Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bangên tevlêbûna meşa 13ʹê Mijdarê zêde dibin

14/11/2022
in ROJEV
A A
Bangên tevlêbûna meşa 13ʹê Mijdarê zêde dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Kesayetên rêveber û fermandarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû pêkhate û sazî û rêxistinan kir ku tev li meşa navendî ya ji bo şermezarkirina êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bibin ku dê 13ʹê Mijdarê were lidarxistin.

Li ser banga Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê ya ji bo tevlêbûna meşa navendî ya ku wê 13ʹê Mijdarê bi dirûşma “Bi vîna gel û gerîla em ê çekên kimyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin” were lidarxistin, fermandar û kesayetên rêveber ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû pêkhate, sazî, partiyên siyasî, rêxistin û rewşenbîran kir ku tev li meşê navendî bibin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku tev li meşê bibin û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Şoreşa Rojava ve welatiyên sivîl dike hedef û heman siyasetê li seranserî Kurdistanê dimeşîne, hemû rêbazên hovane û çekên kîmyewî yên ku di qada navneteweyî de qedexe ne li dijî gerîla li Başûrê Kurdistanê bi kar tîne. Bi vê yekê hemû qanûnên navneteweyî û rêgezên mafên mirovan binpê dike.”

Bêrîvan Xalid bêdengiya civata navneteweyî ya li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û wiha axivî: “Mixabin ev sûc li ber çavê cîhanê bi tevahî tên pêkanîn, lê civata navneteweyî jî bêdeng e. Di salên dawiyê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên qedexekirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û niha jî heman siyasetê li dijî gerîla li Başûrê Kurdistanê dimeşîne ku li dijî wan çekên kîmyewî bi kar tîne, tevî vê yekê jî dîsa civata navneteweyî bêdeng e. Ev bêdengî hewlesta dewleta Tirk xurtir dike û îsrara wê ya girankirina êrişan zêdetir dike ku hemû sînor derbas kirine. Li ser vî bingehê em  bang li gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistanê û  tevahî gelên cîhanê dikin ku li hember van sûcan helwesteke cidî bigirin û bi îsrar, îrade û yekitiya gelan dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê şermezar bikin.ʹʹ

Her wiha, endamê Desteya Hevseroketiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku tev li meşa navendî bibin û got: “Gelê me yê hêja, li beramberî bikaranîna çekên kîmyewî û êrişên hovane yên artêşa dagirkeriya Tirk ya ku li ser gelê me û li ser gerîla pêk tê, em bi hev re dakevin meydanan û helwestên xwe diyar bikin. Wek hûn dizanin li beramberî berxwedana gerîla  artêşa dagirkeriya Tirk êdî şikest, ji bo ku şikenadina xwe veşêre çekên kîmyewî bi kar tîne. Em  jî wekî gelê Kurd û tevahî gelên herêmê, li Kurdistanê û tevahî cîhanê ji vê rojê û vir ve di nava çalakiyan de ye û helwestên xwe didin diyarkirin. Lê di raya giştî ya cîhanî de bêdengiyeke li bere bi çav heye. Ji bo ku em vê bêdengiyê bişkînin, xwedî li gerîlayên xwe yên qehreman û berxwedana wan derkevin  em tev bi hev re  hewlestên xwe li dijî van kiryaran bidin diyarkirin. Li herêma Cizîrê 13ʹê Mijdarê mîtînga mezin pêk tê. Di vê mîtîngê de girînge ku em wê dengiyê bişkînin, em bi hev re xwedî li vê berxwedaniyê derkevin û çekên kîmyewî yên ku di asta navneteweyî de qedexe ne, şermezar bikin.  Em tev bi hev re li meydanên azadiyê, medyanên serkeftinê, meydanên ku tê de vîna gerîla û gel bibe yek, hevdû bibînin, li dijî dagirkeriyê, li dijî çekên kîmyewî, li dijî hewldanên tunekirinê em bi hev re bi yek dengî bêjin êdî bes e.”

