Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelên herêma Cizîrê li dijî êrişên kîmyawî rabûn ser piyan

13/11/2022
in NÛÇE
A A
Gelên herêma Cizîrê li dijî êrişên kîmyawî rabûn ser piyan
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk yên kîmyawî yên li dijî qadên gerîlayên azadiyê, bi diruşmeya “Bi Vîna Gelan û Gerîla Em ê Li Hember Çekên Kîmyewî Li Ber Xwe Bidin, Dagirkerî û Îxanetê Têk Bibin” îro saet 10`an gelên herêma Cizîrê li Qamişlo xwepêşandaneke girseyî li dar xistin.

Xwepêşandan ji sê cihan dest pê kir (Ji çarxerêya taxa Siyahî, Nexweşxaneya Ferman û Mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî û heta stada Şehîdên 12`ê Adarê dewam kir.

Di xwepêşandanê de tevayiya gelên navçe û bajarokên kantona Qamişlo (Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Til Koçer, Til Birak, Til Hemîs, Amûdê û Qamişlo) û ji navçe û bajarokên kantona Hesekê (Şedadê, Hol, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirgan, Hesekê) beşdarî bûn.

Herwiha endamên saziyên sivîl, saziyên jinan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, partiyên siyasî yên kurdî, erebî û suryanî, nûnerên deste û meclisên Rêveberiya Xweser ya Demokratîk ya Herêma  Cizîrê û rûspiyên eşîran jî beşdar bûn.

Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, gerîlayên ku bi êrişên kîmyewî li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûne, alên PKK`ê û alên rêxistinên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind kirin.

Piştî ku beşdaran tev li stada Şehîdên 12`ê Adarê kom bûn, deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan sekinîn û gerîlayên ku di êrişên kîmyewî de şehîd ketin bi bîr anîn.

Hêza gelan, gerîla û jinan ji çekên we xurttirin`

Piştre li ser navê Desteya Serokatiya Partiya PYD’ê Foza Yûsif axivî û got, bi navê tevayiya gelê Netewa Demokratîk yên Kurd, Ereb, Suryan û Turkman em hatine vêderê da em hovîtî û dagîrkeriya dewleta tirkî, herwiha bikaranîna wê ji çekên kîmyewî re şermezar bikin. Em ji dijminê xwe re dibêjin ev tol û berxwedanî bi çekên we yên qirêj tune nabin, hêza gelan, gerîla û hêza jinan ji çekên we bihêztirin. Çawa ku Sedam li Helebçe nikarîbû kurdan têk bibe, niha Erdogan jî nikare vîna gelê Kurd û geîlayên azadiyê têk bibe.

Foza di berdewamiya axaftina xwe de bang li civaka Navneteweyî kir û got, bêdengiya we û helwesta we ya ku hun li hember gelê kurd didin nîşandan bxtreşiyeke û sûcekî li dijî mirovayiyê ye. Ji bo wê jî ker û lalbûna civata Navneteweyî wijdansiziyeke mezine. Em vê yekê bi navê gelan û jinan şermezar dikin.

Foza di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wek gelê bakur û rojhilatê Sûriyê ewê li kêleka gerîlayên xwe bin, lewra gerîla rometa gelên azadîxwaz îfade dike û li hemberî tundî û qirkirinê parastina gelan dike.

Li şûna her gerîlayekî wê bi sedhezaran gerîla çêbibin

Herwiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Hecî Şerîf Tahir jî axivî û got, bi saya şehîdan û berxwedêran em bi ser ketin û emê hertim bi serbikevin. Raste em bi hezaran şehîd didin, lê li şûna her şehîdekî wê bi sedhezaran şervanên azadiyê çêbibin û li şûna her gerîlayekî wê bi sedhezaran gerîla çêbibin.

Hecî Şerîf Tahir di dawiyê de got, wek malbatên şehîdan em tevayiya şehên azadiya bi bîr tînin û em dibêjin, heta dilopek xwîn di laşê me de hebe emê piştgir û parastvanên doza azadiyê bin û emê doza şehîdên xwe pêk bînin.

Xwepêşandan bi stiranên Koma “Awazên Çiya” ya hunerî bi dawî bû.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.