Rojnameya Ronahî

Projeya avakirina mezintirîn baxçeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat destpêkirin

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê dest bi pêkanîna projeya Baxçeyê Gel li bajarê Hesekê kir. Proje li rûpîvana nêzî 45 donim tê pêkanîn.

Daîreya Teknîkî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi projeya mezintirîn baxçeyê li herêmê kir. Proje li bajarê Hesekê li ser rûpîvana 45 donimî tê pêkanîn.

Ev proje di çarçoveya plana Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya ji bo piştgiriya cihên giştî yên mezin li bajar û bajarokan de pêk tê.

Armanc ji projeyê, kêmkirina qirêjiyê, peydakirina cihekê bêhnvedanê ji bo şêniyan e. Tê payîn ku projey destpêka Nîsana 2023`an bi dawî bibe.

Keleş Xilêf ê ku li ser projeyê disekine diyar kir ku bi piştgiriya Daîreya Teknîkî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê, Şaredariya Gel di 5`ê Mijdara 2022`yan de dest bi projeya mezintirîn baxçeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Xilêf da zanîn ku cihê baxçe li deriyê tina bajêr ê ji aliyê bakur ye û li ser du rêyên giştî ye û wiha dewam kir: “Proje ji aliyê pisporên endeziyarî, mîmarî, çandinî û karên sivîlan ve hatiye lêkolînkirin.”

Li gorî Xilêf, dê gelek beşên baxçeyê hebin wekî beşek ji bo rawestandina erebeyan (gerac), beşekî lîstokên zarokan, eywan, her wiha dê dar û cureyên cuda yên kulîlkan li dora baxçeyê bi temamî bên çandin. Xilêf destnîşan kir ku ketina baxçe bê pere ye û dê nehêlin ku tu alî tê veberanînan pêş bixin.

Ji aliyê rûpîvanê ve, ev baxçeyê herî mezin e li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Niha baxçeyê herî mezin li herêmê li bajarê Reqayê ye û rûpîvana wê 22 donim e. ANHA