Rojnameya Ronahî

Koma Şehîd Hogir mîrasê stranbêjiya kurdî nûjen dike

​​​​​​​Koma Şehîd Hogir bi dengbêjên temenmezin mîrata çandî ya berê û ya niha tîne cem hev û bi vê yekê hewl dide ku ruhê stranbêjiya folklorî di nav ciwanan de belav bike.

Kesên ku hîna jî bi mîrata xwe ya dengbêjiyê û çanda gundan ve girêdayî ne, her wisa stranên folklorî dibêjin û bêhna rabirdûyê bi rêya stranên ku ji pêşiyên xwe girtine tînin roja îro, kêm mane. Dengbêjiya folklorî yan jî wêjeya devkî wek taybetmendiyeke civaka Kurd tê dîtin ku di salên dirêj de bi dengbêjiya gelêrî dîrok belge kiriye.

Koma Şehîd Hogir ji 9 hunermendan; dengbêj û muzîkjen pêk tê. Kom di sala 2011ʹan de bi awayekî veşartî hat avakirin û bi destpêka Şoreşa 19ʹê Tîrmehê de beşdarî Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê bû. Ev kom bi çirûska yekemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr hate avakirin. Kom çîrokên dengbêjiyê yên ku pîşiyan xwe girtine, li gundan bi şev dibêjin û digihînin guhên nifşekî ku li ber jibîrkirina çanda pêşiyên xwe yên Kurd bû.

Mihemed Bedran (70) bi navê Bavê Kawa tê nasîn yek ji damezrînerên Koma Şehîd Hogir e, li ser damezrandina komê wiha axivî: “Me destpêkê bi derfetên biçûk û bi dizî li malan dûrî çavê dezgehên hikumeta Şamê, stranên xwe digotin û perwerdeya xwe didît. Bi vekirina navenda çand û hunerê re, navendê pêşniyara avakirina komeke dengbêjiyê kir da ku em stranên xwe wek cara yekem li Hola Reşo ya bajarê Hesekê pêşkêş bikin. Vê yekê jî dengvedanek a komê di nav şêniyên herêmê de çêkir.”

Mihemed Bedran wiha domand: “Armanc ji avakirina vê komê, belavkirina çand û dîroka Kurdan di nav xelkên herêmê de û vejandina mîrateya stranbêjiya gelêrî ye. Ji bo vê yekê  û ji ber ku stranên me folklorî tên dîtin, dengvedanek a wan çêbû.”

Bedran anî ziman ku kom heta roja îro stranên folklorî dibêje û wiha lê zêde kir: “Em heta îro jî stranên xwe yên folklorî, stranên li ser demsala çinînê û kilamên kurdî pêşkêş dikin. Her wiha em hefteyê 2 caran kom dibin û perwerdeya xwe ya di vî warî de didomînin da ku em hemû stranan bi hev re parve bikin û sererast bikin.”

Têkildarî stranên komê Bedran diyar kir ku hin ji van stranên folklorî di dema çinînê de hatine gotin, hinek ji wan rewşa şer vedibêjin û got, dengbêj van bûyeran vediguherînin stranan da ku werin belavkirin û ew bûyer neyên jibîrkirin. Di dawetên kevin de amûrên muzîkê tune bûn, beşdaran û yên ku govend dikirin bi hev re stran digotin. Ev mîrat heta niha jî di nav xelkên Cizîra Botanê de heye.

Nejdet Mûsa ku di nava koma Şehîd Hogir de bi muzîkê re mijûl e wiha dibêje: “Di sala 2011’an de piştî ku min endamên komê nas kir, ez tev li koma Şehîd Hogir bûm. Berê ji ber nebûna navendên hunerî yên Kurdî li herêmê, min mamostetiya muzîka erebî dikir. Bi destpêkirina şoreşê û avakirina navendên çandî li herêmên me re, ez tev li vê komê bûm da ku ziman û çanda xwe winda nekim.”

Mûsa banga parastina kelepûra kurdî kir wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta em sax bin em ê stran û çanda xwe bi gelê xwe re parve bikin, her wiha em ê rêya ku me dest pê kiriye, temam bikin. Em ê bi dîrok û çanda xwe ve girêdayî bin.”

Mûsa her wiha bang li ciwanan kir ku xwedî li ziman, mîras û çanda xwe derkevin. Her wiha tekez kir ku Koma Şehîd Hogir dîrok û çanda gelê Kurd diparêze.-ANHA