Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Welatiyên Qamişlo: Îrade û têkoşîna me ji dagirkeran mezintir e

23/11/2022
in ROJEV
A A
Welatiyên Qamişlo: Îrade û têkoşîna me ji dagirkeran mezintir e
Share on FacebookShare on Twitter

Rojbîn zagros/Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo sûcên dewleta tirkî ya dagîrker yên li dijî gelên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin, wê Şerê Gelê Şoreşgerî  êriş, gef û planên dagirkeriya Tirk têk bibe.

Welatiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber bombebarana balafirên şer yên dewleta Tirkî ya dagirker ev çend roj in şiyar dimînin. Lewra Tirkiyê careke din şûrê xwe tûj kiriye û hewl dide armanca xwe ya ku bi hezarê salan pêk nehatiye pêk bîne. Ji bo wê jî ev cend roj in êriş bi awayekî hovane û zêde tên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tê kirin. Di bombebaranê de sivîl, saziyên sivîlan û yên leşkerî tên hedefgirtin.

Dagîrkeriya Tirk êrişên xwe yên ser herêmên bakur û rijhilatê Sûriyê bê navber dewam dike. Rojane êriş li ser bajar û gundewarên herêmên tê kirin. Niha jî berdewamiya êrişan dike û êrişên hewayî û balafirên xwe yên şer li asîmanê herêmê zêdetir kiriye. Bi bombebaranên xwe yên hewayî ji Efrîn, Şehba û Kobanê heta Dêrikê dest bi êrîşeke hov û gunehkar kiriye. Di encama van êrişan de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne.

Derbarê zêdekirina êrişan û pêkanîna kiryarên hovane yên dagîrkeriya Tirk, welatiyên bajarê Qamişlo ji me re axivîn û ji cîhan û civaka navneteweyî daxwaz kirin ku helwesteke zelal li dijî dagirkeriya Tirk û kiryarên wê yên sûcdar li herêmê nîşan bidin.

Welatiya bi navê Delal Bedûr behsa êrîşên domdar yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrioyê kir û wiha got: “Tirkiye malên sivîlan û saziyên sivîl dike armanc û dawî li jiyana welatiyên bêguneh tîne. Bi vê yekê hewl dide welatiyan bitirsîne, herwiha tirsê bixe dilê welatiyan. Êrişan dike û hewl dide herêmê vala bike û xelkê wê neçarî koçberiyê bike. Da ku herêmê bi hêsanî  dagîr û wêran bike.”

Delal destnîşan kir ku kiryarên dagirkeriya Tirkiyê ne nû ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kiryarên dagirkeriyê ji bo me ne nû ne, ji ber ku çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagîrkirî gelek binpêkirin li dijî sivîlan pêk anîne û gelek herêm bombebaran kirine. Ma emê çi hêviyê ji welatekî ku dîroka wî bi komkujî û binpêkirinan qirêj tê nasîn bikin. Tirkiyê lingê xwe pir dirêj kiriye û êrişî herêmên bi ewle dike.”

`Ji bilî têkoşînê ti rê li pêşiya me nîne`

Delal Bedûr di dawiya axaftina xwe de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li ber xwe bidin û bi hev re li hemberî van êrîşan biisekinin. Herwiha got, ji bilî têkoşînê ti rê li pêşiya me nîne. Ji bo wê jî divê em têkoşîna xwe xurt bikin û hêza xwe xurt bikin.

`Kiriyarên Tirkiyê me naşkînin, lê îrade û têkoşîna me xurttir dikin`

Welatiya bi navê Fatma Casim jî behsa êrişên ku vê dawiyê hatibûn kirin kir û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî bombebarana hovane û sîstematîk ji aliyê balafirên şer yên Tirkiyê ve tên kirin. Di vê êrişê de gelek welatî şehîd ketin. Em dibêjin şiqas şehîd çêbin û çiqas tirkiyê êrişên xwe zêde bike jî li hemberî me bi ser nakeve û wê bê çare bimîne. Kiriyarên tirkiyê me naşkînin, lê îrade û têkoşîna me xurttir dikin. Em ji balafir û çekên tirkan yên giran natirsin. Çi sûc û binpêkirinên hovane yên Tirkiyê û çeteyên wê bên kirin, em ê li hemberî wan bisekinin û em ê nehêlin ku biryardariya ku li ser xwîn û canê şehîdên me hatiye avakirin têk biçe.”

`Şerê Gelê Şoreşger bersiva herî xurte ji dijmin re ye`

Fatma Casim di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê Gelê şoreşgerî û got, pêwîste em şerê gelê şoreşgerî xurtttir û bihêztir bikin. Ji bo wê jî divê gelê me di nava têkoşînê de be. Jixwe tiştê ku dijmin jê ditirse şerê gelê şoreşgerî ye. Ji ber ku Şerê gelê şoreşger bersiva herî xurte ji dijmin re ye.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.