Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Girêdana Kongreya ENKS`ê û Teqîna Stenbolê   

16/11/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Divê gêrîla tenê nemîne
Share on FacebookShare on Twitter

DILYAR CIZÎRÎ

Di demekê de tevgera El-Nusra ya li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî hatin bi dih kirin û hîn jî komên girêdayî El-Qaîda yên di lîsteyên terorê yên navdewletî de li herêmê têne bi cihkirin. Li meydana Teksîm a Stenbolê de teqînek rû da. Li gorî ragihandinên Tirkiyê di teqînê de 6 kes mirin û 53 kes birîndar bûn.

Balkêşe rayedarên Tirkiyê demil dest îda kirin û tevgera azadiyê û rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tewanbar kirin, bi vê jî dixwazin îda bikin herêmên rêveberiya xweser tehdîdê li ser wan çêdike.

Ji xwe di heman demê de jî bal kişandin ser Kobanê û gotin ferman ji êrişkarê re ji Kobanê hatiye. Ev jî niyet û xwestekên dewleta Tirk a hedefgirtina Kobanê nîşan dide.

Li aliyê din jî Navenda Parastina Gel (NPG) û rayedarênQSD’ê, Rêveberiya Xweser û Tevgera azadiyê bê deng neman û bi daxuyaniyên cûda îdayên dewleta Tirk deriwandin.

 

Balkêşe bûyera teqîna li Stenbolê û tewanbariya dewleta Tirk piştî bi cihkirina komên çete yên Cebhet EL-Nusra û herêmên din ên dagirkirî pêk hatiye. Dewleta Tirk bi vê jî dixwaze niha bi riya wan koman êrişên dagirkeriyê yên nû li dijî herêmê pêk bîne. Dema di îdayên xwe de dibêjin fermana êrişê li Kobanê hatiye dayîn, ev jî nîşan dide çavên dewleta Tirk li ser Kobanê ya bûye sembola şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Ji ber wê jî bi şanoya teqîna li Stenbolê û hedefgirtina sivîlan dixwazin aliyên daxwazên dewleta Tirk erê nekirin niha bidin qani bikin. Wiha jî çira kesik a êrişeke nû bistînin. Ji xwe beriya wê jî çeteyên El-Nusra yên bi ser El-Qaîda ve amade kirine û li derdora herêmê bi cih kirine.

Li gorî xuya dike ev şano û lîstokên dewleta Tirk bi hilbijartinên nêzî yên Tirkiyê ku tê payîn di 24`ê hizêrana 2023’yan de werin lidarxistin ve girêdayî ye. Erdogan ji ber di êrişên xwe yên li dijî herêmên Zap ,Metîna û Avaşînê tevî bikaranîna çekên kîmyawî jî bi ser nakeve û encamê bi dest naxe. Ne tenê encamê bi dest naxe, lê belê di encama çalakî û xebatên gel ên li dijî bikaranîna çekên kîmyawî de tengav bûye.

Ji ber wê bi êrişa li Stenbolê û sînaryoya daniye, dixwazin rojeva Tirkiyê bi tavahî bidin guhertin û êrişeke nû, belkî di hilbijartinan de sûdê li wan bike û hejmara dengên wan zêde bike.

Lê wer xuyaye Rayedarên NPG’ê, QSD’ê û Rêveberiya Xweser mijar baş lêkolîn kirine û karîbûn bi daxuyaniyên xwe beşekî mezin ji rastiyan bi raya giştî re parve bikin.

Balkêşe bû di heman demê de ENKS’ê jî xistin dewrê û xwestin bi wê jî rojeva reşkirina Rêveberiya Xweser ji hemû aliyan pêk bînin. Heger ne wihaye, çima Kongreya ENKS’ê ya bi mehaye di vê demê de hat lidarxistin? Çima ENKS’ê bi israr çalakiyên xwe li gel Hêzên Ewlekariya Hindirîn ruxst nake?

Ji ber ew jî beşek lîstoka teqîna Stenbolê û bi cihkirina çeteyên El-Nusra li Efrînê û herêmê din ên dagirkirî ku ji aliyê MÎT’ê ve bi arman û planeke qirêj ve pêk hatiye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.