Rojnameya Ronahî

‘Em ji tang û topên Tirkiyeyê natirsin heta dawiyê berxwedan’

Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber bêdengiya Amerîka û Rûsyayê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li pêşiya nûnertiya Rûsyayê çalakî li dar xistin.

Dewleta tirk a dagirker ji 19’ê Mijdarê ve binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî nexweşxane û dibistanan bi riya balafirên şer bi dijwarî topbaran dike. Îro bi armanca şermezarkirina bêdengiya welatên pêwendîdar û navneteweyî li ser sûcên dewleta tirk ên hovane, dayik û hevjînên şehîdan ên bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya nûnertiya Rûsyayê ya li bajarê Qamişloyê çalakî li dar xistin.

 

‘Em ji tang û topên dewleta tirk natirsin

 

Zîn Emîn ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û yek ji çalakvanan e, dibêje ku ew ji tang û topên dewleta tirk natirsin û wiha dest bi axaftinê kir: “Dewleta Tirk a dagirker ketiye ber nefesa xwe ya dawî, emrê wî jî kêm maye, lewre dixwaze tenê xirabiyan bike. Li seranserî Rojavayê Kurdistanê bêyî ku hêzên leşkerî hedef bigre, êrîşî herêmên me dike. Dewleta tirk dixwaze asayîşa welatê me hilweşîne û îradeya gelê me bişkîne lewma welatiyan dike hedef. Em dibêjin ku em ji tang û topên dewleta tirk natirsin. Me gelek şehîd di ber vê şoreşê de dane, qelenê azadiyê gelek buha ye. Berxwedan jiyan e û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Zîn Emîn destnîşan kir ku dewletên navneteweyî berovajî prensîbên mirovî tevdigerin û wiha pêde çû: “Hêviyên me ji dewletên navneteweyî şikestine, dewletên navnetweyî dibêjin ku em ji bo mirovan têdikoşin lê berovajî vê yekê li ser rûyê erdê xuya dike. Ev pênc roj in dewleta tirk binesaziya herêmên me bi giranî topbaran dike tevî nexweşxane û dibistanan.”

 

 ‘Em bang li dewletan nakin, pişta me gelê me ye

 

Zîn Emîn diyar kir ku dê bang li welatan nekin her wiha teqez kir ku pişta wan gelê wan e û wiha bi dawî kir: ‘Bila gelê me yê Kurdistanê bêdeng nemîne li hemberî van êrîşan, ev dema hebûn û tunebûnê ye ji bo me wekî Kurd. Bila gelê me li her çar aliyên Kurdistanê xwedî helwest be û piştgiriya gelê Rojava bikin. Em bang li tu welatî nakin, em dizanin ku tiştekî ji bo gelê ma nakin, pişta me û hêviyên me gelê me yê berxwedêr e. Encax bi dostên xwe yên welatparêz û berxwedaniya 44 salan em ê bi ser bikevin û ji bilî vê yekê em tu rê ji xwe re hilnabijêrin.”  JÎNHA