Rojnameya Ronahî

Pirojeya Neteweya Demokratîk bingeha çareseya pirsgirêkên Rojhlilta Navîn e

Hevserokê Desteya Darayî a herêma Efrînê Arêf Şêxo diyar kir projeya Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk çareseriya tevayiya kirîzên Sûriyê û Rojhilata Navîn e.

Zana Roj/ Şehba

Piştî şerên cîhanê Rojhilata Navîn ji bo dewletên hagoman bû navenda dagirkirin û destwerdanê, ji ber zengînbûna xwe ya ser erd û binerd cavên dewletên rojavayî li ser hatin vekirin. Ji bo dagirkirina vê xakê gelek leystûk û pilan hatin kirin. Piştî 2011`an ku kirîza Sûriyê dest pê kir, Hikumeta Şamê û çeteyên ku navê opozisyona Sûriyê li xwe dikirin alozî kurtir kirin û tiştek ji bo çareseriyê nekirin, ev jî ji bo dewletên dagirker bû firset ku planên xwe yê dagirkirinê pêk bînin. Di nava aloziya Sûriyê de gelê Kurd xeta sêyemîn temsîl kir û çiroska şoreşa gelan vêxist.  Şoreşa Rojava ku projeya Netewiya Demokratîk bingeha wê bû, di demeke kurt de li ser asta cîhanê hat naskirin.

Derbarê Kirîza Sûriyê û girîngiya projeya Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyê hevserokê Desteya Darayî a herêma Efrînê Arêf Şêxo ji rojnamey me re axivî.

Arêf Şêxo diyar kir ku hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe destwerdanê di Rojhilata Navîn de dikin û wiha got: “Piştî şerê Cîhanê yê duyemîn hin pêşketin di milê mafê mirovan de li welatên rojavayî çêbûn. Lê di Rojhilata Navîn de zihniyeta dewleta neteweyî bi pêş ket. her çiqas netewdewlet bi pêşbikeve wê di encamç de bigihêje faşîyetê, ji ber wê gelên Rojhilata Navîn zordarî û zehmetî jiyankirin. Hêzên hegemon ji bo kirîzên xwe yên aborî derbas bikin, planên qirêj yên ser gelên Rojhilata Navîn dewam kirin.”

`Hêzên rojavayî gelên Rojhilata Navîn dixapînin`

Arif da xuyakirin ku hêz û hêzên navnetewî ji bo derbaskirina kirîzên xwe yên navxweyî û aborî berê xwe dan Rojhilata Navîn û got, ji ber ku Rojhilata Navî a zengîn a ku bi xêr û bêrên xwe tê naskirin, hêzên navnetewyeyî berê xwe danê.”

`Dizanîn ku pirojeya Rêber Ocalan wê dawiya wan bîne `

Arif balikşand ser êrişên li dijî Projeya Neteweyia demokratîk û wiha got: “Hêzên navneteweyî baş dizanîn ku, tevahî şer û qeyranên di Suriyê de hatine jiyankirin wê bi destê pêkanîna pirojeya netewa demokratîk were çareserkirin, Rusiya dît ku ger di Sûriyê de çareseriyek cidî bê çêkirin wê cihê Rusiya di Sûriyê de nemîne di heman demê de dewleta Tirk a dagirket ferq kir ku heger aloziya Sûriyê bi destê Kurdan were çareserkirin wê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî ji dest bê derketin, ji ber vê jî dijminahiyek bi cidî li hember Rêveberiya Xweser hat kirin”

Arêf diyar kir ku piştgirên pirojeya Neteweya Demokratîk pirbûn e û  wiha domand:  “Porojeya Neteweya Demokratîk di raya gîştî de hat xwendin û di piratîkê de dîtin ku ev pirojeya sereke a çareseriya Sûriyê ye. Herwiha di piraniya gelên Sûriyê ev piroje qebûl kirin.”

`Projeya Rêber Abdulah Ocalan mijara sereke ya cîhanê ye`

Arêf di axaftina xwe de tekez kir ku niha pirojeya Netewa Demokratîk bûya mijara sereke a li ser masê û wiha got: “Di roja me ya îro de dibînin ku pirojeya yekem a ku parastina mafê mirovan dike, tavahî pêkhateyan di nav xwe de dihewîne, her wiha mafê jin a ku bi hezar salan e hatiye tunekirin tê de azadiya jin dozeke sereke ye, ew jî pirojeya rêber Abdullah Ocalan e, lewre tavahî hêz û dewletên herêmî û navnetewî mecbûr mane ku vê pirojê qebûl bikin”.

`Sedsala 21`an sedsala pirojeya Neteweya Demokratîk e`

Hevserokê Desteya Darayî a herêma Efrînê Arêf Şêxo da zanîn ku ji bo bi dawîkirina van kirîzan û çareserkirineke bingehîn di Sûriyê de bê çêkirin ew jî pirojeya heyî a ku di Bakur û Rojhilata Suriyê de hatiye pêkanîn e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di 10 salên bûrî de di pêngava Şoreşa Rojava û Sûriyê de gelek geşedanên siyasî û kuştin hatin çêkirin, Sûriye heyanî vê kêliyê di kirîzan re derbas dibe, dewleta Tirk a dagirker tu encam negirt niha xetimandineke aborî û siyasî jiyan dike, her wiha bermayîyên çeteyan niha tên tasfiyekirin, şoreşa rast a ku hatiye kirin bi destê hêzên (YPG-YPJ û QSD) ve hat kirin, di oxira vê şoreşê de zêdetirî 20 hezar Şehîd hatin dayîn, şerê çekdarî li hember yekemîn hêza terorîst di cîhanê de dan meşandin û tune kirin, her kesî şer ceriband û dîtin ku negihîştin tu encaman derveyî talankirin û kuştina gel. Pirojeya Netewa Demokratîk felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di sedsala 21` emîn de, Îsbat bû ku pirojeya herî rast û bingehîn a ku bikaribe dawiyê li şerê Sûriyê bîne, hêzên navnetewî niha mecbûr mane ku vê yekê qebûl bikin, derveyî Xweseroy Demokratîk wê tu çareserî neyên dîtin”.