Her wiha, hevserokê PYD’ê Salih Muslim bang li hemû gelên cîhanê, bi taybetî gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê, Ewropa û seranserî cîhanê kir ʹʹXwedî helwesteke dîrokî bin, li dijî faşîzma Tirk rabin. Em bêjin em komkujiyan din li dijî gelê Kurd di sedsala 21ʹê de qebûl nakin. Hêviya me bi gelê me xurt e ku wê tev li çalakiyê bibe û piştgiriyê bide gerîla. Divê dewletên cîhanê jî helwesta xwe biguherîne û bêdengiya xwe bişkîne. Serekftin ji daxwazên gelê me û doza wî re.”

Hevseroka TEV-DEMʹê Rûken Ehmed jî êriş û siyasetên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayan şermezar kir û bang li jin, ciwan, mezin û zarokên herêma Cizîrê kir  ku roja 13ʹê Mijdarê beşdarî meşa şermezarkirin û teşhîrkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê  bibin û got: “Ji bo piştgiriya berxwedana gerîla em dengê xwe bilind bikin.ʹʹ

Hevserokê TEV-DEMʹê Xerîb Hiso jî diyar kir ku armanca çalakiyê piştgiriyê gerîla û teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker e  û got: “Ji bo gelê me yê berxwedêr ê herêma Cizîrê û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em we vedixwînin çalakiya rûmetê ya 13ʹê Mijdarê ya li herêma Cizîrê. Em sûcên rojane yên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî îradeya gelan û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê yên li çiyayên Kurdistanê şermezar bikin. Roja 13ʹê Mijdarê em serî hildin, dewleta Tirk teşhîr bikin a ku ji ber berxwedana gerîlayên azadiyê derbên giran dixwe, di rojên xwe yên dawî de dijî.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku beşdarî çalakiya 13ʹê Mijdarê bibin, êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û siyasetên qirkirinê yên domdar ên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî şermezar bikin. Hesen Koçer got: “Li hemberî êrişên Tirkiyê û çekên wê yên kîmyewî em berxwedanê geş bikin. Em bang li tevahî gel bi jin, ciwan û temen mezin û zarokan dikin ku roja 13ʹê dakevin qadan, beşdarî çalakiyên ji bo şermezarkirin û teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bibin. Em dengê xwe bilind bikin ku ruxmî kîmyewî em ê li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin hêzên xwe.”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo jî banga tevlêbûna meşa navendî kir û got: “Dewleta Tirk a faşîst çekên kîmyewî li hemberî hêzên gerîla yên ku di sedsala 21ʹê de berxwedaneke dîrokî nîşan didin û mirovahiyê diparêzin, bi kar tîne. Li dijî van êrişan em bi rihê Sara û Zîlanan bang li tevahî gel, pêkhate, jinên azad, ciwan, rewşenbîr, nivîskar, sosyalîst û demokratan, mezin, biçûk, dayik, bav û tevahî gelê me yê berxwedêr dikin ku beşdarî meşa rûmetê ya 13ʹê Mijdarê ya herêma Cizîrê bibin. Em deyndarên gerîla ne. Erka me ya mirovî ew e ku em li qadên berxwedanê bin û hezkirin û silavên xwe ji wan re bişînin. Em berxwedana wan silav dikin û dagirkerî û çekên kîmyewî şermezar dikin.”

Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziya Mihemed jî got: “Bi îrade û yekitiya gel û gerîla em ê dagirkerî, xiyanet û çekên kîmyewî bişkînin. Em bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jin, ciwan û tevahî rêxistinên jinan dikin ku dakevin qada rûmet û azadiyê. Em piştgiriyê bidin berxwedana gerîla û bikaranîna çekên kîmyewî û bêdengiya navneteweyî şermezar bikin.”-ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.