Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dayîkên Şehîdan yên Efrînê : Tu hêz nikarê Tevgera Azadiyê tune bike

27/11/2022
in ROJEV
A A
Dayîkên Şehîdan yên Efrînê : Tu hêz nikarê Tevgera Azadiyê tune bike
Share on FacebookShare on Twitter

Dayîkên Şehîdan yên Efrînê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser qadên Parastinê yên Medya bi tundî Şermezar kirin û gotin, vîna Gerîlayên Azadiyê tu carî têk naçe.

Zana Roj/ Şehba

Hovîtiya dewleta tirk a dagirker ya li ser gelê Kurd bi sedê salan dewam dike. Ji destpêka damezrandina Partiya Kerkerên Kurdistanê PKK`e ve, dewleta Tirk ya faşîst bênavber êrişî wê dike. Dagirkerî ji bo tunekirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û têkbirina têkoşîna gerîlayên azadiyê,  Tevayiya polîtîkeyên qirkirin û pişaftinê  li ser gelê Kurd dide meşandin. Li hemberî  hovîtiya dagirkeriya Tirê  asta berxwedana gel û gerîlayan her roj zêdetir dibe, lewra jî ev 50 salin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê  her diçe berfirehtir û xurtir dibe. Ji ber ku dagirkeriya Tirk xwe li hemberî têkoşîna gerîla nagire û derbên giran dixwe, êrişên xwe yên bi çekê kîmyawî zêde dike. Di 17 ê cotmeha 2022’an de dagirkeriyê bi çekên kîmyawî êrişî Herêmên Parastinê yên MEDYA kir û di encama wê hovîtiyê de 17 qehreman hatin Şehîdxistin, ev ne cara yekê ye ku dagirkeriya Tirk li himberî  qadên gerîla çekên kîmyawî bikar tîne, lê tevayî cîhan xwe bêdeng dike.

Dayikên Şehîdan yên herêma Efrînê bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku wê tu carî gerîlayên azadiyê tune nebin.

Dayika bi navê Zozan Reşîd diyar kir ku siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker ya li hemberî gelê Kurd ji çiyayên azad dest pê dike û wiha got: “Ji despêka damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya  Apoyî ve, dagirkeriya Tirk bi tevayiya rêbazên qirêj êrişî wê dike.  Dagirkeriya Tirk bi dehê salan êrişî Kurdan dike û gelek Kumkujî pêk anîn e. Ji dema desthilatdariya Osmaniyan  heya niha komkojî dewam dikin. Ji geliyê Zîlan û Botanê bigire heyanî vê kêliyê, Komkujiyên wan bênavber didomin.”

Zozan Reşîd da xuyakirin ku ev komkûjiyên li Herêmên Parastinê yên MEDYA tên kirin, bi alîkariya PDK`ê ye û wiha domand: “Ev hovîtî û êrîşên ku li ser çiyayên Kurdistanê de tên kirin, helbet ne ji rêzê ne, derbasbûna artêşa Tirkan di deverek wisa re, ji me re diyar dike ku   ev derbasbûn û meşrûîyeta ku li wir pê tev digerin di encama lihevkirinek bi PDK’ê re tên kirin. Di vir de xeta îxaneta malbata Berzanî kes nikare înkar bike, bi salane ku piştgiriyê dide dijminê Kurdan ji bo ku serweriya xwe li ser Kurdistanê bike, bi vê yekê diyar dibe ku dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina  fikrê Rêber Ocalan, xwefiroşên mîna malbata Berzanî qebûl dike û wan ji bo qirkirina Kurdan bikar tîne.”

’Gerîla hêza me a yekemîn e’

Dayiaka bi navê Fîdan Mihemed jî diyar kir ku gerîla hêza gelê Kurd ya zadiyê ya yekemîne  wiha got: “Hêza gerîla parstvanên xeta fikrê Rêber Ocalan e, piratîk kirina vê fikrê û parastina destkeftiyên vê partiyê bi desê hêzên Gerîla tên kirin, ji ber vê jî bi salane  ku vê xetê  berxwedanî û têkoşîna azadiyê dide meşandin, ne dewletên navnetewî û ne jî dagirkeriya Tirkiyê dikare Tevgera Azadiyê tune bike, ji ber gerîla bi hêza xwe ya îdeolojîk û taktîkî tevdigere, di encama vê yekê de ji 50 salî û heyanî niha derbeyên pir giran li dagirkeran  dide”.

Fîdan Mihemed  tekez kir ku gelê Kurd wê her tim piştevaniya hêzên xwe bike û wiha got: “Gerîla parstvanên rûmeta me ne, ger çi dibe bila bibe divê em bawer bin ku ev hêz wê neyê şikestin, em gelê mîrasê şehîda û xeta Rêbertî ne ji bo vê jî em banga tu cihî nakin, baweriya me bi îrade û hêza me ya li serî çiya heye, bila her kes bizanibe gel li pişta Gerîla ye ger yek destdirêjî li ser çiya bê kirin wê bi deh hezaran gel rabe ser piyan û bersîvên tund bide dagirkeran”.

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê
JIN

Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê

16/06/2025
Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.