Rojnameya Ronahî

Jinên Qamişlo: wê gelên berxwedêr êrişên dagirkeran têk bibin

Darîn Silê/Qamişlo

Jinên bajarê Qamişlo êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û gotin, em ê heta dawiyê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bin û li dijî dagirkeran berxedanê bikin.

Ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, êriş û bombebaranên dewleta Tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê berdewamin. Tirkiyê rojane bi balafirên xwe yên bê mirov welatiyên herêmê, bi taybet jin û zarokan dike hedef û hewl dide kesayetên pêşengiya vê şoreşê dikin, tine bike. Herî dawî jî ji ber ku dagîrkeriya Tirkî li Herêmên Parastinê yên Medya têk çû û ti çare di destê wê de nema, êrişên xwe yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêdetir kir. Rojane bajar û gundewarên li herêmê bê serûber bombebaran dike û hewl dide tirsê bixe nava gel, da ku gel koçber bibe û herêm vala bibe.

Tevî ku êriş bi awayekî giran tê kirin, bertekên gel li ser redkirina van êrîşên berdewam in. Herwiha gelê herêmê ji bo rûbirûbûna êrîşên dagirkeriyê amadekariyên baş dikin û bi îrade û hêza gelê şoreşgerî li kêleka hêzên leşkerî disekinin û banga xurtkirina têkoşînê dikin.

Derbarê rewşa dawî ya li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û girîngiya xurtkirina têkoşînê li dijî dagîrkeriyê, jinên bajarê Qamişlo ji me re axivîn û dan zanîn ku ew ê li ser bingehê şerê gelê şoreşgerî amadekariyên xwe bikin û li dijî êrişên dagîrkeriyê bisekinin.

`Bi awayekî hovane êriş tên kirin`

Jina bi navê Hêvîn Hesen têkildarî êrişên dawî yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê wiha got: “Di van rojan de gelek herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê balafirên şer yên dagîrkeriya Tirkî ve bi awayekî hovane û sîstematîk hatin bombebarankirin. Herwiha li Şehba, Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê û Kobanê bi awayekî hovane êriş tên kirin. Di ancama êrişan de bi dehan welatî û kesên welatparêz tên hedefgirtin. Ev êriş bandorê hem li rewşa herêmê hem jî li aboriya wê dike. Lewra Tirkiyê ne welatiyan tenê saziyên xizmetguzarî û yên girêdayî aboriya herêmê dike hedef. Bi vê yekê Tirkiyê hewl dide binsaziya herêmê têk bibe, hem jî welatparrêzên wê tine bike.”

`Balafir û planên Tirkiyê dawî li hebûna me nayne`

Hêvîn destnîşan kir ku piştî şikandina dagirkeriyê û pûçkirina hemû planên wê yên li dijî gelên herêmê û gelîlayên azadiyê, êrîşên xwe li ser herêmên Rojava zêde kiriye û axaftina xwe wiha domand: “Bi saya hêza gerîlayên azadiyê û berxwedana gelê şoreşgerî me xeyalên Tirkiyê yên zindîkirina DAIŞ’ê şikandin û me di her carê de armancên wê têk birin. Ji ber ku dagîrkeriya Tirk nikare rû bi rû şçerê me bike balafirên xwe li dijî me daye şuxilandin, lê balafirên û planên wê jî dawî li hebûna me nayne.”

`Em ê heta nefesa dawî li ber xwe bidin`

Hêvîn Hesen di dawiya axaftina xwe de got, Em mirovên aştîxwaz in, ku li azadiyê digerin, lê eger kesek êrîşî me bike mafê me jî heye em li ber xwe bidin û têbikoşin. Îro Tirkiye li dijî me gelek binpêkirinan dike, xaka me dagîr kiriye û zarokên me qetil kiriye. Ji bo wê jî dema em bibînin gelê me bi darê zorê tên qetilkirin em bêdeng namînin û emê heta nefesa dawî li ber xwe bidin.

`Em gavekê jî paş ve navêjin û dev ji nirxên xwe bernadin`

Jina bi navê Salha Keleş jî da xuyakirin ku gef û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker ne tiştekî nû ne û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Dagîrkeriya Tirlkî bi salan e hewl dide gelên herêmê qir bike û xaka Sûriyê dagîr bike. Bi taybet piştî destpêkirina şoreşê tirkiyê hewldanên xwe yên tinekitina gelê herêmê zêde kiriye. Lê wek welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê, piştî lidarxistina şoreşê me bi hezaran şehîd dan û emê her li ser şopa wan bin, em gavekê jî paş ve navêjin û dev ji nirxên xwe bernadin. Xaka rojava xaka me ye emê li ser xaka xwe bin û têkoşînê dewam bikin. Bi çi awayî be emê parastinê bikin û piştgiriya hêzên leşgerî bikin.”

Salha li ser bêdengiya dewletên Navneteweyî wiha got, Dewletên Navneteweyî û mafê Mirovan li hember sûc û kiryarên Tirkiyê yên hovane bêdeng dimînin. Herwiha ev kes naxwazin gelê kurd bibin xwedî maf. Ji bo wê jî em dibêjin; ‘kesê li hember kiryarên Tirkiyê bêdeng dimîne, şirîkên kuştina zarokên me  e. Lewra ev dewlet piştgiriya Tirkiyê dikin û hewl didin bi riya Tirkiyê kurdan bê çare bihêlin. Herwiha naxwazin projeya Netewa demokratîk ya ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pê ketî, bi ser bikeve. Ji bo wê jî alîkariyê didin Tirkan ku me tine bikin.

`Em ê parastina destkeftî û nirxên şoreşê bikin`

Salha Keleş di dawiyê de got, çawa ku şoreşa rojavayê Kurdistanê bi navê jinên Kurd mezin û berfireh bû em jî soza parastina destkeftî û nirxên şoreşê didin. Heta ku em çar parçeyên Kurdistanê azad nebînin emê li qadan bin û doza mafê xwe bikin. Kes ji ber kesekî din parastinê nake. Eger yek bixwe parastinê neke wê ji wateya mirovatiyê dûr bikeve û bibe koleyê kesên din.