Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Teqîna Stenbolê Nîşaneya Binkeftinê Ye

16/11/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Memed Serdar

Siyasetên dewleta Tirk ya dagirker yek bi yek îflas dikin. Roja yekem ya tevgera bihara gelan destpê kiriye heta roja îro ji bo her herêmek projeyê ku dewleta dagirker ya Tirkan pêşxistibû û pir bî îsrar ji bo pêkhanînê wan projeyan kar dikir, hemû binketin. Ji bo ji nû ve teşedayîna her dewletê li gor berjewendiyên xwe dewleta Tirkan projeyên siyasî dîyar kiribû. Ev projeyên xwe wekî ku mafê wî ya mûdaxele kirina her dewletî heye, hewldida li gor keyfa xwe hemû karê van dewletan eyarbike. Kar û xebatê ku dewleta Tirkan li van dewletên rojhilata navî de kiriye divê yek yek bê lêkolîn kirin.

Ji van dewletên ku projeyên siyasî li ser wan hatin meşandin, binkeftin jiyan kir û xwe paşde kişand hene weke (Afxanistan, Libnan) her wiha welatên ku heta niha destwerdana wir de îsrar dike, hewldana bi darê zorê projeyên xwe yê siyasî û aborî serxistin didomîne ji hene. Dewletên weke (Lîbya, Irak, Sûrîye) miroveke bi aqil tevbigere wê yekser pirs bike çi karê dewleta dagirker ya Tirkan li Lîbya heye. Ji derveyî petrolê Lîbya li gor berjewendiyên xwe bikarhanîn ti karê dewleta Tirkan li wir nîne. Ev armancê xwe jî venaşêre gelek caran bi eşkereyî aniye ziman. Di gelek konferansê çapemenîyêde dema hatiye pirskirin nûnerên dewleta dagirker ya Tirkan dibêjin “DYA û welatên weke wî ji deh hezar km. dûr ve hatine her karî li vir dikin, çima kes ji wan pirs nake hûn li vir çi dikin“. Yanî ew jî xwe weke DYA û Rusya dewletek hegemon dibîne û mûdaxale kirina her cîhekî mafê xwe dibîne.

Lê di navbera wande ferqeke mezin heye. Ev dewletên hegemon ya navnetevî bi arteşên xwe bi aboriyên xwe û bi dîplomasiyên xwe pir xurtin û bi van hêzên xwe welatan îqna dikin. Rewşa dewleta Tirkan ya dagirker weke “Kerekî ku li çûkan dinêre û dibêje çima ew difirin divê ez jî bifirim“. Ne baskê wê hene ne jî dizane bifire û hewldide bifire. Lê binerin li misrê çi lê hat, şefê faşîst Erdogan hemû rêxistina ixwan el mislimîn da pey xwe û hewl da projeyê xwe bi ser bixîne. Bi xwe re rêxistina ixwan el mislimîn jî rezîl kir.

Li Sûrî projeyek siyasî dabû ber xwe û her roj digot nimêja înê li mizgefta emewî bikin, lê niha li ber rêjîma Sûrî û faşîsteke din Esed digere û hazire destê wî jî maç bike, ji bo cardin îttîfaqek qirêj pêşbixin. Lî Iraq û Sûrî armanca sereke dewleta dagirker ya Tirkan û şefê faşîst Erdogan tasfiye kirina hereketa azadiya Kurdîstan`e. Hemû projeyên siyasî ya dewleta Tirkan li ser Sûrî û Iraq ji ber nîzîkatiyên dijminane hember Kurdan têk çûne lê ew heta niha jî di siyaseta xwe ya înkar û îmha de israr dike.

Li Sûrî û li Iraq şerê ku dewleta dagirker ya Tirkan dijî Kurdan dimeşîne niha gihîştiye asteke jor, û artêşa Tirkan ya dagirker her roj hin zêdetir tengav dibe. Ev şerê ku niha tê meşandin ji hemû şerê ku ev 40 salê tê meşandin gelek cûdatir e. Dewleta Tirkan jî pir baş fêm kiriye ku ev şer ya qederê ye, bi taybet ji bo wan şerê man û nemanêye. Ji ber wî bi hemû derfetê xwe êrîş dikin, bikarhanîna çekên kîmyawî û taktîk nûkleerî jî têde hemû çekên qedexekirî jî bikar tînin lê cardin jî heta niha encam nehatiye gûhertin. Ji ber bikarhanîna çekên qedexekirî li hûndir û derve zextek mezin li ser dewleta dagirker ya Tirkan pêşket. Herî dawî bi dîmenê şewûtandina cenazeyên leşkerê xwe, ev zextên heyî gîhîştin asta herî jor. Hember zextên ku bi taybet aliyê dîplomasîde dewleta Tirkan pir tengav kirin, hewldan û lêgerîna dewleta Tirkan xwe ji van zextan xelas bike ev demeke pir zêde pêşketibû.

Weke çek tiştek nema bikar nehanîne, lê teniştê giraniya şer û ber çav girtina hemû xeterayan bikarhanîna çekên qedexekirî heta anha tişta kem mabû şerê taybet bû. Ji ber kesê ku dewleta dagirker ya Tirkan nas dikin dizanin ku di şerde û pêkhanîna siyaseten cûrbecûr de çekê en xurt bikar tînin şerê taybet e. Di pêvajoya dawî de ew jî gelek car hatiye bikarhanin lê şerê taybet di asta xurtbûna êrîşên leşkerîde nebû. Gelek kes li bendê bûn ka ev navenda şerê taybet ya dewleta dagirker ya Tirkan çima bêdenge.

Ev bendewarî zêde dirêj nekir li navenda Stenbolê û cîhê ku weke dilê dewleta Tirkan tê naskirin Taksîm û caddeya îstîklalê de teqînek çêbû. Heman rojêde di nava çend seetan de yê bombe teqandî hat girtin û îtîraf kir û yekser bi navê PKK hate mal kirin. Lê cîhan ne ew cihana berê ye, dewleta dagirker ya Tirkan bi leystokên xwe yê şerê taybet hatiye naskirin. Ev şano ya çê kiribûn, tenê mûrîdên bi çavkorî şefê faşîst Erdogan ve girêdayîne wê bawer bikin. Derveyî wan tevahî cîhanêde kesekî din bawer bike nîne. Raya gîştî ya cîhanê niha vê şanoyê temaşe dikin û dikenin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.