Zozan CIZÎRÎ
Lêgera rastiyê, rastiya xwe naskirinê, her wisa fikar û hewldana domandina hebûna xwe, çanda xwe, nifşê xwe bi hezar salan e di quncika herî jor a aqilê civakî yê mirov de cihekî girîng girtiye. Ango mirov her hewl daye hebûna xwe ya civakî watedar, binirx bike. Heta roja îro belku gelek ekolên fikrî, zanistî, perwerdeyî yên cur bi cur ji bo vê pêş ketine, lê hêza desteserker a zilamê desthilatdar hemû di nava çerxên xwe de hepis kirine, tenê di nav sînorê berjewendiyên xwe de qismek mecala jiyanbûnê daye wan ekolan. Hêzên dewletdar di bin navê perwerdekirina nifşên nû yên civakê de, sîstema perwerdê ya welatê di bin kontrola xwe de bi hişmendiya baviksalar birêkûpêk kirine. Ew jî tenê ji bo dirêjkirina temenê desthilata xwe ferdê bende afirandine. Ev mijara ku ji gelek aliyan ve nakokiyan dihewîne, kesayeta însan û jiyana mirovahiyê, tevî xwezaya jîngehî ya hemû zindiyan aniye ber hilweşîn û dejenerebûnê. Li vir mijara hîn girîng a hêviyek nû dide, li Rojavayê Kurdistanê asta pêşengiya jinan a di vê qada fikir û perwerdehiyê de ye.
Roja 04’ê Mijdarê li bajarê Hesekê jinên Kurd û Ereb 2. Konferansa xwe ya Meclîsa Perwerdê ya Jinan lidar xistin, xebatên perwerdeya jinan û giştî civakê ya du salên nêz ên bihûrî nirxandin. Weke Meclîsa Perwerdê ya Jin a Bakur-Rojhilatê Sûriyê xwe birêxistinkirin, ji bo avahiya Netewa Demokratîk gaveke nûjen û dîrokî ye. Bi wateya rast, erk û berpirsiyariya perwerdekirina civakê hilgirtine. Adeta wekî nimûneya agirê ku mirovahiyê afirandî û qralên zalim ji bo xwe dizîn, vê carê bi vîna jinê tu wî agirî ji destê wana rizgar dikî û radestî mirovahiyê dikî! Ev gaveke ew çend pîroz û giranbuha ye. Ev berhemeke herî binirx a Şoreşa Rojava ya li ser ked, berdêl û xwîna bi hezaran ciwan, jin, zilam, dayîk û bavên vê herêmê yên berxwedêr-şoreşger afiriye. Heqîqet ev e ku, li tu welatekê yan jî li tu aliyekî cîhanê hêza jin di vê astê de xweser û demokratîk berpirsiyariya pêşengiya pêşxistina civaka xwe negirtiye ser şanê xwe.
Wekî tê zanîn, ji destpêka Şoreşa Rojava ve, ango nêzî 11 salan e jinên Kurd, Ereb, Asûrî-Sûryan di asta herî pêş de xebata perwerdê dimeşînin. Biryarên herî girîng ên têkildarî perwerdeya dibistanan, mamosteyan û giştî jinan destpêkê jin digirin. Di sazkirina sîstema perwerdê ya giştî Rojava de hem di warê hejmar de, hem jî di warê wesf de giraniya jinan xuya ye. Dema em vana tînin ziman, ev nayê wateya ku her tişt çar bi çar bûye, erk tam pêk hatiye. Berevajî, ezmûna di nava van deh salên bihûrî de zanebûn û pêwîstiya pêşxistina perwerdeyeke azad, demokratîk a civakparêz mezin kiriye. Şoreşa Jinê di vê wateyê de ketiye qonaxekê ku gav paşde nade. Ev perwerdeya ku berî her tiştî hêz û zanebûna têkoşîna li dijî hişmendiya cinsiyetperest pêş dixe, ji tevahî nexweşiyên kesayetî yên lîberal, dejenere, desthilatxwaz re dibe derman. Ev perwerde kesayetê li cewherê wî/wê yê civakî vedigerîne. Kesayeta ji rastiya xwe xerîb ketî û dûr ketî, careke din vedigerîne eslê wî/wê. Li şûna dîroka damezrîna text û tacên desthilatdaran, dîroka civakbûna mirovahiyê derdixe pêş. Lewre her xebat û gaveke di vê qadê de xwediyê nirxeke dîrokî-civakî ye.
Di vê çarçoveyê de Konferansa Meclîsa Perwerdê ya Jin a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ji bo tevahî civaka me û jinan diyariyeke girîng e.