Rojnameya Ronahî

Pêngava `Tu Ji Penceşêrê Bi Hêztir î` encameke baş da jinan

Darîn Silê/Qamişlo

Rêvebera Weqfa Jina Azad ya beşa Tenduristiyê Melîka Hesaf da zanîn ku pêngava `Tu Ji Penceşêrê Bi Hêztir î` ya ku di destpêka heyva Cotmehê de dabûn destpêkirin encameke baş da jinan û got, Jimareke baş ji jinan tevlî pêngavê bûn.

Di dema dawî de li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê penceşêra sîngê zêde bûye. Heta niha nêzî 15% jin bi nexweşiya penceşêra sîngê ketine. Gelek jin jî hene pê dikevin, lê ji ber ku li xwe napirsin pê dernaxin ku nexweşî giran dibe. Gelek jê jî newêrin li xwe bipirsin, lewra ji nexweşiyê ditirsin. Ev jî dibe sedema ku nexweşî li wan girantir bibe û bi awayekî zû jê rehet nabin. Ji bo wê jî divê her dem jin li xwe bipirsin û tenduristiiya xwe paşguh nekin. Lewra çiqas mirov nexweşiya xwe paşguh bike, ewqas çareseriya wê nexweşiyê zehmet dibe.

Ji bo hişyarkirina jinan li ser nexweşiya penceşêra sîngê, Komîteya Tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad ya Sûriyê 1`ê heyva Cotmehê li bajar û gundewarên kantona Qamişlo dest bi pêngava `Tu Ji Penceşêrê Bi Hêztir î` kirbû. Herwiha tê payîn ku her sal di destpêka heyva Cotmehê de weqf bi vê pêngavê radibe. Lewra ev heyv bi heyva penceşêra sîngê an jî bi heyva gulîn tê nasîn. Pêngav zêdetirî heyvekê dewam kir û di 8`ê vê heyvê de bi dawî bû. Di pêngavê de semînerên hişyarkirinê ji gelek jinên bajar û gundewarên Qamişlo re hat dayîn.

Derbarê bidawîkirina pêngavê û hişyariyên li ser nexweşiya penceşêra sîngê, herwiha encamên ku pêngavê bi dest xistîn, rêvebera Weqfa Jina Azad ya beşa Tenduristiyê Melîka Hesaf ji me re axivî û da zanîn ku pêngav 19 navenên cûda yên jinan hedef girt.

`Armanc hişyarkirina jina ye`

Melîka Hesaf got, armanca me ji pêngavê ew e bû ku em tevayiya jinan li ser nexweşiya Penceşêra sîngê hişyar bikin û axaftina xwe wiha domand: “Her sal em bi pêngavên wisa radibin. Armanca me ji pêngavê ew e ku tevayiya jinên me nexweşiya penceşêra sîngê nas bikin û jê hişyarbin.

`Pêngavên bi vî rengî ji bo jinan pir bi sûdin`

Melîka destnîşan kir ku di pêngavê de gelek semînerên li ser sedem û nîşanên nexwşiyê, bi taybet hişyariyên li ser nexweşiyê ji jinan re hatin dayîn û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Pêngavên bi vî rengî ji bo jinan pir bi sûdin, da ku jin karibin parastina xwe bikin û ha ji tenduristiya xwe hebin. Herwiha di pêngavê de jinên ku nexweşiya penceşêrê bi wan re heye, me hewl da derûniya wan geş bikin û hêz bidin wan, da ku nexweşî ji wan re nebe astengî û jiyana xwe bi xweşî derbas bikin.”

`Jimareke baş ji jinan tevlî pêngavê bûn`

Malîka di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di pêngavê de gelek jin beşdar bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevlîbûneke mezin ya jinan ji pêngavê re hebû. Herwiha got, di her semînerekê de nêzî 20 jin tevlî dibûn. Jimara jinên ku tevlî pêngavê bûn bi giştî 193 jin bûn.”

`Pêngav encameke baş da jinan`

Melîka da zanîn ku pêngav encameke baş da jinan û wiha pê da çû: “Jinên ku tevlî pêngavê bûn kêfxweşiya xwe dan xuyakirin, diyar bû ku pêngav emcamên baş daye wan. Herwiha pêngav di nav civakê de jî deng veda. Gelek jin dema ku dibihîstin têkîliyên xwe bi me re çêdikirin.”

Emê her demê pêngavên hişyarkirinê bidin çêkirin

Rêvebera Weqfa Jina Azad ya beşa Tenduristiyê Malîka Hesaf di dawiya axaftina xwe de got, em bihêvîne ku di demên pêş de em bighêjin armanca pêngava xwe, da em ji tevayiya jinan re bibin alîkar. Herwiha ne di heyva Cotmehê tenê, emê her demê pêngavên hişyarkirinê bidin çêkirin. Da ku civak jî tendutistiya xwe paşguh neke.