Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

31 xwendekarên Pêmangeha Şehîd Viyan Amara derçûn

13/11/2022
in NÛÇE
A A
31 xwendekarên Pêmangeha Şehîd Viyan Amara derçûn
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

31 xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara piştî du salan derçûn û bi şahiyekê hatin xelatkirin.

Desteya Fêrkirin û Hîndekariyê li herêma Şehbayê şahiya derçûna 31 xwendelarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara li dar xist.

Bi beşdarbûna bi dehan mamoste, rêveberên herêmê û xwendekarên Pêymangeha Şehîd Viyan Amara şahiyek hat li dar xistin û di şahiyê de 31 xwendekarên derçûyî yên ji beşên Mamosteya Refê, Ziman û Wêjeya Kurdî, Bîyeolojî û Fîziya û Kîmiya hatin xilat kirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin û li ser navê rêveberiya peymangehê axftin hat kirin. Herwiha di dawiya şahiyê de xwendekarên derçûyî hatin xelat kirin.

Derbarê derçûna xwendekaran de, xwendekarên peymangehê yên ji me rojnameya me re axivîn.

Ronahî Sîdo û Alan Şêxo

‘Tevî hemû astengiyan em îro serkeftinê jiyan dikin’

Xwendekara derçûyî Ronahî Sîdo ku beşê Mamosteyê Refê dixwend, serkeftina xwe diyarî tevahî xwendekar û mamosteyan kir û wiha got: ‘Piştî gelek ked û zehmtiyên ku me kişandine, em îro piştî 2 salan bi bûneya bidawîkirina xwendina xwe û wergirtina karnameya xwe hatin xelatkirin. Di roja me ya îro de dijmin bi hemû hêz û kîna xwe ji bo tunekirina ziman û çanda kurdewariyê şerê dagirkirinê dimeşîne, lê rûxmî tavahî êş û zehmetiyên koçberiyê jî me dev ji zanist û fêrkirina bi zimanê xwe yê resen berneda’

‘Em parêzvanên zimanê xwe ne’

Ronahî bal kişand ser girîngiya parastina zimanê dayîkê di pêvajoya heyî de û wiha axftina xwe domand: ‘Ji sedê salan ve heta niha, rojane dijmin di gîştî axa Kurdistanê de, ji bo qirkirin û tunekirina zimanê Kurdî kiryarên dijmirovî dike. Ji bo em karîbin zimanê xwe biparêzin û Li hemberî kiryar û pilanên dijmin bisekinin, divê em têbikoşin û ji bo nifşên pêşerojê bibin bingeh”.

‘Bi saya Şehîdan em niha vê serkeftinê jiyan dikin,

Xwendekarê bi navê Alan Şêxo jî  diyar kir ku bi saya Şoreşa Rojava ew îro bi zimanê kurdî nifşên pêşerojê têdigihînin û wiha got: “Şoreşa Rojava ji bo me bû ronahî, ji destpêka şoreşê ve û di bin şert û mercên pir dijwar de, perwerdeya bi zimanê Kurdî dihat dayîn, niha jî em dibînin ku zanîngeh, peymangeh û dibistanên me bi kurdî perwerdeya zanistî didin, ev destkeftiyên heyî, encama ked û xebata bi hezaran şervan û qehremanên vî welatî ye”.

Xwendekar Alan Şêxo axaftina xwe wiha qedand: “Serdema ku em tê de jiyan dikin derdema kapîtalîzim û şerê taybet tê de bi her awayî hatiye pêşxistin, di vê pêvajoyê de divê ciwanên xwendekar erk û rola xwe baş bizanibin û li hember zihniyetadesthilatdaran şer bikin, bi taybetî weke ciwanekî kurd divê li hember dagirkerî û îdeolojiya kapîtalîzmê weke şervanekî şer bide meşandin”.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.