Rojnameya Ronahî

‘Gelê Efrînê bi merasîmeke bi heybet 5 şehîd oxir kirin’

Zana Roj/ Şehba

Gelê Efrîn û Şehbayê 5 şehîdên ku di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de Şehîd ketine, bi marasîmeke biheybet oxir kirin.

Di 19 vê mehê de, dagirkeriya Tirk êrişî seranserî herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê kir, di encama van êrîşan de li herêma Şehbayê 5 endamên Hêza Rizgariya Efrînê Şehîd ketin.

Kerwana Şehîdan ji nexweşxaneya Avrîn ber bi gorostana Şehîdên Serdemê ve ya li navçeya Ehdasê kete rê.

Di marasîmê oxirkirinê de, axftin ji aliyê fermandarê Hêzên Rizgariya Efrînê, Meclisa Saziya Malbata Şehîdan û  Rêveberiya Xweser ve hatin kiron.

Xedîce Îbo û bi ser navê rêveberiya xweser Subhî El Ehmed ve hatin kirin.

‘Bi êrîşên xwe nikarîn gelê kurd tune bikin

Fermandarê Hêzên Rizgariya Efrînê sersaxî ji malbatên Şehîdan re xwest û diyar kir ku  sax kir û ev ne cara yekemîne dagirkerî bi vê hovîtiya xwe gelê me digire hedef û wiha got: “Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker bi salane ji bo qirkirina gelê Kurd didome, ev gel di gelek komkûjî û qetlîaman re derbas bûye. Tevî komkujiyan jî gelê Kurd li ber xwe dide û tune nebû. Dagirkeriya Tirk êrişî  herêmên Bakur û Rijhilatê Sûriyê dike, da ku bikaribe destkeftiyên vê şoreşê binpêbike, lewra har bûye û li seranserî sînor êrîşeke hawayî da ye destpêkirin”

‘Têkbirina dagirkeriyê misoger e’

Fermandarê Hêzên Rizgariya Efrînê tekez kir ku ev qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê wê ji Tirk û çeteyên wê re bibe goristan û wiha domand: “Di Berxwedana Serdemê de gel û şervanên me bi hemû hêza xwe 58 rojan li hember dagirkeran û çeteyan li ber xwe dan, Hebûn û sekna gelê Efrînê îro li herêma Şehbayê nîşanya têkbirina dijmine, lewra em vê yekê tekez dikin ku wê di dema bê de êriş têk biçin”.

‘Soza me tolhildan e

Fermandarê Hêzên Rizgariya Efrînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi berxwedaniya gelê herêmê ewê dijmin têk bibin û wiha got: “Li tavahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro berxwedaniya gel gihîştiya asteke pir pîroz, em hêz û îradeya xwe ji vîn û hezkirina gel werdigirin, ji ber vê jî em soz didin glê xwe yê qehreman yên ku tu carî dev ji xeta Rêber Ocalan bernedane, emê tola Şehîdên xwe li ser axa Kurdistanê hilînin”.

Navên Şehîdên Hêza Rizgariya Efrînê yên îro hatin oxirkirin wiha ne:

Şehîd Çayan Efrîn, Xlîl Cindirês, Brusk Efrîn, Dilsoz Şêrawa û Baran Efrîn.