Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çalakvanên Qeladizê xwestin qada hewayî ya herêmê ji Tirkiyeyê re were girtin

20/11/2022
in ROJEV
A A
Çalakvanên Qeladizê xwestin qada hewayî ya herêmê ji Tirkiyeyê re were girtin
Share on FacebookShare on Twitter

Welatiyên bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê daxwaz kirin ku li dijî êrişên hewayî yên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê biryara herêma ‘dijî firînê’ pêk were û pêşî li êrişên hewayî werin girtin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û Komera Îslamî ya Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Ev herdu welat herî zêde bi riya qada hewayî êrişan pêk tîne. Welatiyên bajaroka Qeladizê ya ser bi îdareya Raperînê daxwaz kirin ku li dijî êrişên hewayî yên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê biryara herêma ‘dijî firînê’ pêk were.

Çalakvanê medenî Qadir Ehmed ê ji Qeladizê diyar kir ku êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên bi riya balafirên şer û balafirên bêmirov ziyanek mezin daye Herêma Kurdistanê û got: “Li kûrahiya Herêma Kurdistanê welatiyan hedef digire. Niha êrişên balafirên Îranê jî li ser ve hatine zêdekirin. Di nava welatiyan de tirs çêkiriye. Ji bo pêşîlêgirtina êrişan, divê biryara herêma dijî firînê pêkwere. Êdî rê neyê dayîn qada hewayî ya Herêma Kurdistanê were derbaskirin û êdî êrişên hewayî li ser welatiyan û xaka Herêma Kurdistanê pêk neyê.”

Çalakvanê ji Qeladizê Elî Qadir destnîşan kir ku Tirkiye ji bêdengiya civaka navneteweyî derfetan dibîne û lewma çekên kîmyawî li Herêma Kurdistanê bikar tîne û biriya balafirên bêmirov li ser xak û welatiyên Herêma Kurdistanê êrişan dike.

Elî Qadir destnîşan kir ku niha dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyawî li ber çavê cîhanê bi kar tîne û cîhan jî bêdenge got: “Ji ber berjewendiyên wan li gel Tirkiyeyê hene li hemberê vê binpêkirinê bêdeng in. Berdewambûna tevgera hewayî ya li ser heremê tirs xistiye di nava welatiyan de. Welatî êdî nikarin bi azad geştê bkin. Timî tirsa wan heye ku balafir wan hedef bigire. Em daxwazê dikin ku biryara herêma dijî firînê pêk were. Rê neyê dayîn bi ti awayî dagirker êrişên hewayî li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk bînin.”

Komîsyona Ewlekariyê ya Navnetewî bi armanca parastina welatiyên Herêma Kurdistanê ya ji êrişên esmanî, di sala 1991’an de biryara dijî firînê derxist, lê heya niha jî ev biryar weke pêwîst neketiye meriyetê. 31 sal bi ser biryarê re derbazbûne, lê niha asîmanê Herêma Kurdistanê bi balafir û dronên dewleta û Îranê tije bûye. Beramberî binpêkirinên dewleta Tirk jî civaka navnetewî bêdengiya xwe diparêze. – ROJNEWS

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.