîamên hîn mezintir bike tehrîk dike û hemû hewldanên çareseriyê bi mûdaxeleyên provokatîf xirab dike, divê vaya baş zanibin ku dema wan jî kêm maye.

 

Dîroka tekoşîna azadiya Kurdistan de gelek caran pêvajoyên pir girîng biqasî girîngîyê xwe jî xeter hatiye jiyankirin. Gelek caran weke gel û tevger em pir nîzîkî serkeftinê bûne û pir caran dewleta dagirker ya Tirkan jî vê yekê mikûrhatiye. Destpêka salên 90`î rewşa şer û tekoşînê gîhîştîbû asteke wiha ku fermandarên artêşa dagirker îtîraf dikirin digotin “biroj em desthilatdarin bişev gerîlla.“ Ev rewşa tewazina siyasî û leşkerî bi mûdaxaleyeke jor hate gûhertin, wê demê bi şewitandina hezaran gûnd û qetilkirina nîzîkî 20 hezar welatparêz  hat gûhertin. Piştî pêvajoyên aşîtî û tekoşînên giran herî dawî pêvajoya çareserî ya sîyasî cardin heman destê jor mûdaxele kir û pêvajoya aşîtî bi provakasyonek vala hate derxistin.

Dijminatiya dewleta dagirker ya Tirkan hember gelê Kurd bê nîqaş hemû cîhan dizane û nûmûneyên pêkanînên faşîstê Tirkan pir zêdene. Lê wekî ku hemû çavdêrên siyasî vê rastiyê dizanin û qebul dikin, dewleta dagirker ya Tirkan bi îmkan û derfetê xwe hember gelê Kurd şer kiriba heta niha 10 caran tasfiye buyî bu. Vê rastiyê carna rêveberiyê Tirkîyê jî îtîraf kiriye û rêveberiyê NATO jî li xwe mikûrhatine gotine  “Dewleta dagirker ya Tirkiye endamê NATO ye erîşê ser Tirkiyê em li ser xwe qebûl dikin.“ yanî wateya gotinên berdevkên NATO “em weke NATO hember gelê Kurd şer dikin û hemû alîyande alîkariyê çek û cebilxane û lojîstîk û îstîxbaratê didin Tirkiyê.“

Her çikas ev daxwuyaniyên NATO herkes bîhîstî be jî cardin serîde gelê Kurd û siyasetmedarên Kurd û her wiha şoreşgerên Kurd rasterast NATO weke dijminê gelê xwe neditine û hember NATO peyveke hişk jî negotine. Lê di her civîneke NATO`ê de yê ku herî zêde dilê şefê faşîst Erdogan rehet dike axaftinên berdefkê NATO ye. Di her firsendê de dibêjin “Erîş li ser Tirkiyê hene fikarên vê yên ewlehiyê hene, em wate didin tevgerên vê.“ Ev NATO`ê ku fikarên ewlehiyê ya Tirkiyê fêm dike û wate dide, heta niha carek tenê bi komî ji qetlîamê derbasbûna Kurdan re wate nedaye. Fikarên Kurdan yê ji bo xwe ji bin jenosaydê xelas bikin di cîhde nedîtiye. Li gor NATO gelê Kurd mafê herî tabîî ya jiyanê ji bo gelê Kurd ne  pêwîste, lê ji bo dewleta dagirker ya Tirkan mafê dagirkirina axa welateke din û gûhertina demografiya geleke din di cih de ye.

Gelek caran rêberê gelan Rêber Apo di dahûrandinên xwe de vê rastiyê tespît kiribû ku şer di weteya xwe ya rastî de şerî bîrdoziye. Weke şer û tekoşîna bîrdozî em gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistan ji 27`ê Mijdarê 78 heta niha ev 44 salin hember bîrdoziya paradîgmaya kapîtalist û zihniyeta dewletî şer dikin. Hember bîrdoziya modernîteya kapîtalist vê dema derbasbûyî ya 44 salande em weke gel û tevger bedîlek û alternatîfek mezin avakiriye.

Dema em bi perspektîfê bîrdozî li pirsgirêkê dinerin baştir tê dîtin ku dijminayiya NATO hember gelê Kurd encamê siyaseteke demkî nîne, bingehê dijminayî nakokiyên bîrdozîne.  Ji ber ku li herêmê dewleta dagirker ya Tirkan berdevkiyê paradîgmaya modernîteya kapîtalîst dike di hemû aliyande alîkarî û piştgîriyê xwe ji bo Tirkan pêşkêş dikin. Dewleta dagirker ya Tirkan jî ji vê nakokiyê bîrdozî sûd jê werdigre û dixe bin xizmeta dijminayiyên xwe yê dîrokî.

Di vê rewşêde dewleta dagirker ya Tirkan û hêzên dînamîk yê paradîgmaya modernîteya kapîtalîst her yek yê din ji bo armancên xwe yê demdirêj hevdû bikartînin, ev bikarhanîn tê hesabê herdû alîyan. Her wiha her dû jî hevdû bi pêşketin û destkeftiyên tevgera azadiya gelê Kurd tehdît dikin.

Em weke gel bi hemû gelên ku li herêmê jiyan dikin, rê û rêbazek peyda bikin bi şiklek sedîsed emê li hev werin. Çi pirsgirêkê me bi ti gelek re nîne. Em biratiyê gelan esas digrin, heqîqeta tevgerame û gelê me ev 44 sale wiha ye. Nîşaneyê vê gelekin û li ber çava ne. di serîde gelê Tirk û her wiha gelê din yên li herêmê jiyan dikin hemû vê rastiyê dizanin rojane dibin şahîd.

Lê ev kesayetên desthilatdarî meşandine û hêzên navnetevî ên weke NATO pişt perdê de faşîstên Tirkan ji bo qetlîamên hîn mezintir bike tehrîk dike û hemû hewldanên çareseriyê bi mûdaxeleyên provakasyon xirab dike, divê vaya baş zanibin ku dema wan jî kêm maye. Li Tirkiyê şefê faşîst Erdogan dema li ser desthilatdarî ket wî demê helwestê gelan û derziyên bîrdozî hemû vegerin li ser wan. Gelê Kurd ne ew gelê berê yê saf û apolîtîk e, edî hûn nikarin bixapînin, gelê me baş fêm kiriye ku dijminê yekem dewleta dagirker ya Tirkane lê ya ji wî xirabtir jî yê kû pişt perdêde wî îdare dike û berdide ser gelan saziyên weke NATO`ye, di encamde kîn û nefreta gelan hemû bizîvire li ser wan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.